NAVENDA NÛÇEYAN - Muzakereyên neyekser ên di navbera şandeyên Hamas û Îsraîlê de di roja duyemîn de berdewam in.
Şerê li Xezeyê ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, 2 sal li pey xwe hişt. Di sala duyemîn a şer de hevdîtinên neyekser ên di navbera şandeyên Hamas û Îsraîlê de didomin. Hevdîtinên têkildarî pevguhertina dîlgirtiyan û agiribestê li bajarê Şarm El-Şeyhê yê Misrê bi pêşengtiya Misir û Qeterê didomin.
Serokê DYA’yê Donald Trump di 29’ê Îlonê de li Qesra Spî tevî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu “Plana Xezeyê” ragihandibû û di van muzakereyan de gelek kes cih digirin.
KESÊN DI ŞANDEYÊ DE CIH DIGIRIN
Hat zanîn ku di şandeya Hamasê de ji lîderên rêxistinê Halîl el Hayya û Zaher Cabarîn cih digirin.
Hat zanîn ku di şandeya Îsraîlê de jî rayedarên rêxistinên îstîxbaratê yên Mossad û Şîn Betê, şêwirmendê polîtîkayên derve yê Netanyahu Ophir Falk û koordînatorê dîlgirtiyan Gal Hirsch cih digirin. Tê payin ku di rojên pêş de Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer jî cih bigire.
Hat zanîn ku Nûnerê Taybet ê Trump, Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner jî di hevdîtinên li Misirê de cih girtine.
ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ BERDEWAM KIRIN
Îsraîlê, di roja duşemê de jî êrişên xwe yên ser Xezeyê berdewam kir. Li gorî nûçeya Al Jazeerayê, di êrişên Îsraîlê yên duh de li Xezeyê herî kêm 10 Filistînî hatin qetilkirin.
Di êrişên 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha de li Xezeyê herî kêm 67 hezar û 160 Filistînî hatin qetilkirin û 169 hezar û 679 jî birîndar bûn.