ŞIRNEX - Kedkarên tenduristiyê Şeyhmus Dûrsûn, Eyup Ergen û Abdulazîz Yural ên ku di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bıbîranîn.
Ajovanê ambulansê Şeyhmus Dûrsûn, hemşîre Eyup Ergen û xebatkarê tenduristiyê Abdulazîz Yûral ên ku di navbera salên 2015-2016'an de li navçeya Cizrê ya Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bîranîn li Goristana Asrî ya navçeya Cizrê hat lidarxistin. Nûnerên Komeleya Alîkarî, Piştgirî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) û gelek kesên din beşdar bûn.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Şirnexê di bîranînê de axivî û got: "Em li vir in da ku şehîdên xwe yên aştiyê bibîr bînin. Em li ser gorên hevalên xwe ne ku bedelên giran ên ku ji bo ked, demokrasî, aştî û azadiyê li van axan hatine dayîn tînin bîra me. Ew navên wan kesan in ku li hember zilmê serî netewandin, bêdeng neman û ji daxwaza xwe ya edalet û wekheviyê daneketin."
Kaya got: "Şehîdên Aştiyê yên SES'ê ne tenê windahî ne; ew sembolên ked, aştî û israra li ser jiyaneke bi rûmet in. Di demeke wiha de ku kesên aştiyê dixwazin tên hedefgirtin û kesên azadiyê dixwazin tên cezakirin. Ew dudilî nebûn ku rastiyê biqîrin. Wan bi jiyana xwe bedel dan, lê têkoşîna xwe di dîrokê de nivîsandin. Ji ber vê yekê ye ku îro em ne tenê şînê digirin; em gotina xwe zêde dikin. Aştî ne qenciyek e, mafek e ku bi ked û fedakariyê tê bidestxistin. Lêbelê, aştiya rastîn bêyî azadiya kedê, demokrasiya xurtkirî û edaletê nikare mayînde be."
Piştre Hevseroka SES'ê Nazan Karacabey axivî û bûyerên 10 sal berê bi bîr xist û got: "Di hundirê me de hêrs û êş heye. Em di nav vê êşê de têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Soza me ji hevalên me re heye. Em ê wan ji bîr nekin. 10 sal in em dibêjin ku aştî dê were vê herêmê. Em ê ji bîr nekin û em ê nehêlin ku ew werin jibîrkirin."
Bîranîn bi dua û danîna qurnefîlan li ser goran bi dawî bû.
