Mêrên li mal man 18 jin kuştin

  • rojane
  • 09:15 2 Nîsan 2020
  • |
img
AMED - Piştî vîrûsa corona li Tirkiyeyê belav bû û ji bo parastinê banga "Li mal bimîne" hat kirin, 18 jin ji aliyê mêrên li malê man ve hatin kuştin. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Hatîce Demîr, diyar kir ku bi biryara nû ya HSK’ê li dijî mafê jiyanê yê jinê, tenduristiya mêrê ku tundiyê li jinê dike tê parastin. 
 
Li Tirkiyeyê şewba vîrûsê roj bi roj belav dibe û zêde dibe. Ji ber vîrûs belav dibe, ji bo parastina li dijî şewba vîrûsê banga "Li mal bimîne" tê kirin. Lê li hemberî vê yekê tetbîrên tundiya li malê nayê stendin. Piştî ev bang hat kirin rêxistinên jinan fikarên xwe anîn ziman û hişyarî kirin ku bi vê yekê dê tundiya li ser jinê zêdetir bibe. Di 11'ê adarê de piştî kesê yekem bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da, têkildarî banga 'Li mal bimîne' rêxistinên jinan rayedar hişyar kirin ku dê tundiya li ser jinan zêde bibe û xwestin tedbîr bêne girtin. Di 2 hefteyên pêvajoya li malê de 18 jin ji aliyê mêrên li malê nan ve hatin kuştin. Rêxistinên jinan ên Tevgera Jinen Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û rêxistinên jinan li ser medya civakî hişyarî kirin û xwestin tedbîr bêne girtin. Lê ji ber tedbir nehatin girtin, tundî û kuştina li dijî jinê zêde bû. 
 
MAFÊ JINÊ YÊ JIYANÊ NAYÊ DÎTIN
 
Rêxistinên jinan li ser medya civakî hewl didin xwe bigînin hemû jinan û peyama "Hûn ne tenê ne" bidin wan. Rêxistinên jinan diwazin bi vî rengî piştgiriyê bidin jinên rastî tundiyê tên û wan bi tenê henêlin. Rêxistinên jinan dixwazin ku di çarçoveya kampanyayê de jinên rastî tundiyê tên, xwe bigînin Xeta Alîkariya bi lez a li Dijî Tundiya Nava Malê, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Xeta Piştgiriya Civakî ya Alo, Komeleya Jinan a Rosa û Navenda Bangê ya polîs û 122'an û alîkari bixwazin. Rêxistinên jinan diyar kirin ku Lijneya Hekîm û Dozgeran di 30'ê Adarê de biryara tedbîrê girtin û ev biryar li şûna mafê jinê biparêze, bêtir tenduristiya mêr derdixe pêş. 
 
NAVENDÊN PARASTINÊ SIST TÊNE GIRTIN
 
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Hatîce Demîr, têkildarî tundiya li mal li dijî jinê zêde dibe fikar û pêşniyarên xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re anî ziman. Prz. Demîr, diyar kir ku bi biryara nû ya HSK’ê li dijî mafê jiyanê yê jinê, tenduristiya mêrê ku tundiyê li jinê dike tê parastin. Demîr, ani ziman ku li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji her 3 jinan yek jê rastî tundiya mêrê hevalê xwe tê û piştî şewbê, tundiya li ser jinê zêdetir bûye. Demîr, diyar kir ku piştî şewb li Çînê pêş ket, tundiya li malê ji sedî 300 zêde bû û ev yek wan dixe nava fikaran. 
Demîr, da zanîn ku ji ber talûkeya şewbê mêr û jin di heman malê de dimîne û ev yek ji bo jina rastî tundiya mêr tê bêtir talûke ye. Demîr bibîr xist ku ev yek ji bo jinê bêtir rîsk e. 
 
PLANA TERBÎRA BI LEZ 
 
Demîr, da zanîn ku ji xeynî karên bi lez, hemû karên mekanîzmayên hiqûqî dane rawestandin û wiha got: "Em xizmeta piştevaniyê didin jinên ku li malê di bin tundî û talûkeyê de. Erka Polîsan a li gorî zagona hêjmar 6284'an ku ewlehiya canê jinê biparêze, têr nake. Şaredarê Roma ya Îtalya, ji bo jinan yekîneyên têkoşînê yên ku 7/24 saetan amade ye ava kirine. Dîsa welatê Avusturya ji bo vê yekê zagonên taybet amade kirine. Di pêvajoya şewba vîrûsê de ligel rêxistinên sivîl û saziyên hiqûqê divê dewlet ji bo parastina jinan tedbîrên bi lez bigire. Divê plana bi lez bigire. 
 
