AMED - Derhêner Veysî Altay diyar kir ku bandoreke mezin a sînemaya Kurd li ser ziman û çandê heye û got: "Kurd, bi rêya sînemayê derdê xwe, bexwedan, êş û serpêhatiye xwe bi temaşevanan re parve dike."
Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzatoriya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê, di navbera 7-14’ê Kanûnê de 3’yemî Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê hat lidarxistin. Mihrîcan, bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” hat lidarxistin. Li gel fîlm û belgefîlmên Kurdî, gelek gotûbêj jî hatin lidarxistin.
Derhêner Veysî Altay ku tev li mihrîcanê bûbû, bal kişand ser bandora sînemayê ya li ser ziman û çandê û got ku mihrîcanên fîlman bandoreke mezin li ser pêşxistina çand û zimanê Kurdî dikin. Altay, bal kişand ser zêdebûna hejmara mihrîcanan û got: “Me 3 meh berê Mihrîcana Belgefîlman a Amedê li dar xist. Ew jî gelek baş derbas bû. Ji bo temaşevan û derhêneran cihê keyfxweşiyê bû. Sê meh piştî vê mihrîcanê jî îcar 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê hat lidarxistin. Vê jî rê li ber kelecanê vekir. Ji ber ku 54 fîlm û 150 mêvan hebûn. Bertekên temaşevanan gelek erênî bûn. Ev jî cihê keyfxweşiyê ye.”
ÇAND Û ZIMAN
Di berdewamê de Altay bal kişand ser girîngiya mihrîcanê ya li ser sînemaya Kurdî û got: “Mihrîcan, ji bo sînemaya Kurd û Kurdistanê girîng e. Ji ber ku Kurdistan ne welatekî fermî ye. Lewma jî sînemagerên Kurd bi rêya van mihrîcanan xwe digihînin temaşevanan û dikarin bi rêya van mihrîcanan çîrokên xwe vebêjin. Lewma mihrîcan pir girîng in. Di van demên dawî de mihrîcanên fîlmên Kurdî zêde dibin û ev jî cihê keyfxweşiyê ye. Li Amedê 2 mihrîcan hene, li Dihok û Silêmaniyeyê hene. Jixwe li Ewropayê gelek mihrîcanên fîlman ên Kurdî tên lidarxistin. Ev jî cihê keyfxweşiyeke mezin e. Afirîneriya sînemagerên Kurd nîşan dide. Di mijara çand û sînemayê de gelek afirîner in. Kurd, bi rêya sînemayê derdê xwe, berxwedan, êş û çîrokên xwe digihînin temaşevanan. Ne tenê bi temaşevanên Kurd re, bi temaşevanên cîhanê re parve dikin.”
Altay, got ku sînemaya Kurd bi hev re tevdigere û wiha domand: “Ev yek girîng e. Hewceye em bikin ku fîlmên li Kurdistanê tên çêkirin bên ba hev. Pirsgirêkên madî jî dikin ku sînemaya Kurd zêde belav nebin. Sînemaya Kurdistanê ji hêla madî ve zehmetiyan dikêşe. Dema dixwazim fîlmên xwe çêkim, zehmetiyên mezin derdikevin holê. Hêj jî sînema û saziyên ku dikarin alîkariyê bidin sînemayê nehatine cem hev. Mihrîcan hinek bi vê rolê radibin. Ji bo sînemayê divê sazî û dezgeh budçeyekê veqetînin.”
OTOSANSUR
Altay, axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka herî mezin a sînemaya Kurd, otosansur e. Li Tirkiyeyê di qada çandê de jixwe sansurek heye. Dema mesele dibe sînemaya Kurd, îcar otosansur derdikeve holê. Weke mînak, çîrokên em di fîlmên xwe de cih didinê bi xwînê hatine nivîsandin û dema te hewl da biguherînî, wê demê tu xiyanetê lê dikî. Divê em tavilê vê mijarê bixin rojeva xwe û sînemaya Kurd azad bikin.”
MA / Fethî Balaman
