ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn

  • rojane
  • 14:00 4 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN– Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê, Nûnertiya Geverê û xizmên windayan li aqûbeta Feysel Aslan, Vahit Narîn û Yilmaz Gumuş ên ku di salên 1990'î de hatin windakirin û qetilkirin pirsîn.
 
Çalakiyên ku ji aliyê şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê û Nûnertiya Geverê û xizmên windayan ve ên bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tên lidarxistin, vê hefteyeê jî berdewam kirin. Xizmên windayan, bi wêneyên xizmên xwe yên winda û pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" kom bûn û li aqûbeta xizmên xwe yên winda û yên ku hatine qetilkirin pirsin û xwestin ku kiryar bên cezakirin.
 
AMED
 
Çalakiya 869'emîn ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amed hat lidarxistin, çîroka Vahit Narîn ê ku di 3'yê Cotmeha 1992'yan de li navçeya Pasûr a Amed ji aliyê leşkeran ve li otêla xwe hat înfazkirin û ligel cenazeyê wî otêla wî hat şewitandin, hat vegotin. Rêvebera Şaxa ÎHD a Amed Eylem Kayayê çîroka Narîn vegot. Eylem Narînê diyar kir ku piştî pevçûneke li navçeyê di 2'yê Cotmeha 1992'yan de, qedexeya derketina derve ya çar rojan hat ragihandin û got ku piştî qedexeya derketina derve, leşkeran êrişî navçeyê kirin, kargeh hatin şewitandin û kes hatin binçavkirin. Eylem Kayayê diyar kir ku Otêla Narîn, yekane otêla navçeyê, di bûyerê de hat şewitandin û got: "Wê rojê, dema ku gule li pencereyan ketin, her kesê di otêlê de xwe li jêrzemînê girt. Roja pevçûnê, dora saet 2:00'yê piştî nîvro, sê çawişên pispor bi lêdana derî ketin jêrzemîna Otêla Narînê. Leşkeran mêvanên otêlê yên di jêrzemînê de birin lobiyê û dûv re bi qûndexên tifingan li pişta wan dan, her kes neçar kirin ku xwe deverû li erdê dirêj bikin. Du çawişên pispor Vahit Narîn birin pişt lobiyê. Di wê gavê de, du caran dengê çekê hat bihîstin. Vahit Narin ji aliyê du çawişên pispor ve tê kuştin. Rûniştvanên otêlê dibin qereqola polîsan. Kurkên kurmê hevrîşimê yên di depoya otêlê de ji aliyê leşkeran ve li hemû odeyan tên belavkirin û kurk tên şewitandin. Otêla ku cenazeyê Vahit Narin lê hat dîtin tê şewitandin. Dû re dozgerî ji bo otopsiyê gazî malbatê dike. Kurê Vahit Narin ku beşdarî otopsiyê bû, gilî dike. Ev pêvajoya ku bi salan dom dike, tu encam nade. Dûv re malbat dozê dibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'yê Tirkiyeyê ji ber vê dozê mehkûm kir."
 
Çalakiya rûniştinê piştî çalakiya protestoyî bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Li Êlihê çalakiya ku 705'emîn li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê pêk hat. Di çalakiyê de li aqûbeta Yilmaz Gumuş ê ku di 21'ê Cotmeha 1993'yan de, di 17 saliya xwe de, li taxa Yeşiltepe ya Êlihê winda bû, hat pirsîn. Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Alî Karadogan çîroka Gumuş vegot. Karadogan, çîrokê bi devê bavê Gumuş, Fahrettin Gumuş vegot: "Kurê min Yilmaz Gumuş di sala 1976'an de ji dayik bû. Dema ku winda bû, ew 17 salî bû. Li Êlihê li studyoyeke wênekêşiyê dixebitî. Di 21'ê Cotmeha 1993'yan de, saet di 9:00'an de ji bo kişandina wêneyan li dibistaneke seretayî ya li taxa Yeşiltepe ji cihê xwe yê kar derket. Ji wê demê ve me tu agahî jê negirtiye. Kurê min Yilmaz nêzîkî mehek beriya windabûna xwe ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Êlihê ve hatibû binçavkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê bi saziyên fermî re, ji wê demê ve tu agahî ji Yilmaz Gumuş nehatiye wergirtin. Em dizanin ku bêdengî tercîheke polîtîk e ku kesên mirov windakirine cesaret dike; em ê bêdeng nemînin. Em ê di lêgerîna xwe ya edalet û rastiyê de israr bikin."
 
Çalakiya rûniştinê piştî çalakiya protestoyî bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Gever ya Colemêrgê bi wêneyên xizmên xwe yên winda û pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bidin darizandin" kom bûn û li aqûbeta Feysel Aslan ku di sala 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin bipirsin. Rêveberê ÎHD'ê Tayyüp Canan li ser vê mijarê daxuyaniyek da: "Bêçalakiya qanûnî ya berdewam a li ser binpêkirinên mafê jiyanê baweriya welatiyan bi dewleta hiqûqê kêm dike. Wekî parêzvanên mafên mirovan, em ê bi her awayî li dijî têgeha 'kuştinên kiryarnediyar ku hatiye avakirin' bisekinin."
 
Çalakiya rûniştinê piştî çalakiya protestoyî bi dawî bû.

Sernavên din

16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN
03/10/2025
19:09 Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
16:40 Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
16:35 Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
16:14 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:12 Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
14:41 Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
13:34 DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
12:25 Meşvanên azadiyê: Dê vê pêvajoyê jin temam bikin
11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin
09:07 Nerîman Ozcan a hevjînê wê û du xizmên wê hatin kuştin: Înfazeke plankirî bû
09:03 Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî
09:01 Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2025’AN
02/10/2025
23:49 Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
23:21 Meşvanên jin li Xelfetiyê kargeh li dar xistin