12 JIN DI NAVA MALÊ DE HATIN KUŞTIN 
 
Demîr, anî ziman ku li gorî daneyên saziyên jinan di nava 2 hefteyan de 18 jin hatin kuştin û ji van jinên hatin kuştin 12 jin li malê ji aliyê mêr ve hatin kuştin û wiha got: "Li Amedê Dilek Kaya hat kuştin. Me ji bo alîkariya hiqûqî xeta telefonê û online amade kiriye. Divê jin xwe malê bi tenê hîs nekin. Divê em hemû mekanîzmayên xweyên parastinê têxin meriyetê. Jin dikarin li 155 Polis, 156 esker, 183 wezaret û ji baroyan alîkariyê bixwazin. Ger ku jin û mêr di heman odeyê de bin, Divê bernameya KADES'ê daxin telefona xwe û bi tûşekê alîkarî bixwazin. Ji bo alîkariyê dikarin serî li kesên sêyem3in bidin. Îxbara kesên sêyemîn derbasdar e. 
 
Demîr, herî dawî diyar kir ku bi biryara nû ya HSK’ê li dijî mafê jiyanê yê jinê, tenduristiya mêrê ku tundiyê li jinê dike tê parastin. 
 
MA / Aydin Atay

Sernavên din

02/04/2020
12:41 Tulay Hatimogulllari: Daxuyanî ne zelal in
12:01 Xizmetkarên tenduristiyê dê Taşçioglu bi rêzgirtinê bibîr bînin
11:52 30 leşkerên terhîs girtine hefteyeke di karantînayê de ne
11:32 Meclîsa Kantona Hesekê: Dê li dijî Koronavîrusê tedbîrên hişk bên girtin
11:07 Xwestin înfaza girtiyê nexweş Sabrî Kaya taloq bikin
10:45 Işik: Qanûna înfazê ji bo mafya û çeteyan hatiye amadekirin
10:41 Li dijî vîrûsê ji DER-MEZ'ê banga ‘dernekeve derve’
10:13 Dolar 6,70'î derbas kir
10:12 Hunermend û nivîskar: Divê ji bo girtiyan înfaza wekhev pêk bê û hemû girtî werin berdan
10:08 Li cîhanê Covid-19: 47 Hezar û 250 mirov mirin, 185 hezar mirov sax bûn
09:49 Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû: Torên piştevaniyê haveyna jiyana nû ye
09:48 Divê di sererastkirina înfazê de hesabên polîtîk neyên kirin
09:48 Civaknas Dara: Piştgiriya van rojan jiyanî ye
09:17 ‘Ji bo ku ji zindanan cenaze dernekevin bibin deng’
09:16 'Li ber me du vebijêrk hene an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter'
09:15 AKP, ji bo Qenal Stenbolê li pêyî 'keysperestiyê' ye
09:15 Mêrên li mal man 18 jin kuştin
09:13 'Qanûna înfazê divê her kesî daxilî nav xwe bike'
09:12 Aborînas Yoruk: Wê di sektorên fînansê de qeyran pêş bikeve
09:10 Guven: Deriyê zindanan vekin
09:09 Di rojên coronayê de malên xwe bikin dibistanên kurdî
09:07 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em dikarin bi piştevaniyê ji derheqê vê pêvajoyê derkevin
09:06 2 birayên wî girtî ne: Bira girtî hemû bên berdan
09:03 Di rojên coronayê de eleqeya ji bo ataran
09:01 Girtî li erdê radikevin û sabûn bi 50 TL’î tê firotin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2020'AN
01/04/2020
20:19 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 277
17:00 Li Agiriyê 7 gund xistin qarantînayê
16:49 Di 15 rojan de 15 hezar û 191 karkerên înşaetê ji kar hatin derxistin
16:48 Beştaş: Pakêta înfazê îmzekirina komkujiya li girtîgehan e
16:45 Li dijî zagona înfazê metna hevpar: Yekîtî ji bo demên wisa ne
16:05 Girtiyê li Gumuşhanê ragihand: Girtîgeh xistine karantînayê
15:48 Kampanya #Berîkûvîrûsbikevêbilarojnamegerderkevin hat destpêkirin
15:38 Şêniyên gund li dijî birîna daran dest bi nobetê kirin
15:28 Jiyana zarokê li Licê birîndar bû hêj di talûkeyê de ye
15:12 Koma Şopandina COVID-19 ya TTB'ê pirsên zêde tên pirsîn bersivandin
14:45 Nûçe û çavkaniya nûçeyê ji Rojnameger Kanbal pirsîn
14:39 Xwestin hikumet ji bo kedkarên tenduristiyê yên îxrackirî gav biavêje
14:27 Amed di bin avê de ma
14:22 Mehek şûnde germa laşê ajokarên TIR'an pîvan
14:21 Elîf Kisa ya dayika du astengdaran hat berdan
14:18 Di meha Adarê de 29 jin hatin kuştin
14:09 Hevşaredar Esmez ku tedawiya pençeşêrê dibîne tehliye nebû
13:47 3 taxên Meletiyê xistin karantînayê
13:33 Îmîr: Gef li girtiyên nexweş ên jin hatiye xwarin
13:12 Li gorî Diyanetê berhevkirina zekatê bi reya ÎBAN’ê helal e
13:11 Li Amedê hêjmara kesên bi şewba covît-19 ketine zêde dibe
12:59 Ji bo kampanya dildarî beşdariya bi darê zorê anîn
12:53 Li cîhanê Covid-19: Hêjmara miriyên DYA'yê yên Çînê derbas kirin
12:37 Li Meletiyê banga ‘girtiyan berdin’ hat kirin
12:36 Welatiyê ku ji qarantînaya 14 rojan derket vegot
12:22 KESK: Pêdivî bi piştevaniya civakî heye
12:21 ‘Hêj ne dereng e dayika min a 70 salî berdin
11:56 Li herêmê jiyan ji ber taviya baranê neyînî bandor bû
11:42 Hem li malê dimînin, hem jî hilberînê dikin
11:28 Hevşaredara piştî hat berdan xistin qarantînayê: Li qawîşên biçûk 15-20 girtî dimînin
11:21 OMCT: Li girtîgehên Tirkiyeyê beyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan
11:08 Li girtîgehê bi weazê bergiriya vîrûsa koronayê!
11:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê: Heger wisa dewam bike wê pergala tenduristiyê xera bibe
10:52 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dest bi kampanya îmzeyê kirin
10:42 'Ne welatî divê, dewlet bibe desteka welatiyan'
10:38 'Li Girtîgeha Ordûyê 3 rojan av nedane girtiyan'
10:36 Hevseroka KCD’ê Guven: Îlana têkçûna dewletê ye
10:04 Xizmên girtiyan pirsa ‘Kanê edalet?’ ji AKP’ê pirsîn
10:03 Ocalan dikeve 71 saliya xwe: Çavê Kurdan li Îmralî û berê wan li Enqereyê ye
09:27 Seroka ÇHD'ê: Tevdîr kêm in, girtîgehan vala bikin
09:09 Ambargoya li Mexmûrê didome: Derfetên me neman
09:08 ‘Corona dê bibe sebebê mirina bi hezaran girtiyan’
09:07 Rojnamevan Turfent: Di malbata gardiyanekî de corona hatiye tespîtkirin!
09:06 Daxwaza ji bo berdana girtiyê nexweş ê 85 salî red kirin: Dibe ku bireve
09:06 ‘Di têkoşîna li dijî coronayê de divê dev ji rantê bê berdan'
09:05 Karkerên bê lepik û maske tên xebitandin: Destûra me ya heftane jî hat betalkirin
09:02 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2020'AN
31/03/2020
20:59 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê girtiyan ji ber vîrûsa coronayê îsyan kir
20:08 Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 214, hejmara kesên bi vîrûsê ketine bû 13 hezar û 531
19:07 Endama PEN'a Kurd nivîskar Deryaspî hat berdan
18:39 Hevşaredara Şemrexê Ozaydin hat berdan
18:32 Ji ber nûçeyên der barê coronayê de rojnamevan Kanbal dan ber lêpirsînê
17:59 Teklîfa înfazê berpêşî Meclîsê hat kirin: Girtiyên siyasî ne di nav de ne
17:48 Oluç: Erdogan hesabê numara bankê da û ket dîrokê
17:02 Di EBA TV de perwerdehiya ‘zayendperest’
17:01 KCD: Em kampanyayê îmze bikin, bidin îmzekirin
16:28 Odeya Bijîşkan a Enqereyê: Di 30 kedkarên tenduristiyê de korona hat teşhîskirin
16:26 ‘Dervehiştina girtiyên siyasî rê li pêş cudakariyê vedike'
16:01 Qeyûm ji ber bertekan kurdî aktîf kir
16:01 HRW: Tirkiye têkoşîna li dijî koronayê dixe talûkeyê
15:46 Qeyûm tayînê cihê ezayê muxtar jî kirin
15:33 Girtiya nexweş a 70 salî bi erdê re kaş kirin birin revîrê
15:11 HDP’ê astengiyên li pêş xebatên alîkariyê bir meclîsê
14:42 5 kedkarên tenduristiyê hatin binçavkirin
14:41 TUAYDER: Di serî de Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin
14:11 KESK: Vîrûs wekî AKP'ê cudakariyê naxe nava girtiyan
14:01 Li mala Seferî Yilmaz alava dengir hat dîtin
14:00 Zarokê ku sewal diçirand cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya
13:51 Dostê Kurdan û şoreşgerê Yûnan Glezos jiyana xwe ji dest da
13:51 Hevşaredara Şemrexê ya girtî bi gumana vîrûsê xistin karantînayê
13:50 Walîtiya Osmaniyeyê afîşên vîrûsê yên HDP’ê asteng kir
13:08 Grûp Yorûm: Baweriya me bi gotinên Wezareta Karê Hundir nayê
13:06 Ji ber nûçeyên têkildarî vîrûsa koronayê Rojnameger Oktay Candemîr vexwendin îfadeyê
13:01 Li Edenê 550 kes ji ber vîrûsa korona tên dermankirin