WAN - Elî Moteî ê ji rojhilatê Kurdistanê, pêşangeha xwe ya berhemên ji hesinên xurdeyan çêkirî vekir. Moteî, got: “Armanca min a esasî ya ji pêşangehê, dixwazim vebêjim ku huner meseleyekî zêhnê ye.”
Hunermendê peykerên hesin ê ji rojhilatê Kurdistanê Elî Moteî, li Wanê bi navê “Hesin, Agir û Vejîn” pêşangehek vekir. Pêşangeh, di navbera 19-20’ê Mijdarê de li Galeriya Hunerê ya Rêya Armûşê hate ziyaretkirin. Moteî ku hesinên hatine avêtin ji xurdefiroşan kom kir, ev hesin veguherand berhemên hunerî. Bi vê yekê re jî bal kişand ser qirkirina ekolojîk û veguherînê. Peykerê di têketina pêşangehê de cih girtî jî peykerê Masî Bergê (Încî Kefalî) bû ku 350 kîlo ye û 3 metreyan bilind e.
Moteî ku ev 8 sal in li Wanê dijî, têkildarî pêşangeha xwe û eleqeya gel axivî.
‘HUNER MESELEYEKE ZÊHNÊ YE’
Elî Moteî ku hesinkariyê dike, heta niha 7 pêşangeh li dar xistiye û got ku cara ewil e li Wanê pêşangehê li dar dixe. Moteî, da zanîn ku ji xurde û parçeyên hesinan peykerên cuda çêdike û got: “Her peykerek xwedî peyameke cuda ye. Armanca min a esasî ya pêşangehê, dixwazim vebêjim ku huner meseleya zêhnê ye. Heke hûn bixwazin hûn dikarin ji beravêtiyan hunerê biafirînin. Li şûna avêtinê, hûn dikarin veguherînin berhemeke hunerê ya gotina xwe dike. Piştî komkirina hesinan, li dikana xwe wan vediguherînim peykeran. Milet piranî bi qîmeta hunerê nizane û qîmetê nadin hunerê. Tiştên derveyî hunerê bala wan dikişînin. Mixabin li erdnîgariya me tu qîmeta hunerê nîne. Li gorî min vê jî eleqeya xwe bi perwerdeyê heye. Li şûna ku qîmetê bidin huner, tiştên baş û xwendina pirtûkan, piranî qîmetê didin zewqên dinyayî û pereyan. Mixabin Ewropa di vê mijarê de ji me gelek pêşketîtir e. Ji bo hemû hunermend, bijîşk û endezyarên me derfetên jiyanê ava dikin. Li cem me ne rêzê ji bo hunermendan digirin ne jî alîkarî jê re tê kirin.”
DI HER BERHEMEKÊ DE PEYAMEKE CUDA HEYE
Di berdewama axaftina xwe de Moteî destnîşan kir ku her berhema wî xwedî peyamek e û axaftina xwe wiha qedand: “Mesela, fîgura keştiya çar kes tê de hene, heye. Keştî qul bûye, hundirê wê bi avê tije dibe. Du kes hewl didin ava ketiye hundir derxînin. Yên din jî dibêjin ‘di rexa me de av nakeve hundir. Ev ne pirsgirêka me ye.’ Lê nizanin dema keştî noqî avê bû dê tevek jî bimirin. Welatê me jî wisa ye. Gelek kes di mijarên weke ax û welatê me de dibêjin ‘ev ne pirsgirêka min e.’Lêbelê heke pirsgirêkek hebe ev ji bo her kesî ye. Divê em hişyar bibin û daxwaza mafên xwe bikin. Serkeftin tenê bi yekitiyê dibe. Kesek nikare bi tena serê xwe tiştekî bi dest bixe. Mezintirîn pirsgirêka me ew e ku em baş ne di ferqê de ne. Ciwanên me niha di rewşekî baştir de ne Hestiyariya di nav wan de zêdetir e. Hêvîdairm ku weke civak em dev ji çavsoriya bo mal û milk berdin û di neviyên xwe de zanetî û hestewariyê pêş bixin.”
