ENQERE - Civîna komisyonê ku ciwan û jinan fikirên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de anîn ziman bi dawî bû.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin, civîna xwe ya 15'emîn li dar xist.
Di civînê de ku wekî du rûniştinan hat li dar xistin, guhd li Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA), Weqfa Tîma Teknolojiyan a Tirkiyeyê (T3), Koma Avakarên Aştiyê ya Ciwan, Forûma Rêxistinên Ciwanan, Komeleya Ciwanan a Anatolyayê, Yekîtiya XWendekarên Tirk a Neteweyî, Komeleya Jinan û Demokrasiyê (KADEM), Komeleya Jinan a 29'ê Cotmehê, Înîsyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye, KOmeleya Jinên Karsaz a Tirkiyeyê (TÎKAD) û KOmeleya Perwerdehî û Piştevaniyê ya Hazarê hatin guhdarkirin.
Piştî axaftina hemû beşdaran civîn bi dawî bû.