AMED – Platforma Ciwanên Welatparêz, di daxuyaniya xwe de ragihandin ku dê di 17’ê Cotmehê de bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” li Amed û li Bursayê meşê li dar bixin.
Platforma Ciwanên Welatparêz, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkildarî meşa ku dê bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” li dar bixin daxuyanî dan. Daxuyaniya ku li Bircên Ben û Senê hate lidarxistin de gelek siyasetmedar û ciwan beşdar bûn. Kurdiya daxuyaniyê ser navê Xwendekarên Azad Medya Aslan, Tirkiya daxuyaniyê jî ser navê meclisa ciwanan a DEM Partiyê Celal Ozer xwend.
‘DÊ HÊZÊN KOPLOGER NEGHÎJÎN ARMANCA XWE’
Endama Platforma Ciwanên Welatparêz Medya Aslan dî destpêka daxuyaniyê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîden aştî û demokrasiyê, jin û ciwanên welatparêz û gelê Kurd silav kir. Medya Aslan diyar kir ku Komploya 9ê Cotmehê dê tu car bi ser nekeve û wiha got: “Destpêkê em Komploya Navdewletî ya 9ê Cotmehê lenet dikin û diyar dikin ku hişmendî û armanca komployê dê tu car bi ser nekeve. Em wek ciwanên welatparêz dibêjin ku heya ku komploya navdewletî bi tevahî ji holê rabe em ê tekoşîneke bênavber bimeşînin. Wekî tê zanîn pêvajoya ku em di tê de dijîn pêvajoyeke pir girîng e. Ji ber ku, hêzên hegemonîk dixwazin berjewendîyên xwe yên cîhanî, bi taybetî jî berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk bînin. Beranberê vê yekê, hêzên demokratîk yên gelan jî bi tekoşîneke biheybet li ber xwe didin.”
‘XETA RÊBER APO XETA CIWANÊN WELATPARÊZ ÊN APOYÎ NE’
Di berdewama axaftina xwe de Medya Aslan diyar kir ku gelê Kurd pêşengtiya tekoşîna hêzên demokratîk dike û wiha got: “Di ferqê de ne ku ji rojên dîrokî re derbas dibin. Rêber Apo di qonaxeke wiha de, bi bangewaziya xwe ya dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Beranberê xeta netew-dewletê alternatîfa Neteweya Demokratîk xurtir kir. Bi vî awayî hêviya azadiya gelan, jin û ciwanan ji berê xurtir kir. Ji aliyekî ve ked û hewldanên Rêber Apo heya dawiyê hêviya azadiyê xurt dike, lê ji aliyê din ve nêzîkatî û destgirtinên Dewleta Tirk derbarê pêvajoyê de bêbaweriyekê pêk tîne. Ji ber ku, hê jî êrîşên li ser zimanê kurdî, polîtîkayên zext û îşkenceyê, girtin û binçavkirinê didomin. Dîsa bi taybetî li ser jin û ciwanan polîtîkayên gefxwarin û sîxurtiyê, hişbir û fuhûşê di dewrê de ne. Ya herî girîng jî li rojavayê Kurdistanê hişmendiya înkar û îmhayê berdewam dike. Ferasetên tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û bê statû hiştina gelê kurd ji holê ranebûne. Çawa ku Rojava xeta Rêber Apo ya sor e di heman demê de xeta sor a ciwanên welatparêz ên Apoyî ye jî.”
'PÎVANA PÊVAJOYÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE'
Medya Aslan destnîşan kir ku tecrîda li grava Îmraliyê didome hêj ji holê ranebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi giştî em dizanin ku pêvajoyên aştiyê, avêtina gavên rast û gavên esasî yên şênber dixwaze. Dîsa tê zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo bi tevahî ji holê ranebûye û heya ku pergala Îmraliyê di dewrê de be, hişmendiya aştiyê pêk nayê. Ji ber vê yekê, em baş dizanin ku pîvana pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Reber Apo ye. Dîsa em diyar dikin ku em jinên ciwan û ciwan ji roja ewil heta niha xwedî li vê pêvajoya ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo li bin navê ‘Aştî û Civata Demokratîk’ hatiye destpêkirin derketin.”
‘EM BI VÊ MEŞA XWE DIXWAZIN PÎVANÊN PÊVAJOYÊ ZELAL BIKIN’
Di dawiya axaftina xwe de Medya Aslan bang li ciwanên welatparêz kir ku bi awayeke kolektîf xwe tev li pêvajoyê bikinû wiha derbirî: “Di vê pêvajoyê de, di çarçoveya Manîfestoya Aştî û Civata Demokratîk de, em xwe bi rêxistin dikin û bi famkirinên manîfestoyê bi xebateke komunal û kolektîf ava dikin. Em di vê zanebûnê de ne ku ,divê em bi ruhekî komunalist erk û berpirsyariyên xwe pêşengîtiyê yên ku dikevin ser milê me, pêk bînin, rist û misyona xwe bînin cih. Li ser vê bingehê, em wek Platforma Ciwanên Welatparêz, 18ê cotmehê, roja şemiyê, li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi dirûşma ‘Bi Rêberê Azadiyê re ber bi jîyana azad ve’ meşa ciwanan didin destpêkirin. Em ê li Kurdistanê ber bi sûrên Amedê ve bimeşin, li Tirkiyeyê jî ji Bursayê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em bi vê meşa xwe dixwazin pîvanên pêvajoyê zelal bikin. Em bang û gazî li hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê, li hemû jinên ciwan, ciwanên welatparêz û li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin;
werin, em xwe birêxistin bikin, bi Rêberê azadiyê re azad bijîn!”