Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye

  • rojane
  • 09:09 6 Nîsan 2020
  • |
img
STENBOL - Endama Lîjneya Rêveberiya CÎSST'ê Berîvan Korkut, anî ziman ku guhertina zagona înfazê daxwazên wan napersivine û wiha got: "Dibe ku bi vê guhertinê li girîgehan pêlê serhildanê pêş bikeve. Daxwaza efûya giştî mecbûriyetek bi lez û bez e." 
 
Li girtîgehan ji ber girti nikarin xwe biparêzin di bin rîska vîrûsa corona (Covid-19) de dijîn. Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa corona belav dibe de çavê hemû civak û malbatên girtiyan lê bû ku bi vê guhertina zagona înfazê hemû girtî bêne berdan. Lê Îqtîdara AKP û MHP'ê qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan, tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. Bi vê guhertinê armanc dike ku 90 hezar girtiyên ji sûcên edlî serbest bêne berdan. Lê girtiyên saysî jî dê neyên berdan. Ji ber girtiyên siyasî nayên berdan û di nava girtiyan de cudakarî hat kirin bertek û nerazibûn zêde bû. Piştî ev guhertin hat rojevê di 31'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê girtiyan çalakî pêk anî. Di 4'ê Nîsanê de jî girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Êlihê çalakî li dar xistin. Îsyan û serhildana giriyan a li dijî zagona înfazê jî zêde dibin. 
 
Têkildarî zagona  înfazê û serhildanên girtiyan Endama Lîjneya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaz û Ceza de (CÎSST) Berîvan Korkut, anî ziman ku ev pergala înfazê salên berê jî hat rojevê û wiha got: "Ev zagona înfazê ya di Komîsyona Edaletê re derbas bû nabe bersîva daxwazên me. Dema em şewba Covid-19 û daxwazên civakê li ber çavan digirin, diviya bû cudakarî neyê kirin. Diviya bû li gorî rêgeza wekheviyê hemû girtiyan têxe nava xwe. Lê mixabin ev pêşnûma nebû bersîva daxwaza civakê. Dema mirov li kite kitê pêşnûnayê dinere gelek xalên şolî hene. Berê jî anîn rojevê. Lê ji ber bertekên civakê rawestandin. Piştî şewb belav bû dîsa anîn rojevê. Ev zagona înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ye. Di vê zagonê de bi awayekî zelal diyar nake ku dê kî bê berdan û kî girtî bimîne. Ji roja şewb belav bû em Efûya Giştî dixwazin. Bi dehan caran me ev daxwaza xwe dubare kir. Lê ev daxwazên me bê encam man. Tevî ku ev pêşnûma dûrî daxwazên me ye, rê li pêş berdana 90 hezar girtî vedike. Ev gavek erêni ye. Ji bo me tişta ezasî ewlehiya girtiyan e." 
 
EFÛYA GIŞTÎ MECBÛRÎ YE
 
Korkut, anî ziman ku di vê pêvajoya ku şewb pir bi lez li her derê belav dibe de ji bo ewlehî û jiyana girtiyan efûya giştî bi lez mecbûrî ye û wiha lê zêde kir: "Ji ber vê şewbê ewlehiya canê girtiyan di rîskê de ye. Ji bo ewlehiya girtiyan Efûya giştî bi lez mecburî ye. Heta ku hêjmara girtiyan pir pir kêm nebe mesafeya navbera mirovan kêm nabe. Ev rê li pêş belavbûna şewbê vedike. Li aliyê din ev zagon ji rêgeza wekheviyê bêpar e. Jiber vê yekê ji niha de li Wan û Êlihê girtiyan serî hilda. Bi vê yekê dibe ku li hemû girtîgehan serhildan û raperîn dest pê bike. Ev rageşî dibe ku zêdetir bibe. Girtî demek dirêj in li benda vê guhertina zagonê ne. Ger ku neyên berdan dê serî rakin û pêşiya vê yekê nayê girtin. Heta niha girtî bi fikra ‘Em rawestin dê Efûya Giştî derkeve' bûn. Niha dibînin ku ev yek pêk nehat." 
 
'DIBE KU SERHILDAN LI GIRTÎGEHÊN DIN BELAV BIBIN'
 
Korkut, da zanîn ku ber daxwaza girtiyan pêk nehat ev çalakiyên bi vîrengî derdikevin holê û wiha lê zêde kir: "Ji ber vê yekê dibe parenîn û serhildan li girtîgehên din jî belav bibe. Weki şewba li girtîgehan belav bibe dibe ku serhildan jî li girtîgehên din belav bibin. Fikarên li cihên girtî li gorî derve bêtir zêde ye. Ger ku ji ber şewbê li girtîgehan mirin çê bibe dê bêtir girtiyan têxe nava fikaran. Ger ku ev yek pêk bê, dê li girtîgehan serhildan pêş bikeve. Ji ber vê yekê ev guhertina zagona înfazê dê pirsgirêkê çareser neke."  
 
EWLEHIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ TUNE 
 
Korkut, herî dawî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Gelek girtiyên nexweş hene. Lê ji ber şewbê girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyan. Ewlehiya canê girtiyên nexweş di bin gefan deye. Girtiyên nexweş dema diçin nexweşxaneyê wan 14 rojan di hucreyê de di karantinayê de dihêlin. Girtî ji ber vê yekê naxwazin biçin nexweşxaneyê. Divê bê niqaş berî her tiştî hemû girtiyên nexweş serbest bêneberdan."  
 
MA / Nacî Kaya 
 
 
 

Sernavên din

07/04/2020
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir