MÊRDÎN – Nivîskar Pakrat Estûkyan di konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk a li Mêrdînê de axivî û destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Ermen û hemû gelên din jî girîng e.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Mêrdînê “Konferansa Konferansa Gelan, Baweriyan û Hevjiyana Demokratîk a li Mezopotamyayê” ya li Mêrdînê bi panelan ve domand. Panela ku bi moderatoriya parêzer Ahmet Ozmen ve hate lidarxistin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate gotûbêjkirin.
ESTÛKYAN: DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ
Dîroknas Mehmet Bayrak, qala pêvajoya erdîgariya Mezopotamyayê kir û got Mezopotamya xwedî çavkaniyeke dîrokî ye.
Berpirsiyarê rûpela Ermenî ya Rojnameya Agosê Pakrat Estûktan, qala dîroka berê Komkujiya Ermenan kir û diyar kir ku polîtîkayên deweletê yên 100 salan xwe dispêre hişmendiya tekparêziyê. Estûkyan, destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Kurd û Tirkan çi qas girîng be ji bo gelên Ermen, Suryan, Ereb û yên din jî ewqas girîng e. Estûkyan, diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê.
BURÇ: EM HEVÛDIN BINASIN
Gerînendeyê Giştî yê Îlke TV’yê Eyup Burç, destnîşan kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan pir girîng e û got: “Em çi qas baş hevudin binasin dê şansê me yê avakirina civaka demokratîk ewqas zêde bibe.”
GULTEKÎN: DIVÊ EM KARIBIN BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ VE BIJÎN
Zimanzan Omer Gultekîn, diyar kir ku pênasekirina gelan wek “reng” ne rast e û ev tişt got: “A rast em hemû gelên vê axê ne. Em ne reng in. Em mirovên vir in. Em li vir dijîn. Ger Îngilizek were vir bijî dibe reng lêbelê Kurd, Ereb û Suryan ne reng in. Divê me bi zimanê me ve qebûl bikin. Divê em karibin bi zimanê xwe yê dayikê ve bijîn.”
GENÇ: DIVÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK BÊ LÊKOLÎNKIRIN
Koordînatora Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk Yuksek Gençê, diyar kir ku çareseriya qeyranan di rastiya dîrokî de ye û got: “Divê fikra neteweya demokratîk a rêzdar Ocalan ji nû ve bê lêkolînkirin.”