ENQERE - Civîna Serokê Meclis û Komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş û koma nivîsandinê bi dawî bû. Fetî Yildiz ê ku beşdarî civînê bû, parve kir ku dê dema komîsyonê bê dirêjkirin.
Civîna Serokê Meclis û Komîsyonê Numan Kûrtûlmûş ya bi nûnerên partiyên siyasî re ku ji bo nivîsandina rapora ku dê komîsyon amade bike hatin diyarkirin, bi dawî bû. Parlamanterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Mûrat Emîr, Serokê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya û Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul di komê de cih girt.
Piştî civîna ku zêdetirî saetekê dewam kir, Emîr pirsên rojnamevanan bersivand û got ku dê Serokê Meclisê daxuyaniyeke nivîskî parve bike. Fetî Yildiz jî têkildarî naveroka civînê agahî parve kirin. Yildiz got ku civîn baş derbas bûye. Yildiz da zanîn ku koma nivîsandinê biryar girtiye ku dê roja Çarşemê saet di 14.00'an de bicive û got ku dê dema komîsyonê bê dirêjkirin û ji bo vê jî dê roja Pênçşemê bicive.
