Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’

  • rojane
  • 13:46 6 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê, xwestin ku polîtîkayên têkildarî vîrûsa koronayê yên hatin pêşxistin, divê di warê wekheviya zayendî ya civakî de ji nû de bên nirxandin û daxwaza “Plana çalakiya lezgîn” kirin.
 
Komîsyona Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Jinên Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Baskê Bijişkên Jin û Tenduristiya Jinê ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), pirsgirêkên jinan ên di dema şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) pê re rû bi rû man de daxuyaniyek nivîskî weşandin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di pêvajoya pandemînê ya vîrûsa korona (Kovîd-19) de, li dijî beden û keda jinê îstîsmareke mezin heye. Di rewşên awarte yên şer, krîza aborî, erdhej û nexweşiyên şewban de herî zêde beşên xizan, penaber jin û zarok bi bandor dibin. Bergiriyên di demên wiha de tên girtin jî, ne li gorî wekheviya zayendî ya civakîne. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêk mezintir bibin. Weke her demê di vê pêvajoyê de jî polîtîkayên zext û îstîsmarê yên li ser beden, ked û tenduristiya jinê carek din derdikevin holê û dibe rojev.”
 
TUNDIYA DI NAVA MALÊ DE
 
Di daxuyaniyê de, pirsgirêkên jinan ên di vê pêvajoyê de jiyan wiha hatin rêzkirin:
 
“*Di malê de mayîn, îstîsmar û tundiya di nava malê zêdetir kiriye. Ji ber vê serlêdanên ji bo xetên alîkariya lezgîn û navendên piştevaniyê pir zêde bûne.
 
*Di sektora tenduristiyê de, hejmara xebatkarên jin ne pir kême. Ji bo van jinan bergiriyek têr nehatiye girtin. Ev jin neçarin ku di şert mercên xerab û bê parastin de bixebitin. Ev jî dibe sedem ku hem tenduristiya xwe û hem jî ya zarokên xwe bixin talûkê.
 
* Di vê pêvajoyê de jinên dixebitin destûra bêmûşe ferzî wan tê kirin û bi vê gefê re rû bi rû ne.
 
*Jin di xizmeta tenduristiyê de rastî pirsgirêkan tên. Jinên ku di şertên ne bi ewle de tên xebitandin, nikarên mafên xwe bi dest bixin.”
 
LI DIJÎ TUNDIYÊ PLANA ÇALAK A LEZGÎN 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de pêşniyarên ji bo çareseriyê hatin kirin wiha ne:
 
“* Ji ber vê yekê ji bo pêşî lê girtina vîrûsê divê ji bilî hilberînên bingehîn û neçarî werin rawestandin. Divê van kesên neçarî û ji bo tiştên bingehîn bixebitin jî werin parastin. Çi li saziyên dewletê çi li saziyên taybet divê hemû jin werin parastin. 
 
* Lazime daxwazên jinên xebatkarên tenduristiyê were pejirandin. Lazime jinên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê ne wek destûra bi heq a îdarî were hesibandin. Divê hemû jinên xebatkaren tenduristiyê ji heman mafan sûd werbigirin. 
 
* Em li dijî newekheviya zayendî û neheqiya barê li ser pişta jinê tê hiştin derdikevin. Tenê ne di şertên pandemî de di serdemên asayî de divê parvekirina wekheviyê were dayîn. Çi li saziyê dewletê û çi li saziyên taybet divê ji bo jinên dixebitin destûra dorveger û mûçeyê wekhev were dayîn. 
 
* Di serdema pandemî de pêşî li tundiya li ser jinan were girtin û bi awayek bandor bikeve sepanê. Jinên tundiyê dibînin divê ji xizmetên tenduristiyê û edlî sûdê werbigirin. Lazime xetên serlêdana tundiyê çalak werin xebitîn. Divê hemû jinên tundî li wan tê kirin werin parastin. 
 
* Divê di rewşên wisa de tundiya li ser jinan were belgekirin, tevdîr werin girtin û pêvajoya dozê were birêvebirin. Pêwîste zilamên li jinan tundiyê dikin ji malê werin dûrkirin. 
 
* Xala 11’emîn a qanûna Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) a hejmara 6284’an ku ji bo demek din hatiye hiştin demildest ev biryar paş ve were girtin. Divê efûya îstîsmarkarên cinsî li gorî guhertina yasaya înfazê were derxistin. Divê hejmara 6284’an bi awayek çalak were sepandin û plana çalakiya li dijî tundiya ser jinan bikeve meriyetê. 
 
* Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya jinên dixwazin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û edlî were rakirin û di vê çarçoveyê de saziyen peywîndar birêkûpêkkirina sazîbûn û hiqûqî pêk bînin.  
 

Sernavên din

07/04/2020
11:47 Piştî raperînê girtî hatine îşkencekirin!
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin