Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin

  • rojane
  • 09:42 15 Gulan 2020
  • |
img
ŞIRNEX – Hevşaredarên Silopî dan zanîn ku tevî hemû deyn û astengiyan jî bênavber xebatên xwe didomînin û behsa xebatên xwe yên salek dawî kirin.
 
Li ser şaredariyên HDP’ê û şaredariyên CHP’ê roj naçe ku zext zêde nabin. Her roj li pêşiya van şaredariyan astengî tên derxistin. Şaredariyên HDP’ê tên desteserkirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredaran tên kirin. Heta niha qeyûm tayînî 40 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Vê sibehê qeyûm tayînî 4 şaredariyên din jî yên HDP’ê hatin kirin. Qeyûm tayînî şaredariyên Îdîr, Sêrt û navçeyên Sêrtê Misirc û Xana Hewêl hatin kirin. Tevî van hemû zextan jî şaredariyên HDP’ê yên niha di bin rêveberiya HDP’ê de xebat û xizmetên xwe ji bo xelkê didomînin.
 
Yek ji van şaredariyên HDP’ê jî Şaredariya Silopî ye. HDP’ê li Silopî ji sedî 73.16 dengan bi dest xistibû û di hilbijartinê de bi ser ketibû.
 
Hevşaredarên Silopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk diyar kirin ku ew tevî hemû zext û zordestiyan jî xizmetê ji gel re dikin û behsa pêvajoya salekê xebata xwe kirin.
 
134 MILYON LÎRE DEYN
 
Hevşaredar Adalet Fîdan bi bîr xist ku şaredariya wan berê jî 3 sal ji aliyê qeyûm ve hat birêvebirin û piştî ew hatine ser xebatê têkildarî ziyana ku qeyûm daye şaredariyê lêpirsîn dane destpêkirin. Fîdan bi bîr xist ku wan şaredariyê 134 milyon TL deyn wergirtine û got: “Di qasayê de qirûşek pere tune bû. Saziyên şaredariyê hatibûn girtin. Saziya çandê hatibû girtin û saziya jinan jî dewrî saziyek dewletê hatibû kirin. Her wiha xebatkarên saziya jinan peymana wan hatibû betalkirin û di şûna wan de zilaman girtibûn kar.”
 
SAZIYÊN HATIBÛN GIRTIN VEKIRINE
 
Fîdan got ji bo hin bêtir xizmetek baştir bikin divê di warê ekonomîk de rewşa wan hin baştir be û ji ber deynên şaredariyê gelek xebatên wan dereng hatine xistin. Fîdan da zanîn ku ew bi soza dê şaredariyê bi xelkê re birêve bibin hatine ser kar û heta niha li 13 taxan civînên gel li dar xistine û li daxwazên welatiyan guhdar kirine. Fîdan got piştî ew hatine ser kar saziyên wan ku hatine girtin carek din ji nûve vekirine û bi taybetî girîngî dane Miduriyeta Polîtîkayên Jinan.
 
CIWAN Û XWEZA
 
Fîdan anî ziman ku wan li eraziyek 29 donim çandiniya bostanan kirine û piştî hilberîn çêbibin dê bêpere li gel belav bikin. Fîdan diyar kir ku ew ji daxwazên ciwanan re jî bûne bersiv û rêzeçalakiyên civakî ji bo ciwanan li dar xistine. Fîdan got wan heta niha li 8 taxan 2 hezar û 500 dar çandine û dê ev xebatên wan bidomin.
 
PROJEYÊN JI BO JINAN
 
Fîdan da zanîn ku ew ji bo jinan projeyên wan ên “Bazara Kedê ya Jinan” û “Mala Tenûrê” hene û dê bixin meriyete û di çarçoveya vê projeye de jinan serî li wan daye. Fîdan got dê keda jinan li vir bê firotin. Fîdan bal kişand ser pêvajoya pandemiyê ya vîrûsa koronayê jî û got wan li dijî koronayê têkoşiyane û xebatên li dijî wê birêve birine.
 
ASTENGÎ HENE
 
Fîdan bal kişand ser astengiyên ji wan re hatine derxistin û wan ji bo “xizmetek hevpar” sê çaran serî li Qeymeqamiya Navçeyê dane lê bersiv nedane wan ango li wan nezivirîne. Fîdan anî ziman ku hin xebatên wan bi sedema “ewlehiyê” hatine astengkirin. Fîdan got xelkê wan bi madî û manevî li cem wan disekine û ew bi hêza ku ji xelkê xwe digirin xebatên xwe birêve dibin.
 
XELK JI XEBATÊ RAZÎ YE
 
Hevşaredar Suleyman Şavlûk jî diyar kir ku dema wan nû dewra şaredariyê girtine wek ku qereqolek dewr bigirin û got: “Me şaredariyê kir mala gel û xelk bi rehetî dikare were pirsgirêkên xwe parvebike. Me di çarçoveya xebatên xwe de jî heta niha 110 metrekare kevirên parke bicih kirine. Me gelek rêyan qîr kir. Xebata ku em birêve dibin, xelk bi kêfxweşî pêşwazî dike û ji xebatên me razî ne. Bi taybetî xelkê ku deng nedane me jî xebatên me diecibînin.”
 
24 SAET XIZMET
 
Şavlûk destnîşan kir ku hin astengî ji xebatên wan re tên derxistin û wiha got: “Xizmeta me ya ji bo xelkê tê astengkirin. Em li aliyekî xizmeta gelê xwe dikin li aliyekî jî ceza li wesayîtên me tên birîn. Di serdema qeyûm de ji 100 heb zêdetir karker ji kar hatibûn derxistin. Me 4,5 milyon TL pere tazmînata van karkeran razand. Me mexdûriyeta karkeran çareser kir. Ew kesên ji me re astengiyan derdixin jî performansa xebata me diecibînin. Em ê 24 saetan di xizmeta gelê xwe de bin.”
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir