WAN – Ciwanên Welatparêz li Wanê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş li dar xistin û daxuyanî dan. Ciwanan, ev peyam dan: “Her kes li taxa xwe dikare li dijî vê yekê birêxistin bibe û li dijî vê bêexlaqiyê berteka xwe nîşan bide.”
Ciwanên Welatparêz, li Wanê li dijî tiryakêşî, fihûş û polîkayên şerê taybet çalakiyeke nû dan destpêkirin. Ciwanan li gelek taxan meş li darxistin û li dijî polîtîkayên şerê taybet xwestin ku gel hestiyar be. Duh di derengiya şeve de li taxa Koyîçî ya Artemêtê meşek hate lidarxistin. Meşa ku gelek ciwan beşdar bûn pankarta “Li Kurdistanê de em rê nadin şerê taybet” hate vekirin. Ciwanan li taxê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
Piştre ciwanan li dijî polîtîkayên şerê taybet daxuyanî dan. Di metna daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewlet dixwaze tiryak û fihûşê li bajar û kolanên Kurdistanê belav bike û hedefa van polîtîkayan ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ne.
‘DIVÊ HER KESE LI DIJÎ VÊ YEKÊ BERTEKA XWE NÎŞAN BIDE’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ciwanên ku dikevin bin bandora van polîtîkayan ji civak û ji malbata xwe qut dibin û sîxurtî li wan tê ferzkirin. Divê ciwanên welatparêz û gel di vê mijarê de baldar bin û ji bo vê têkoşîneke bênavber pêwîst e. Dewleta Tirk xwest gelê Kurdistanê bi awayeke fiîzîkî qir bike, gelê Kurd li dijî şewitandine gundan û polîtîkayên koçkirinê hebûna xwe parast. Dewleta ku di qirkirina fîzîkî de bi serneket niha jî li dijî ciwanên welatparêz polîtîkayeke bêexlaq birêve dibe. Dewleta dixwaze di warê pisîkolojîk de bi ser bikeve. Em ê li dijî vê her tim têbikoşin. Her kes li taxa xwe dikare li dijî vê yekê birêxistin bibe û li dijî vê bêexlaqiyê berteka xwe nîşan bide.”