Li girtîgehan ji bo rojnamevanan cih tê çêkirin!

  • rojane
  • 09:17 16 Nîsan 2020
  • |
img

STENBOL - Rojnamevanan diyar kir ku îqtidarê bi qanûna înfazê ya nû re careke din dijminatiya xwe ya li dijî civakê nîşan daye û got, valakirina girtîgehan tê wateya cihçêkirinê ji bo muxalif û rojnamevanan. 

Qanûna înfazê ya nû hat qeûlkirin. Lê belê ji xeynî girtiyên siyasî, akademîsyen, xwendekar û rojnamevanan hema bêje hemû kesên girtî û hikumxwar daxilî nav vê qanûnê hatin kirin. Ji ber vê bertek û nerazîbûnên li dijî vê qanûna nû didomin. 
 
QANÛNA ŞERMÊ 
 
Rojnamevan Celal Başlangiç, anî ziman ku îqtidara AKP'ê bi vê qanûnê re careke din nîşan da ku dostê "rêxistinên sûcî yên organîzeyî" ye û "dijminê" kesên bi awayekî azad dikr û ramanên xwe tînin ziman. Başlangiç, diyar kir ku ji roja roj de MHP ev tişt dixwest û got: "Ji zûde ye di navbera AKP û MHP'ê de hevsengiyek heye. Ev qanûn wekî qanûna şermê li dîroka Komara Tirkiyeyê hat nivîsandin." 
 
JI BO MUXALIFAN CIH TÊ ÇÊKIRIN! 
 
Başlangiç, destnîşan kir ku îqtidar ji bo hîmê xwe têkûztir bike wê vê sererastkirinê wekî temel bi kar bîne û got: "Tê dîtin ku îqtidara AKP'ê ji bo ji muxalifan re cih çêbike girtîgehan vala dike. Dibe ku helwesta xwe hişktir bike, pêkanînên cuda têxe dewrê û pêleke girtinê ya nû bide destpêkirin. Helbet wê dîsa çi bibe wê bi kurdan, rojnamevanan û hêzên demokratîk bibe. Ev jî nîşan dide ku rejîmeke yekzilamî ya hîn ceberûtir li benda Tirkiyeyê ye. Li cîhanê nîşaneyên vê yekê hene. B taybetî jî nîşaneyên der barê çapemeniyê de." 
 
Edîtorê sendika.org'ê Alî Ergîn Demîrhan jî anî ziman ku îqtidar qanûneke li gor xwezaya xwe çêkiriye û got, bi vê qanûnê re ên nêzî xwe efû kiriye û yên dûrî xwe jî ceza kiriye. 
 
Demîrhan, anî ziman ku wê bi vê qanûnê re wê Alattîn Çakici û hin serekên çeteyan ku hesasiyeta MHP'ê ne bên berdan, lê belê wê di rewşa xetere de rojnamevan girtîbin. Demîrhan, got: "Bi tabetî jî îqtidar dixwaze hin mirov di girtîgehan de bin. Ev jî rojnamevan, rewşenbîr û kesên siyasî yên vîna bi milyonana e. Îqtidara faşîst divêtiyên karektera xwe pêk tîne." 
 
SINYALA OPERASYONÊ YA LI SER ÇAPEMENIYÊ 
 
Demîrhan, destnîşan kir ku nerazîbûnên ji bo krîza aborî û civakiyî zêdetir dibin û got, îqtidar jî ji bo ev yek bêtir kifş nebe êrîşî rojnamevana dike. Demîrhan, anî ziman ku îqtidar dixwaze mirovan bitrsîne ku nikaribin îtiraz bikin û tiştan bidin ber lêpirsînç. Demîrhan, got: "Ev îqtidar hebûna xwe li ser girtina ser heqîqetê, astengkirina muxalefetê û tepisandina îtirazên demokratîk ên gel ava kiriye. Gotinên Erdogan ku gotibûn ew ê ji vîrûsa siyaset û çapemeniyê jî xelas bibin, nîşan dide ku wê ev êrîş cardin têkeve dewrê." 
 
Nûçegihana ETHA'yê Îsmînaz Temel jî destnîşan kir ku îqtidar bi vê qanûna înfazê re careke din dijminatiya xwe li dijî civak û rojnamevanan nîşan daye. 
 
