Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin

  • rojane
  • 02:33 24 Gulan 2020
  • |
img
AMED – Li Amedê 18 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û darizandin. Dilgeşê biçûk jî li gel parlamenterên HDP’ê li benda biryara ji bo dayika xwe heta nîvê şevê sekinî. Haya wî ji cejnê tune bû lê xema wî dayika wî bû. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got kurd rojên cejnan û rojên taybet ne li gel zarokên xwe li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ferman da û polîsan di 23’ê gulanê de bi ser malên siyasetmedar û aktîvîstên mafê jinan de girt û 18 kes binçav kir. Piştî îfadeyên li Emniyeta Amedê siyasetmedaran birin Dadgeha Amedê û îfadeyên wan hatin girtin. Ji 18 siyasetmedaran 4 kes ewilî hatin berdan û îfadeyên binçavkiriyên din heta berdestî sibê dewam kir. Parlamenterên HDP’ê jî heta ku karûbarên îfadeyan bi dawî bû li koridora Dadgehê li benda biryarê sekinîn. 
 
CEJN NE DI XEMA WÎ DE YE, XEMA WÎ DAYIKA WÎ YE
 
Yek ji van binçavkiriyan endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Gonul Aslan e. Kurê Aslan Dilgeş ê sê sal û nîvî jî li gel parlementerên HDP’ê ji li benda biryara dadgeh a ji bo dayika xwe sekinî ye. Di xema Dilgeşê biçûk de ne cejn e xema wî ew e ku dayika wî were berdan. Mirov dikare bêje ku Dilgeşê biçuk li gel siyasetmedaran Cejna Remezanê li koridora dadgehê  pêşwazî kir. Dilgeş bi saetan li benda biryara ji bo dayika wî were dayîn sekinî. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li karûbarê îfade dayînê dişopand ji ajansa me re axivî û nirxandinek girîng kir. 
 
ROJÊN TAYBET NEMANE 
 
Guven destnîşan kir ku kurda tu demê ne cejnê xwe ne jî rojên xwe taybet bi xweşî, aramî û kêfxweşî derbas kirine û wiha got: “Kurda her tim bi êş, kul û zilmê cejna xwe derbas kirine. Tevahî jiyana kurdan bi zilm û zorê derbas dibe. Ev bi meh û salan nayê ziman. Ev sed sal in li dijî kurdan zilm û zext hene. Ev zext didomin. Zextan dibe ku rengê xwe guhertibe lê zihniyet û mahkeme neguherî ne. Lê ji bo kurdan tiştek neguheriye. Ev sed salin ev feraset li dijî kurdan didome. Her çiqas navê dadgehên wan guherî bin jî lê ji bo kurdan tiştek neguheriye. Kurd di hemû dadgehan de hatin darizandin, darvekirin û cezakirin.” 
 
‘JI DÎROKÊ HETA ÎRO KURD ÎFADE DIDIN’ 
 
Guven da zanîn ku ev darizandin di ji dema Şêx Seîd, Seyîd Riza û Doza 49’an didome û heta roja îro tê û got: “Ji bo kurdan mirov nikare behsa hiqûqê bike. Îro cejn e. Lê bele kurd û siyasetmedarên xwe li koridora dadgehê îfade didin. Hevalên me çi kirine gelo?” 
 
DILGEL LI BENDA BIRYARA JI BO DAYIKA XWE YE 
 
Guven bal kişand ser rewşa endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Gonul Aslan û wiha got: “Hevala me Gonul dayika sê zarokan e. Hevjînê wê li derveyî welat e. Zarokek wê sê sal û nîvî ye. Zarokek wê jî ji ber gurcika xwe nexweş e. Îro êvarê hevalên me lawikê wê Dilgeş anîn ku dayika xwe bibîne. Ew jî li gel me li benda biryara dadgehê ye. Ew cejna xwe pîroz nake. Cejna wî dayika wî ye.” 
 
Guven diyar kir ku endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran jî bi salane ji bo sazkirina aştiyê têdikoşe û niha jî ew li Dadgeha Amedê tê darizandin û cejna xwe ne di nava malbata xwe de li dadgehê pêşwazî dike. 
 
‘KURD LI DADGEH, GIRTÎGEH Û LI SER GORISTANAN CEJNÊ PÊŞWAZÎ DIKIN’ 
 
Guven anî ziman ku ji bo kurdan hiqûqek dijminane birêve tê birin û got: “Ji bo ku kurd nebin xwedî mafên tên darizandin. Tenê sedemek heye ku em tên darizandin. Ew jî ji ber ku em kurd in. Kurd rojên herî xweş li dadgehan derbas dikin. Kurd cejna û rojên taybet li dadgeh, girtîgeh û goristanan pêşwazî dikin. Şev û rojên me li dadgehan derbas dibin. Ev 10 sal in em bi şev û roj tên darizandin. Kurd bi rûxandina gorên zarokên xwe cejnê pêşwazî dikin.” 
 
