Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin

  • rojane
  • 12:12 28 Îlon 2025
  • |

AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê Meclis êdî yasayên aştiyê bixe rojeva xwe û got: “Ji bo mafê hêviyê ku birêz Bahçelî behsa wê dikir, divê gavên pêwîst bên avêtin.”  

Baroya Amedê têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, li hotêleke navçeya Sûrê ya Amedê civînê li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. 
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di civînê de bal kişand ser komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û got ku girîng e komîsyon li derdorên cuda guhdarî dike. Guleç, got ku guhdarîkirin bi tena serê xwe ji bo çareseriyê bes nakin, gavên ku fikarên Kurdan ji holê radikin nehatin avêtin, ji hêviya civakê re nebûn bersiv û gavên şênber nehatine avêtin. 
 
Guleç, anî ziman ku ji bo çareseriyê divê di mijara girtiyên nexweş, tevlibûna endamên rêxistinê ya jiyana civakî û di gelek mijarên din de guhertinên yasayî bên kirin û got: “Her tim qala guherandina yasa û destûra bingehîn tê kirin lê mijarên bi qanûn û destûra bingehîn nayê kirin jî hene.” Guleç, biryarên DMME’yê yên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist. Guleç, got: “Heke behsa pêvajoyeke nû were kirin û aştî li vê xakê mayinde bibe, wê demê divê biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî birêz Ocalan were cîbicîkirin. Ev yek ji bo serkeftina pêvajoyê girîng e.” 
 
'DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ MECBÛRIYETEKE’
 
Guleç, astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê û cezadayîna reklama bi Kurdî ya Amedsporê hêviyên gel dişikînin û got: “Destûreke Bingehîn a ku 86 milyon welatiyan hembêz dike, destûreke xwe dispêre peymana civakî û her kes xwe tê de azad û wekhev hîs dike, mecbûriyet e. Ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya Kurdan heta gelek mijarên din, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.” 
 
'ÎKTÎDARÊ DIKARIYA BI WÊREKTIR TEVBIGERIYA’ 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got ku hêviya wan ji pêvajoyê heye û got: “Ji bo ev pêvajo ji zemîna ewlehiyê derbasî zemîna guftûgoyê bibe me tişta ji dest dihat kir. Di sala derbasbûyî de tiştên girîng çêbûn. Pir girîng e ku hema hema qet pevçûn tune ne. Domandina pêvajoya guftûgoyê, avakirina komîsyonê girîng in. Lê me dikariyan niha li cihekî hêj girîngtir bûna. Dikariya gavên herêmê bêhtir aram dike bihatina avêtin. Îktîdarê dikariya di mijara edalet, hiqûq û demokrasiya herêmî de bêhtir bi wêrek tevbigeriya. Lê tevî provokasyonan jî ev saleke didome û ev pir biqîmet e. Hin kes ji bo pêvajo têk biçe, ji bo sirûda cenazeyê lê bixin pir hewl dan. Lê bila qet wê hêviyê nejîn. Birêz Ocalan û partiya me dê di vê mijarê de hêviyê nede tu kesî.” 
 
'DIVÊ MECLIS YASAYÊN AŞTIYÊ ÊDÎ BIGIRE ROJEVA XWE’ 
 
Bakirhan, bi lêv kir ku komîyonê biqasî tê xwestin li dînamîkên civakê guhdarî kiriye û wiha pê de çû: “Rûpelekî nû, êdî mecbûriyet e. Heke daxwaz û pêşniyarên heta niha ji bo komîsyonê hatine kirin bên cîbicîkirin, jixwe beşeke mezin a pirsgirêkê çareser dibe. Pêşniyarên kesên pirsgirêk jiyayîn hene û em dixwazin komîsyon van binirxîne. Divê Meclis êdî yasayên aştiyê bigire rojeva xwe. Divê Meclis yasayên veguhêz, TMK, TCK û di mijarên xurtkirina rêveberiyên herêmî û qanûnên înfazê tavilê bigire rojeva xwe û ev yasa ji Meclisê derbas bibin. Ev, daxwazên sereke yên civakê ne. Ji bo entegrasyona demokratîk divê yasa bên derxistin. Entegrasyona demokratîk, tê wê wateyê ku di serî de Kurd, hemû kes di nava hiqûq û hemwelatiya wekhev de bijî. Formula pêkvejiyanê ye. Ji bo di sedsala duyemîn de rewşên neyînî neqewimin, pêdivî bi komara demokratîk heye. Çareserî ew e ku hiqûqeke Kurdan nas dike hebe.” 
 
Bakirhan, bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku divê meseleya li Sûriyeyê weke astengiyeke li pêşiya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê neyê bikaranîn. Bakirhan, got ku heke pêvajo bi ser keve dê ev bo Sûriyeyê jî bibe model û şertê ji bo Sûriyeyê dê zirarê bide pêvajoyê. 
 
'DIVÊ ŞERTÊN AZADIYÊ YÊN BIRÊZ OCALAN BÊN AVAKIRIN’ 
 
Bakirhan, destnîşan kir ku divê şertên Abdullah Ocalan bên başkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Aktorê herî girîng ê vê pêvajoyê, li Îmraliyê ye. Aştiyeke pir girîng dimeşîne. Hewldanên birêz Ocalan ên ji bo aştiyê pir biqîmet in. Divê şertên azad ên birêz Ocalan bên avakirin. Wê demê dê helwestekî berfirehtir ji bo çareseriyê raber bike. Ji bo mafê hêviyê ku birêz Bahçelî behs dikir divê gavên pêwîst bên avêtin. Aştiyeke bêyî demokrasiyê nabe, bêyî demokrasiyê jî aştiyeke mayinde nabe. Dikare gavên dijberiya siyasî hinek nerm dike bên avêtin. Divê birêz Îmamoglû negirtî bê darizandin, hevalên me yên girtî û girtiyên nexweş bên berdan, girtîgeh bên valakirin. Meseleya Kurd, meseleyeke hiqûqê ye. Divê em bi hev re piştgiriyê bidin hiqûqa Kurdan nas dike. Herî dawî di 22’yê Cotmehê de sîrena trenê vêket û di 27’ê Sibatê jî tren bi rê ket. Bawer bikin ev tren dikare ji 86 milyon kesan re komara demokratîk bîne. Heke em bi vê trenê re negihin, dê ev civak sedsalên din vê kaosê bijî. Ji bo vê divê em mil bidin milên hev.” 
 
 

Sernavên din

02/10/2025
17:03 Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e
16:55 Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome