Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin

  • rojane
  • 10:00 4 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike, ji 2011'an heta niha 962 caran serî li dozgeriyê dan, lê tenê 5 caran daxwaza wan hat qebûlkirin û hevdîtin kirin. Parêzerê Ocalan Rêzan Sarica, diyar kir ku pergala tecrîda Îmraliyê maf û azadiyan nas nake û ev îhlala binpêkirinê her ku diçe zêde didome.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî bi destên hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Ji mafê xwe yê telefon, name, ziyareta malbat, parêzeran û ragihandinê bêpar tê hiştin. Ocalan 21 salin di tecrîda girankirî de girtî ye. Ji bo Ocalan di 25'ê Sibata 1999'an de li Girava Îmraliyê dadgehek taybet avakirin. Darizandina Ocalan ku wekî "Doza Sedsalê" hat pênasekirin, di 31'ê Gulanê de dest pê kir û di 29'ê Hezîrana 1999'an bi dawî bû. Dadgehê cezayê muebeta giran li Ocalan birî.   
 
LI GIRTÎGEHÊ PÊKANÎNÊN TAYBET   
 
Li diji Ocalan hiqûqek taybet û zagonek taybet xistin meriyetê. Ocalan 24 saetan li girtîgehê bi kamerayê hat şopandin. Dîsa mafê ji bo girtiyên siyasî yên din dihat dayîn nedan Ocalan. Mafê hewşê, mafê ziyareta malbatan, mafê rojname, televîzyon û mafê ziyaretvanan hat sînorkirin û astengkirin. Mafê ku di zagonan de heye nedan Ocalan û Ocalan ji mafê zagonî û hiqûqî bêpar hiştin. Mafê radyo, televîzyon, rojname, ziyaretên malbat û parêzeran asteng kirin. Tenê radyoya ku TRT dikişîne dan Ocalan. Kovar û rojnaeyên ku dan Ocalan jî sansur kirin û danê. Li gorî zagonan Ocalan xwedî maf e ku her hefte bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Lê ev mafê wî ji destê wî hat girtin. Di sala 1999'an de Parêzer 60 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di sala 2000'an de tenê 37, di sala 2001'an de tenê 40, di sala 2002'an de tenê 35, di sala 2003'an de 21, di sala 2004'an de 25, di sala 2005'an de 14, di sala 2006'an de tenê dîsa li şûna 52 caran hevdîtin bike tenê 22 caran parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. 
 
 3 CARAN CEZAYÊ HUCREYÊ LI OCALAN BIRÎN
 
Di sala 2007'an de xwestin Ocalan jahrînî bikin. Disa 3 caran cezayê Hucreyê li Ocalan birîn. Parezer û malbat 22 hefteyan li ser hev nebirin grava Îmraliyê. Bi hinceta muxalefeta hewayê heye destûr nedan ku parêzer û malbat biçin îmraliyê. 
 
PARÊ WÎ JÊKIRIN
 
Di Tîrmeha 2008’an bi awayekî fîzîkî mudawxaleyî Ocalan kirin. Bêyî daxwaza wî porê wî ji kokê ve jêkirin. Ocalan diyar kir ku dewlet bi vê yekê peyama ‘Em kengî bixwazin dikarin te kontrol bikin. Du 24 saetan di kontrola me de ye' didin wî. Di Cotmeha 2008'an de dîsa Ocalan li erdê dirêj kirin û îşkence lê kirin. Li dijî vê yekê bertekên gelê Kurd zêde bûn. Bi hezaran welatiyan jî porê xwe ji kok ve jêkir û bertekên xwe li kolanan anîn der. 
 
HUCREYA WÎ BÊTIR TENG KIRIN
 
Di heman salê de hucreya Ocalan guhertin û xistin hucreyek biçûktir. Ocalan ev yek wekî ‘tecrîda di tecrîdê de' pênase kir. Rêxistin û saziyên demokratîk li dijî vê yekê bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. 
 
