Ji Bradostî hişyariya ‘birakujiyê’

  • rojane
  • 09:07 27 Nîsan 2020
  • |
img

SULEYMANÎ - Îskandar Reşîd Bradostî yê ji Eşîreta Bradostan, pêşketinên li Zînê Wertê weke “Pêngava dagirkirina Kurdistanê” nirxand û got: “Divê kurd di çarçoveya yekitiya neteweyî de piştgiriyê bidin hev û destûrê nedin şerê ‘birakujiyê’ ya ku dijmin dixwaze.”

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) hêzên pêşmerge şandin herêm a Zînê Wertê ya Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê. Bi vê yekê re Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) herêm bombebaran kir. Niştecihên herêmê ji ber van pêşketinan ketin nava guman û fikaran. Pêşketinên li herêma dibin kontrola Yekitiya Welatparên Kurdistanê (YNK) de hatin jiyîn, weke plana hevkariya KDP û Tirkiyeyê tê nirxandin. Dîsa ji bo pêşketinên heyî nirxandinên weke astengkirina yekitiya neteweya kurd û dorpêçkirina Qendîlê tên kirin.
 
‘DIVÊ KDP NEBE PARÇEYEKÊ VÊ PLANÊ’
 
Yek ji mezinên Eşîreta Bradost Îskandar Reşîd Bradostî derbarê van pêşketinên li herêm tên jiyîn de axivî û wiha got: “Tirkiye ji salên 2017 û 2018’an ve li dijî herêmê operasyonan bi rêve dibe. Tirkiyeyê di sala derbas bûyî de jî, dibin navê ‘Operasyona Pençe’ de 35 kîlometer qadên herêmên Bradost û Xakurkê dagir kirin. Bi balafirên şer, obus û hewanan gelek cih bombebaran kirin. Li van qadan mirovên sîvîl jiyana xwe ji dest da. Bax û baxçeyên mirovan zirarek mezin dîtin. Sewalên welatiyan telef bûn. KDP’ê li Bradost, Sîdekan û Xinêrê baregehên çavdêriyê ava kirin û xwest liv û tevgera PKK’ê keşf bike. Hewl da gundên Kanîreş, Navmêrgan, Mêrgereş, Alaka, Sîda, Çiayader û Çiyakewt ên herêma Bradost dagir bike. Gel bertekek mezin nîşan da, li ber xwe da û ev plana wan negirt.”
 
Bradostî, da zanîn ku Tirkiyeyê vê carê bi destê KDP’ê hêzên xwe dişîne herêma Zînê Wertê û wiha bilêv kir: “Dixwaze vê herêmê bike bin kontrola xwe. Hewl dide hemû Kurdistana Başûr dagir bike. Divê KDP bi tu awayî nebe parçeyekê plana dijminê dagirker.”
 
‘DIXWAZE QADAN JI HEV VEQETÎNE’
 
Bradostî, anî ziman ku bi vê planê dixwazin xeta Raperîn-Soranê ji hev veqetîn in û wiha pê de çû: “Bi vî awayî dixwazin hemû Herêma Kurdistana Federe dagir bikin. T.C ya dagirker bi van êrîşan, hewl dide xeta Behdînan (Zap, Metîna, Heftenîn) û Soran (Xakurkê, Xinêrê, Dîyala, Sîdeka) ji hev veqetîne. Dixwaze bi vî awayî li ser qada Zînê Wertê serwer bibe û Qendîlê dagir bike. Di heman demê de, hewl dide li ser ava xeta Xabûr, Zap-Avaşîn-Basya û Xakurkê bendavê ava bike. Em liv û tevgera li vê derê dibînin, lê rayedara bi tu awayî dengê xwe dernaxin. Armanc dikin ku li ser hemû avên Kurdistanê bendavan ava bikin. Gajo wê hikumet bendavê ava bike û pirsgirêka ceyranê ya Başûr çareser bike. Lê armanc ne eve. Berevajî vê yekê, dixwazin hemû erdnîgariya dewlemend, binecihên dîrokî û gundên di navbera Kurdistana Başûr û Kurdistana Bakur de bi avakirina bendavan bin av bikin. Gelek gundên me bi vî wayî dagir kirin û gundî ji gundên wan derxistin.”
 
DI HEDEFÊ DE HEMÛ KURD HENE
 
Bradostî, dest nîşan kir ku di pêşketinên li herêma Zînê Wertê tên jiyîn de, tiliya “dijminantiya kurd” heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû partiyên kurd ên siyasî van lîstik û planên qirêj bibin in. Hemû Kurdistana Başûr û kurd di hedefê dene. Ger em pêşiya vê plana qirêj negirin, wê Kurdistan rastî komkujî û jenosîdek mezin bê. Divê PKK bi aqlê selim tevbigere û bisebir be. Divê kurd di çarçoveya yekitiya neteweyî de piştgiriyê bidin hev û destûrê nedin şerê ‘birakujiyê’ ya ku dijmin dixwaze. Teqez divê destûr neyê dayîn ku dijmin li van herêman bê bicihkirin. Ji ber ku wê jiyana hemû kesan bikeve talûkeyê.”
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

29/04/2020
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2020'AN
28/04/2020
19:21 Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
18:02 'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan
17:24 Li Efrînê teqînek mezin rû da: Zêdeyî 38 kes mirin
16:59 Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne
16:15 'Di 5 salên dawî de çend kesan bi "Şaşî" jiyana xwe ji dest dan?'
15:55 Ji Gokçek’ê ku 316 rojin di rojiya mirinê de ye bangewazî
15:36 Wezîr Gul: 120 girtî bi koronayê ketine
15:26 Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin
15:11 Li Aydin 450 malbat bûn xwişk û bira
14:36 ‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’
14:35 Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin
14:21 'Rûsya û DYA berpirsiyarên êrîşa li dijî Kobanê ne'
14:03 Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin
13:36 Beştaş: Destê xwe ji ser goran rakin
13:22 Karkeran ji bo Nexweşxaneyên Covid-19 ji Amedê dişînin Stenbolê
12:52 ‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
12:33 Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?
12:31 Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt!
12:06 Navê Jiyan çima qedexe ye?
11:51 HDP: Bi şewbê re mîlyonek koçber ji kar hatin derxistin
10:41 'Em terkî mirinê kirin'
10:21 Bayindir: Divê em li şûna şerkirinê bibin yek
10:17 HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide
10:09 Xwarina glutensiz nadin girtiyên çolyakê
10:03 SÎHA’yan li Kobanê asayîşek bombebaran kirin
09:53 Dr. Yerlîkaya: Ne rast e ku şewbê di Heziranê de têxin kontrolê
09:47 Li şûna ‘destûra îdarî’ wan şandin mirinê
09:26 Encamên testên xebatkarên nexweşxayan nabêjin
09:25 Yîgît: Li Idlîbê dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê
09:20 Berteka ji bo tabelayên bêyî kurdî: Berdewama asîmlasiyona 100 salî
09:19 Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran
09:18 Di pêvajoya şewbê de xebateke erzan li wan tê ferzkirin
09:18 Ên tê qedexekirin û mexdûrkirin; gel e
09:16 Ocaxên komirê çemê Hêzil û Xabûrê jehrî dikin
09:15 Rewşa darazê ya niha ji ya dema DGM'yan jî xirabtir bûye
09:15 Li 5 bajaran 'Kampanyaya Xwişk û Bira'
09:14 Ozturk: Divê malbat û parêzerên Ocalan pê re hevdîtin bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN
08:09 Ocalan di hevdîtina telefonê de banga yekîtiyê kir
27/04/2020
20:20 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 900
19:36 Erdogan: Wê di di navbera 1-3'yê Gulanê de qedexeya derketina derve bê îlankirin
18:29 Komîteya Tenduristiyê: Îmralî ji bo şewbê ne destdayî ye
17:30 Destûr nadin li Girtîgeha Bunyanê testa vîrusê bikin
17:17 Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî
16:51 Rûpoşên li welatiyan nayên belavkirin pirsîn
16:49 ATK: Hişê Mesût Issi li serê wî ye
16:06 Parêzeran îdianameya der barê Çelîk û Keser de hat amadekirin îtîraz kirin
15:33 Bultena Şopandina Girtîgehan: Divê şandeyek biçe Îmraliyê
15:21 Stêrk TV di 1’ê Gulanê de satalayta xwe diguherîne!
15:06 Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê bi tora piştevaniyê li kolanan têbikoşin
14:52 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere bû
14:33 60 hezar endamên DÎSK'ê ketin bin bandora şewbê
14:28 Doza Leyla Aydemîr cardin talûq kirin
14:16 Di pêvajoya qarantînayê de çekirina avahiyên qaçax zêde bûye
14:10 Tevna Agahazanî ya Perwerdê (EBA) kurdî qedexe kir
13:54 KESK: Îqtîdar raya giştî bi awayek zelal agahdar nake
13:47 Kêliya ku polîs li esnaf îşkence kir ket qeydan
13:24 Koçyigît: Ji bo Gokçek bijî bi lez înîsiyatifê bigirin û gavan bavêjin
13:19 Li Nisêbînê 3 gund kirin qarantînayê
12:59 Jinên Şengalî: Em şerê birakujiyê naxwazin
12:47 Ûca xwest pêşniyaza NY'ê bicih were
12:32 TTB: heke helwest neyê girtin dê li vî welatî bijîjkî nikaribe bê kirin
11:57 Qedexe rabû her kesî berê xwe da goşt
11:44 Yusuf: Tirkiye û rejîm demografiyê diguherînin
11:24 Li Îzmîrê xebatkarên tenduristiyê yên bi virûsê ketine derket 447’an
11:11 Li Cîhanê Covît-19: Hêjmara miriyan 207 hezar derbas kir
09:12 Muezzînoglu: Divê nexweşxaneyên hatin girtîn bên vekirin
09:11 Piştî girtiyên edlî hatin berdan tundiya li dijî jinê zêde bû
09:10 Piyangoya sererastkirina înfazê bersûcên Komkujiya Somayê jî girt!
09:10 Biçûkbûneke micid a aborî li benda Tirkiyeyê ye
09:09 Dîroknas Dînç: Destkeftî bi yekitiya neteweyî dikarin bên parastin
09:09 Dogan: Hiqûqa pêxamber ketiye bin piya
09:08 Xemla biharê kirasê sor li xwe kir
09:08 Ji kesên ku têkoşîna vegera karê xwe dikin pêşniyarên 1’ê Gulanê
09:07 Bendava ku dîrok tune kir veguherî behra zibalê
09:07 MED-DER dest bi dersên onlinê dike
09:07 Ji Bradostî hişyariya ‘birakujiyê’
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN
26/04/2020
21:01 Hejmara miriyên vîrûsê derket 2 hezar û 805 kesan
20:52 DÎAYDER: Êrîşa li dijî gora ne îslamî ye
16:37 HDP: Rêveberê me yê Mûşê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:54 Desteya Kar û Barên civakî: Alîkariya malbatan bikin
15:27 Li Nisêbînê Hasan Tan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:25 DEDEF: Li malên xwe bi findan kesên di 38’an de hatin kuştin bibîr binin
14:07 HDP: Karesat li ber deriye, divê navberê bidin hilberînê
13:50 Di cîhanê de Covid-19: Ewropa amadekariya jiyana asayî dike
13:47 Ji bo Doku dê li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin
13:08 Grup Yorum bertek nîşanî nûçeyên derew dan
12:37 4 roj in balafir li ser Mexmûrê digerin
12:19 Parlamentera Iraqê: Me êrîşa li dijî Zînî Wertê xiste rojeva Iraqê
11:21 Li Colemêrgê 2 gund xistin qerantînayê
11:09 'Girtiyan di qawişekê de kom dikin'
10:09 Derûninas Çerî: Teqez temaşekirina zarokan a ekranê kêm bikin
09:38 Şewb êdî di girtîgehan de ye: Divê AYM bi lezgînî gav bavêje
09:07 Togrul: Guhertina Demografiyê sûcê mirovahiyê ye
09:04 Ji bo girtiyê nexweş kampanyaya îmzeyan
09:04 ‘Demildest girtiyan serbest berdin'
09:03 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnameger bigihîjin azadiya xwe
09:03 ‘Destê xwe ji ser gorên me vekişînin'