Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e

  • rojane
  • 10:03 28 Gulan 2020
  • |
img

MERSÎN – Nivîskar Celal Temel, diyar kir ku li Rojhilata Navîn heta ku kurd yekitiya xwe pêk neynin şansê wan ê statuyek bi dest bixin tuneye û ev tişt got: “Ji bo mirov çiqas hewa û ava pêwîst be, ji bo kurdan ku li Rojhilata Navîn bê statu hatine hiştin jî yekitiye neteweyî ewqas pêwîst e.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 25 tevgerên siyasî û partî li Qamişloyê hatin gel hev û piştre di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de rêxistineke bi navê “Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurd” ragihandin. Nivîskar û lêkolînerê kurd Celal Temel, vê pêngava ku ji aliyê kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî hatiye avêtin nirxand û got ku ne xwedî statubûna kurdan ji ber tunebûna yekitiye wan e.
 
YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Temel, da zanîn ku ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn divê êdî rêxistin û partiyên kurdan jî berjewendiyan ji xwe re bikin armanc û sedemên pêk nehatine yekitiya neteweyî wiha nirxand: “Timik pêwistiya yekitiya neteweyî tê ziman. Berî ku ev pêwistî bi cih hemû hewldanên ji bo vê yekê bê encam dimînin. Hewldanên kom û partiyên ji bo yekitiyê de berjewendiyên partiyan ji neteweyê zêdetir di pêş de ne. Sedema ne bidestxistina statuyê cihêtî ne. Tê zanîn ku ji berê ve di navbera rêxistin û serokên kurdan de yekitî pêk nehatiye û timik pevçûn hebûne. Di demeke nêz de jî partiyên kurd di pêvçûnên ku navê “brakujî” lê hatiye kirin de şerê hev kirin û ji hev bi hezaran mirov kuştin. Demên berê sedemên pêk nehatina yektiyê sazî û kesên feodal dihatin nîşandan. Niha jî gelek kesên serok ên modern-ronakbir, ji berjewendiyên neteweya kurd zêdetir berjewendiyên kom û partiya xwe derdidxin pêş. Ev li her çar parçeyên Kurdistanê jî wiha ye.”
 
ÇARE YEKITÎ YE
 
Temel, destnîşan kir ku dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ji bo peknehatina yekitiya kurdan polîtîkayan diafirînin û wiha got: “Ji bo statuyê çare tenê yekitî ye. Kurdistan bi dewlemendiya xwe ya ser û bin erd tê zanin. Ev rewş li şûna ku ji kurdan re bibe avantaj, ji ber berjewendiyên hêzên emperyalîst ên navneteweyî ji kurdan re bûye dezavantaj. Ji ber vê yekê Kurdistan beriya 100 salan bû 4 parçe. Atengiya li pêşiya kurdan jî cihêtî û parçebûnî ye. Ji bilî yekitiyê çareyeke din ji bo hêzên kurd tuneye. Ji bo têkoşîna neteweyî ya kurdan yekitî ji her tiştî girîngtir e.”
 
GAVA PÊŞEK A YEKITIYÊ
 
Di berdewama axaftina xwe de Temel, îlankirina “Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurd” a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ev hewldan ji bo yekitiyê dibe ku bibe gaveke pêşek. Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. Berberiya ku li başûrê Kurdistanê di navbera KDP û YNK’ê de heye, li rojavayê Kurdistanê jî di navbera PYD û berdewama KDP-S’ê ENKS’ê de heye. Piştî salên dûr û dirêj bi navbeynkariya Amerîka û hezên ewropî, di navbera KDP- YNK’ê de yekitî pêk hatibû. Heke ev hewldana li Rojava encam bide wê li herêmê bibe sedema geşedanên girîng. Dibe ku ji bo yekitiyê bibe gaveke pêşek.”
 
BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ
 
Temel, bal kişand ser berjewendiyên neteweyî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê ku berjwendiyên neteweyî di seriya berjewendiyên partî û kesan de bin. Ne tenê di dewletbûnê de di hemû rêxistinbûnên neteweyî yên mîna xweser, otonom û federal de partiyên siyasî de dikarin bibin amûreke demokratîk. Lê tişta herî girîng nirxên hevpar ên neteweyî ne. Divê hedef avakirina saziyên neteweyî be. Ji bo mirovan çiqas av û hewa girîng be ji bo kurdan ku li Rojhilata Navîn bê statü hatine hiştin jî yekitiya neteweyî ewqas girîng e. Beyî yekitiya hêza neteweyî, ne pêkan e ku tu rêxistgineke kurdan li ser sifreya guran a Rojhilata Navîn tiştekî bike. Divê hemû partî û rêxistinên kurdan bi vî hişî tevbigerin.”
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

29/05/2020
14:31 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin
14:17 Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike
14:16 Di çayfiroşê şaredariyê de Covît-19 derket
14:16 Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin
13:52 Jinan li Mêrdînê bang kir: Jinên hatin girtin berdin
12:29 Lêpirsîna parastinê li Demîrtaş vekirin
12:04 Li Başakşehîrê di fabrîqeyekê de teqîn rû da
11:35 HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû
10:59 Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite
10:59 Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye
10:17 Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye
10:16 Birayê Safîturk: Amîrê midûrê polîsan bombe bi cih kir
10:16 Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin
09:14 Cenazeyên bi kes li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Bi Rosa peyam dan hemû jinan
09:12 Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin
09:12 ‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê'
09:10 Kurmên hevrîşimê ji pelên tuyan têr nabin!
09:09 JES mêşan dikujin
09:08 Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir
09:08 Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon
09:07 Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN
07:53 2 tax li Elbakê xistin qerantînayê
28/05/2020
20:49 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979
17:28 Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin
17:03 Giliya êrîşên goristanan hat kirin
16:07 Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû
16:00 Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin
15:46 101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe
15:38 BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da
15:30 Armanca erîşên li dijî HDP’ê çiye?
15:07 HDP dê li dijî êrîşê li ser avahiya Cizîrê serlêdana sûc bike
14:59 Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
14:55 Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn
14:47 ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî
14:36 Grup Yorûm ji bo konser bide serlêdan kir
14:25 Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin
13:32 Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:13 Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin
13:08 Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir
12:53 Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî
12:33 'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
12:13 Li Qersê Xeta Mor vebû
12:13 Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin
12:05 Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be
11:42 Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin
11:06 Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin
10:49 Komeleya Jinan a Rosa çima bû armanca operasyonê?
10:41 Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir
10:03 Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e
10:02 Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang
09:57 Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de
09:27 Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye
09:26 Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine
09:25 Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin
09:24 'Berxwedan her didome'
09:24 Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund
09:23 Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin
09:23 Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:10 Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye
09:06 Dixwazin bi 'pêşbaziya resman' santralên nukleerê rewa bikin
09:04 2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:02 Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e
09:00 Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN
27/05/2020
20:41 34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 'AKP bi girtin û binçavkirina dixwaze jinan bitepisîne'
17:02 'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’
17:01 Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin
16:39 Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e
16:12 Rapora girtîgehên Wanê: Bila şandeyên serbixwe biçin girtîgehan
16:01 ‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’
15:52 Di dema AKP'ê de 704 hezar û 831 zarok bi zorê hatin zewicandin
15:24 Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn
14:59 94 rewşenbîran rizgarkirina Efrînê xwestin
14:23 Sendîkayên karkeran îttîraza projeya “qampên xebatê” ya MUSÎAD’ê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê astengiya polisan nas nekir û qurnefil danîn Galatasarayê
13:48 Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan
13:16 Ciwanên HDP'ê karne da AKP'ê
Edalet, demokrasî = 0
Tundiya Polisan = 100
12:56 TTB: Divê daneyên nexweşên ku Hîdroksîklorokîn bi kar tînin bên parvekirin
12:00 DAD: Çorûm komkujiyeke di bin kontrola dewletê de ye
11:55 ‘Di pêvajoya koronayê de dermankirina girtiyên nexweş hat astengkirin’
11:29 Ustun: Erdogan ji bo ku AKP belav nebe xwe avêtiye bextê Bahçelî
10:48 Bi angaşta endambûna “nefermî” ya komeleya jinê hatine girtin
10:14 Herêma Derya Reş bi projeyên cuda tê talankirin
09:19 Ji bo Mûsa Anter xebata pirtûkê tê destpêkirin
09:16 Berxwedana Gezî 7 sal li pey xwe hişt: Ruhê Gezî her tim zindî ye
09:15 Dogan: Rizgarî bi şoreşeke çandî pêkan e
09:14 ‘A hatiye kirin mudaxilekirina li têkoşîna jinê ye'
09:14 Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe
09:13 Di pêvajoya pandemiyê de dîsa jin bûye dengê jinê
09:12 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatin veşartin dê li NY û DMME'yê gilî bikin
09:12 ‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’
09:11 25 sal in heman daxwazê dikin: Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN
26/05/2020
20:44 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397
16:40 25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn
16:29 SOHR: Tirkiye û Rûsya komên çekdar dişîne Libyayê
16:14 Li Sêrtê kesê di qerantînayê de bû mir