MA / Bîlal Guldem - Aydin Atay 
 
 
 

Sernavên din

26/05/2020
16:07 15 rêxistinên civakî yên Amedê xwestin girtiyan serbest berdin
15:36 Li Cîhanê Covid-19: WHO li dijî pêla duyemîn hişyar kir
14:46 Zrîngê cenazeyên di bin peyarêyê de hatin veşartin xêz kiriye
14:44 Xwendekarên Tipê bi vîrûsa koronayê ketin
14:05 Derya Aydin: Jenosîda hiş û bîra civakî
13:26 Orhan mirina bi guman leşker bir rojeva meclisê
12:50 Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir
11:17 ‘Em ê dest ji têkoşîna mafên xwe bernedin’
10:51 Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin
10:31 Li Wanê 18 hezar kes di karantînayê de ye
10:18 Beriya bê kuştin alîkarî ji polîsan xwest
10:06 Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin
09:46 Weke çavên xwe li çinara 800 salî dinêrin
09:22 ‘Divê dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê berdin’
09:07 Çalakiya hezaran deriyê Îmraliyê vekir
09:07 'Zarokên me dîrok nivîsandin'
09:07 Îxrac bû dest bi çêkirina gubre kir
09:07 Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin
09:06 Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an
09:01 Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî
09:01 Bazara heywanan vebe jî firotin tuneye
09:01 Vegeriya gundê xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir
09:01 Bertekên rêxistinên civakî: Em li dijî şerma Kilyosê bibin yek
09:01 Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2020'AN
25/05/2020
22:30 Bekçî lêxist polîs kelepçe kir
21:02 Li Tirkiyeyê 4 hezar û 369 kes bi Covît-19 mirin
16:54 Dilgeş ê nexweşê gurçikê ye nikare dermanên xwe bigire
16:16 Ji girtiyê li Bunyanê re gotin: Hûnê hêza dewleta Tirk bibînin
16:08 40 gund 11 rojin bê av û bê ceyran in
15:52 Gundê Gendelovayê xistin qerantînayê
15:47 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang kirin
14:39 Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne
12:27 Berf heliya maşîneyên di bin aşûtê de man derketin derve
11:52 Li Wanê malek hat şewitandin
11:21 Tirb hilweşandin û ala tirk bi daran vekirin
10:26 Rojnameya Yenî Yaşamê dusalî ye
10:03 Apê Musa 100 salî ye!
09:45 Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir
09:19 Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin
09:18 Çotkar deyn dike û diçîne
09:02 ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
09:02 Jinan: Ji vê şaşiya xwe paşve vegerin
09:01 Qedexeya Nisêbînê vegot: Me heta dawiyê li ber xwe da
09:01 Hewl dan peykerê 6 hezar sal ji cihê wê bikin
09:01 Hilberînerên çayê bi derdin
09:00 ‘Asta zilmê ya herî jore’
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2020’AN
24/05/2020
17:58 100 endamên DAİŞ'ê vegeriyan Almanyayê
17:49 SOHR: Heta niha Tirkiye 10 Hezar û 100 eskerên bi pere ji Sûrî şandine Lîbyayê
17:31 OHD'ê rapora goristanan parve kir: Hem gorên wan şikandin û hem lêpirsîn vekirin
15:33 Li Wanê eskerek kuştî hat dîtin
14:31 Dilgeş ê 3 salî jî bi diya xwe re ket girtîgehê
14:12 Goristan îsal vala man
13:12 MED TUHAD-FED: Dawî li bê hiqûqiyê bînin
HDK: Em ê aştî û edaletê bi hevre pêk bînin
12:36 26 sal berê bira û birazê revandin, lê hêj kujer nehatine cezakirin
11:59 Gelê Rojava Cejna Remezanê li ser goristanan pîroz kir
11:24 Şaredariya AKP'î di cejnê de welatî bê av hişt
10:57 KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê
10:15 Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev
09:56 Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin
09:30 KCD: Em dixwazin cejn li gorî wateya xwe bê pîrozkirin
09:13 HDP dest bi têkoşînek nû dike
09:03 'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê
09:02 Mele Kaplan: Dest nedin nirxên me yên pîroz
09:01 Cerdevantiyê li zozanvana ferz dikin
09:00 'Dest nedin xwezaya me'
09:00 Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin
09:00 Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2020'AN
08:27 Dadgehê 12 siyasetmedarên kurd şandin girtîgehê
02:33 Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin
23/05/2020
23:15 Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Kûzû hat girtin
19:55 32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:14 Rojnamevan Dogrû hat girtin
16:44 Cenazeyê Sabrî Kaya di bin dorpêça polîsan de defin kirin
16:30 Xizmên windayan vegotin: Ne hestî û ne gorên wan hene
16:01 Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin
15:54 Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye
15:42 Keça min întîhar nekiriye, ez bi guman im
15:42 Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin
15:14 Ji bo girtiyê 70 salî bang kirin
15:07 'Operasyon li dijî hemû jinan e'
14:23 17 sal in hestiyên bav û apê wî nadin wan
14:22 Malbatê cenazeyê Kaya girt
14:04 ÎHD'a Îzmirê azadiya girtiyên nexweş xwest
13:50 Parêzvanên Jin ji 30 welatan bang kirin: Bêdeng nemînin
13:09 715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin
13:01 Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê
13:01 Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin
12:51 OHD'ê rapora çavdêriya Kilyosê parve kir: Bila rayedar bên darizandin
12:04 Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir
11:48 Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt
11:46 Testa Kaya ya vîrûsê negatîf derket
11:40 Azadiyê binpê dikin
10:58 Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin
10:58 Konseya Ewropa Tirkiye hişyar kir: Êrîşên li ser rojnamegeran rawestînin
10:20 Ji Rosa banga piştevaniyê
10:19 Tê payîn siyasetmedar û aktîvîstan îro sewqî dadgehê bikin
10:05 Nameya ji bo ‘goristanan'