AMED - Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, meşa ciwanan a bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” hedef nîşan dabû. Li ser vê yekê, herî kêm 8 ciwan hatin binçavkirin.
Platforma Ciwanên Welatparêz a Demokratîk di 18’ê Cotmehê de li Amedê meşa “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” meş li dar xist. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ku duh beşdarî Civîna Ewlehiya Bajar a Amedê bû, ciwanên tev li meşê bûn hedef nîşan da. Li ser vê hedefgirtinê, îro di danê sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Herî kêm 8 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Bi hinceta biryara nepeniyê, têkildarî sedema binçavkirinê tu agahî bi parêzerên ciwanan re nehatin parvekirin.