Temel, anî ziman ku di şev nîvê şevê de ji bo rojnamevan neyên berdan xaleke taybet li qanûnê hatiye zêdekirin û ev jî nîşaneya dijminatiya li dijî rastî û rojnamevaniyê ye. Temel, bilêv kir ku Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de welatê herî paşdemayî ye û got: "Kengî mesele bê ser vê mijarê îqtidar dibêje 'Tu meseleyek me bi çapemeniyê re tuneye. Li Tirkiyeyê çapemenî azad e.' Lê di asasê xwe de berevajî ye. Nêzîkatiya îqtidarê ya ji bo çapemenî û azadiya çapemeniyê, nîşan dide ku polîtîkaya wê ya dijminatiyê timd i dewrê de ye." 
 
Temel, diyar kir ku bê vê qanûnê re ne tenê rojnamevan, civak û rastî jî hedef hatine girtin û got: "Ev pîşe bi xwe û rojnamevan hemû hedef tên girtin." 
 

Sernavên din

16/04/2020
09:47 ‘Yasaya hejariyê’ li Meclîsê hat pejirandin
09:46 Bahçelî got û Çakici hat berdan
09:42 Xebatên Lîjneya Stratejîk a HDP’ê dest pê kirin
09:37 Dayika Zeydan dizanîbû ku kurê wê li derveyî welat dijî
09:37 Serokê Duyemîn ê TTB’ê: Derxistina yasayê tenê têr nake
09:33 'Hemû malbat bi hunerê eleqeder dibin'
09:24 Derûnas Guneş: Wê pêşeroja zarokan reş bikin
09:24 'Di warê hiqûq û wijdanê de pirsgirêkek e mezin e'
09:24 Koçakê di rojiya mirinê de êdî nikare bimeşe
09:24 ‘Qanûna Înfazê derveyî hiqûqê ye’
09:23 304 roj in di rojiya mirinê de ye: Ji bo jiyanê li ber xwe dide
09:21 Dayika Sebahat Tûncelê: Zarokên min dişînin mirinê
09:21 Înîsyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê: Di warê hiqûqî û civakiyî de divê piştgiriya jinan bê kirin
09:17 Li girtîgehan ji bo rojnamevanan cih tê çêkirin!
09:17 Hunermendê girtî Erkan Benlî nameyek şandiye
09:17 ‘Piştî ku bavê min bimire wê wî berdin gelo?’
09:15 Ji bo nexweşa Çolyakê bê berdan daxwazname dan dadgehê
09:15 Dibe ku li Mexmûrê rewşeke ku ‘hessabê wê nikaribe bê dayîn’ derkeve holê
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2020'AN
15/04/2020
20:37 Li Tirkiyeyê 115 kesên din jî ji ber coronayê jiyana xwe ji dest dan
20:08 Cenazeyê Hebûn Kardaş ê HPG’yî rakirin nexweşxaneyê
17:30 KCD: Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bikin
16:47 Pirtûka li dijî koronayê ya ji bo zarokan wergerî kurdî hat kirin
16:26 Gokçekê di rojiya mirinê de: Ji destê kî çi tê divê bike
16:24 Li 227 niştewaran karantîna tê sepandin
16:17 Li Amedê jina 70 salî bi vîrûsa corona jiyana xwe ji des da
15:26 Esker li Licê derketin operasyonê
15:25 KESK: Girtiyên siyasî terkî mirinê kirin
15:21 SÎHA Mexmûr bombe kir: 3 jinan jiyana xweji dest dan
15:14 Li Girtîgeha Tekirdagê fireqansa radyo asteng kirin
14:44 Welatiyê wezaretê jê re got ‘terorîst’ sivîl derket
14:32 Li Mêrdînê gundekî din jî ket qarantînayê
13:53 200 hezar kes li girtîgehan mehkûmê mirinê kirin
13:48 514 rojin li ber xwe didin
13:25 Piştî ku grev li karkeran were qedexekirin dê Meclîs bikeve betlanê
13:17 Li Kolombiyayê girtiyên nexweş serbest berdan
13:00 'Ambargoya li ser Mexmûrê rakin'
12:43 Li Farqînê 8 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketin
12:37 Daxwaza girtiyan a testê li ber çavan nayê girtin
12:33 Li Mêrdînê hejmara miriyan derket 8’an
12:19 Girtiyê nexweş Kaya 5 rojin di qomayê de ye
12:10 Fadil Şenyaşar ê 22 meh şûnve derket pêşberî dadger nehat berdan
12:04 Karkerên medene kirin qampa xebatê
11:56 SOHR: 190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin
11:25 Şenoglu ji Wezîr Soylu pirsî: Gel wê te efû bike?
11:17 HDP’ê Çarşema Sor pîroz kir
11:08 Her êvar li şaneşînê ji bo cîranên xwe kilaman dibêje
11:05 Wezareta Dadê: Tê payîn 45 hezar werin berdan
10:40 Kesên piştgirî dan Koçak hatin berdan
10:36 Şahînoz: Ji bo bandora qirîzê kêm be, divê dahat bê dabînkirin
10:16 ‘Li girtîgehan îzolasyona civakî ne pêkan e'
10:09 ‘Peyamek ji Ocalan wê dîwarên zilmê hilweşîne’
09:25 Berdana girtiyên edlî dest pê kir
09:19 Li dinyayê hejmara kesên bi koronayê ketine ji 2 milyonan derbas bû
09:18 Maskeyên li derve belaş didin, li girtîgehan bi pera difiroşin
09:17 Girtiya nîşaneya vîrûsê pê re heye: Em terkî mirinê kirin
09:16 Wezaretê parast ku tayînkirina qeyûm li gorî zagonê ye
09:15 Li dijî vîrûsa corona karê baxçe derman e
09:11 'Wê nexweşxane têr nekin'
09:10 Bazar hatin girtin, heywan di dest wan de man
09:09 Ji ber şewba coronayê koçer nizanin wê kengî berê xwe bidin zozana
09:08 Xizmên girtiyan: Dewlet xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:08 Prof. Dr. Ustun: Şewba coronayê ji bo mirovahiyê hişyariyek e
09:07 Ocalan: Talûkeya bingehîn a îndustrîyalizmê civakê dike robot
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2020'AN
14/04/2020
20:38 Koca: Belavbûna coronayê tê kontrolkirin, hejmara miriyan bû 1403
20:07 Parêzerên Ocalan ji bo 'redkirina daxwazan' îtiraz kirin
16:31 SES: Ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê tedbîrên pewîst nehatine girtin
16:30 Girtiyên ku agahiya vîrûsê parve kirin ceza xwarin
16:28 Şaredariya Sêrtê wê erdê xwe ji feqîran re biçîne
16:08 2 penaberên li Navenda Paşve Şandinê ya Aydinê hewl da întîhar bikin
16:06 Welatiyan bertek nîşanî afîşên qeyûm dan
15:31 Kesên piştgirî dan Koçak hatin binçavkirin
15:30 CHP ji bo guhertina yasaya înfazê wê serî li AYM’ê bide
15:29 WHO: Li Ewropayê kêm dibe li Tirkiyeyê zêde dibe
15:16 Di Tersaneya Tûzlayê de 53 karker bi vîrûsê ketin
14:54 Li Amedê 4 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:53 DÎSK: Karker dê ferzkirina sefaletê efû nekin
14:15 Paylan: Bi polîtîkayên aştiyê re wê 200 milyar tasarûf pêk were
14:00 Ji Platforma karkeran banga 1'ê Gulanê
13:30 Capemeniya cîhanê: Hamas amade ye agahiyên der barê girtiyên Îsraillî de parve bike
13:25 Maske, lepik û dezenfektanê nadin girtiyan
13:04 Ji Baroya Îzmîrê berteka li dijî ‘înfazê’
12:57 Lîbya: Erdogan hemû peymanan binpê dike
12:48 HDP: Komkujiya Enfalê weke birîneke vekirî hê jî xwîn jê diherike
12:47 HDP'ê ji Meclîsê xwest ku enfal wekî komkujiya li dijî kurdan bê qebûlkirin
12:31 Şaredariya Çinarê deh hezar maske belav kir
12:06 33 hezar û 339 kesên ku jiderveyî welat hatin kirin bin qarantînayê
11:54 Penaber di rewşa xeternak de terkî mirinê tên kirin
11:39 KNK: Ji bo yekîtiya kurdan gavan bavêjin ku enfal dubare nebe
11:04 Zanîngeha Egeyê li dijî vîrûsê dest bi tedawiya plazmayê dike
11:01 Îlham Ehmed: Ger vîrûs belav bibe berpirsiyar hikûmeta Sûriye ye
10:43 Serokê WHO hişyar kir: Zû dawî li sînorkirinan neynin
10:37 Haydar Baş ji ber şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:12 Wê tedawiya kesên bi şewba coronayê ketine bêheq bê kirin
10:09 Jinên tundî li wan tê kirin ji emniyetê paş ve tên şandin
10:07 Li Pasûrê kesek hat girtin
09:56 Çareserî ne qezenc e, parvekirin e
09:55 Ji bo sûcdarên zayendî efû anîn
09:29 ‘Îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne'