Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin

  • rojane
  • 16:39 18 Gulan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Bertekên li dijî şaredariyên HDP’ê didomin. Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Sêrtê jinan bi gotina “Em bêdeng nabin natirsinû îtaat nakin” bertek nîşanî qeyûman da.
 
Tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê li gelek bajaran hat şermezarkirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê “darbeya AKP’ê” ye. HDP’iyan di çalakiyan de diyar kir ku dê li dijî polîtîkayên qeyûman bêdeng nebin û heta desthilta AKP’ê di paş de gav navêje têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
SÊRT
 
Meclisa Jinê ya HDP’ê, li ber Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Sêrtê tayînkirina qeyûman şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Dersîm Dag, Ayşe Acar Başaran, Meral Daniş Beştaş, Nûran Îmîr, Remziye Tosûn û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin tevlî daxjuyaniyê bûn.
 
DESTHILAT BI KURDAN RE MIJÛL DIBE
 
Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye û hevşaredarên wan ên ku hatine binçavkirin hê jî derneketine dozgeriyê. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku li gel ku hemû dinya bi vîrûsê mijûl re mijûl dibejî desthilat bi kurdan û desketiyên wan re mijûl dibe û wê nikaribe wan ji gelê wan dûr bixe.
 
JINAN BEDEL DAYE
 
Piştî Korkmaz, Berdevka Meclisa Jinê HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî axaftinek kir. Başaran, diyar kir ku jin dengê xwe li dijî siyaseta qeyûm bilind dikin û wiha got: “Bi vê siyasetê vîna kurdan tune tê hesibandin. Di heman demê de ev li dijî hevserokatiyê ku li hemû dinyayê mînak e jî êrîş e. Heta hatine nûnertiya wekheviya, ji tevgera femînîst û ji tevgera jinên kurd jinan bedel daye.”
Piştî axaftina Başaran dûrişmeya “Em bêdeng nabin natirsinû îtaat nakin” hat berzkirin û bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Jinan di çalakiye rûniştinê de jî dûrişmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Hevseroktî xeta me ya mor e”berz kirin.
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Mêrdînê jî li navçeya Qoserê tayînkirina qeyûman şermezar kir. Rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar tevlî çalakiyê bûn. Polisan xwest bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Mêrdînê destûr nedin çalakiyê. Li ser vê yekê nîqaş derket û polisan vîrûsa koronayê jî ji astengiya xwe re kirin hincet. HDP’iyan bi gotina “ka hûn li halê xwe binêrin” bertek nîşanî polisan da. Piştî vê bertekan HDP’iyan polisa berdevkan dan ber devê xwe.
 
Li gel vê nîqaşê jî HDP’iyan çalakiya xwe li dar xist û daxuyanî dan. Parlamenter Pero Dundar, axaftinek kir. Dundar, di destpêka axaftina xwe de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik ku dema Darbeya 12’ê Îlonê li Zîndana Amedê li hemberî zextên li ser gelê kurd laşê xwe dabûn ber agir û jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Dundar, da zanîn ku AKP’ê bi tayînkirina qeyûman darbe kiriye û got ku çawa li dijî darbeya 12’ê Îlonê rawestiyane dê li dijî darbeya AKP-MHP’ê jî rawestin.
 
AMED
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî li ber Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê çalakî li dar xistin. Li gel hemû astengiyên polisan jî HDP’iyan çalakî li dar xistin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Zeyat Ceylan, axaftinek kir. Ceylan, destnîşan kir ku AKP dagirkirina şaredariyan didomîne û got ku dê li diJî polîtîkaya qeyûman bêdeng nebin.
Ji bilî navendê li navçeyên Licê, Karaz, Pasûr û Hênê yên Amedê jî li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin.
 
ŞIRNEX
 
Li Şirnexê jî li navçeya Cizîrê HDP’iyan li dijî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistin. Çalakî li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat lidarxistin û Parlamenterê HDP’ê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm rejîma darbeyê ye” hat vekirin.
 
SERÎ JI AKP’Ê RE DANAYNIN
 
Parlamenter Ozguneş, di çalakiyê de axaftinek kir û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Ozguneş, diyar kir ku şaredariyên wan bi darê zorê ji wan hatine girtin û wê dîsa şaredariyên xwe bigirin. Piştî Ozguneş, Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku ji peywirê hatiye dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî axaftineke kir û dê serê xwe ji AKP’ê re daneynin û di paş de gav navêjin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê xwest li pêş avahiya HDP'ê ya Yuregîrê çalakiyê li dar bixin û daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta tedbîrên vîrûsa corona xwest çalakiyê asteng bikin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, bertek nîşan da û anî ziman ku çalakiya wan bi awayeki keyfî tên astengkirin. Piştre bi hêjmarek bi sînor li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Li vir pankarta "Hilbijêr vîna me ne. dest nedin wan" vekirin û daxuyanî dan. Nûnerên ESP HDK'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Li vir Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş axivî diyar kir ku tayînkirina qeyûman li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Tayînkirina qeyûman zilm e. Em vê zilmê qebûl nekin. Bila zilma we hilweşe." 
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Talay Hatimogullari jî ewil kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: "Em ê li dijî bê edaletiyê edaletê biparêzin. Em ê her dem bibin dengê edaletê. Em ê her dem li dijî newekheviyê wekheviyê biparêzin. Em ê bibin dengê xizan û betalan." 
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Em ê bi berxewdanê bi ser bikevin" bi dawî bû. 
 
HATAY 
 
Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî li pêş avahiya HDP'ê ya Navçeya Dortyolê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Dortyolê Hidir Simli, diyar kir ku îqtîdarê vîna gel xezp kiriye û ew vê yekê qebûl nakin.
 
 

Sernavên din

20/05/2020
15:15 Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN