ENQERE - Lîbyayê ji bo lêkolînkirina qezaya balafirê ya li Enqereyê şandeyeke pispor şand Tirkiyeyê.
Lîbya ji bo lêkolînkirina qezaya ku Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê Mihemed Elî El-Hedad û şandeya leşkerî ya ji pênc kesan pêkhatî tê de, şandeyek pispor şand Enqereyê.
Di demeke wiha de ku Serdozgeriya Giştî ya Enqereyê lêpirsîna li ser qezayê didomîne, Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê daxuyand ku Wezareta Veguhastinê şandeyeke pispor şandiye Tirkiyê da ku lêpirsînê bişopîne û derbarê şert û mercên bûyerê de agahî berhev bike. Şande dê rapora xwe ya berfireh pêşkêşî rayedarên têkildar ên Lîbyayê bike.
Tê payîn ku cenazeyên ku prosedurên wan li Saziya Tiba Edlî qediyane, ber bi Lîbyayê ve şandin.
