WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê bi hinceta berfirehkirina rêyê, li Parka Newrozê bi ehan dar birî.
Bi dehan darên li Parka Newrozê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve bi hinceta firehkirina rêyê hatin birîn. Dîmenên darên hatine birîn hatin kişandin. Me darên hatine birîn ji rayedaran pirsî û ev bersiv dan: “Ev dar, di çarçoveya xebatên berfirehkirina rêyê de hatine birîn.”