STENBOL- Rojnamevan Hakan Tosûn ê hat qetilkirin, dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin.
Merasîma cenaze ya rojnamevan, derhêner û ekolojist Hakan Tosûn ê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê hat derbkirin û hat qetilkirin, dê di 16'ê Cotmehê de bê lidarxistin. Dê beşdar ji bo cenaze saet di 13.00'an de li Qada Nûrtepe ya Stenbolê kom bibe û heya Xemxaneya Nûrtepeyê bimeşe. Piştî merasîma li Cemxaneya Nûrtepeyê, cenaze dê li Goristana Ayazagayê bê definkirin.