PIŞTÎ 27'Ê TÎRMEHÊ HEVDÎTIN BI TEVAHÎ QUT KIRIN
 
Ji sala 2008'an heta 27'ê Tîrmeha 2011'an gelek serlêdanên parêzeran hatin redkirin. Hevdîtina parêzeran di navbera 2008-2011'an de bi sînor hat kirin. Lê piştî 27'e Tirmeha 2011'an hevdîtina parêzeran bi temami qut kirin. Dîsa hinceta muxalefeta hewa, xerabûna keştiyê nîşan dan. Parêzer 8 salan li ser hev rastî astengiya rayedaran hat û 8 salan nekarîbûn biçin Îmraliyê. Heta 2017'an parêzeran 618 caran serî li dozgeriyê dan. Lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Parêzeran di navbera 2017 û 2018'an de 202 caran serlêdan kirin. Lê vê carê jî bi hiceta cezayê dîsîplînê dane Ocalan serlêdanên parêzeran red kirin. Hinceta dîsîplînê jî spartin hevdîtinên di navbera 2007 û 2010'an ên bi parêzeran re kiriye. 
 
HEVDÎTINA PIŞTÎ 8 SALAN
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 7’ê mijdara 2018’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva Guven di demeke kurt li tevahiya girtîgehan û derveyî welat belav bû. Greva ku bi hezaran girtî ketine 200 rojan berdewam kir. Di 8’ê gulana 2019’an de ku greva didomiye, Ocalan piştî 8 salan cara yekemîn bi parêzerên xwe hevdîtin pêk anî. Di 22’ê gulanê de Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtina duyemîn pêk anî û bang kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Li ser vê bangê çalakiya grevê bi dawî bû.
 
SERLÊDAN BÊBERSIV MAN
 
Piştî bidawîbûna çalakiya greve, parêzer di 12 û 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxê de dîsa bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştre dîsa deriyên Îmraliyê li parêzeran hatin girtin. Di sala 2019’an de ji bo hevdîtinê 104 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan tenê 5 jê hatin qebûlkirin û 67 serlêdan jî ne erênî ne jî neyînî nehatin bersivandin. Ji serlêdanan 32 jê jî hatin redkirin. Di 5 mehên destpêkê yên sala 2020’an de jî 38 serlêdanan hatine kirin. Van serlêdanan jî ne erênî ne jî neyînî nehatin bersivandin.
 
SARICA: HIQÛQ PÊK NAYÊ
 
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica ku parêzeriya Ocalan dike, diyar kir ku demeke dirêj e ne bi erênî ne jî bi neyînî bersiva serlêdanên wan nayê dayîn û wiha got: “Ev rewş ji nediyarbûnê wêdetir wateya wê ya redkirinê heye. Pergala tecrîdê ku bi taybetî li ser Birêz Ocalan û Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin, bi hemû giraniya xwe ya nenaskirin, tune hesibandin û binpêkirina mafên bingehin û azadiyê didomîne. Statîkên hevdîtinê yên derbarê serlêdan û ziyaretên parêzeran, bêyî şîrove derdixin holê ku pîşeya parêzeriyê ya di bin parastina Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî de çawa li derve tê hiştin.”
 
‘PERGALEKE HIQÛQÊ YA MEŞRÛ TUNEYE’
 
Sarica, da zanîn ku li Îmraliyê pîşeya parêzeriyê bi pergalî ji 2 aliyan ve tê astengkirin û ev tişt got: “Yek jê ji aliyê fizîkî ve hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din re ya li ser mafê wan tê astengkirin. Yek jê jî bêyî ku lê bê nêrin hemû serlêdanên îdarî û darazî bi vîneke navendî tên redkirin. Ya yekemîn meqamên îdarî ya duyemîn jî meqamên darazî pêk tînin.”
Di berdewamê de Sarica, destnîşan lir ku van hemû tiştan di raporên xwe yên salane yên derbarê azadî û mafan de parve dikin û wiha pêde çû: “Bingeha her dû astengiyan jî bandoreke berjêrtir a astengkirina pergala Destûra Bingehîn a çavkaniya bingehîn a meşrutiya hiqûqî ya gihandina Îmraliyê ye. Pergaleke hiqûqî ya meşru, derbasdar, kêrhatî, gihîştbar ku muwekîl xwe bigihînin tuneye.”
Her dawî Sarican ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Li şûna pergaleke keyfî ya dijberî civakê ku xwe dispêrê zorê, rêya qalkirina hiqûqa civakê, ne tevgerandina li gorî pergala tecrîda civakê ye, gihandina civakê ya feraseta ku xwe dispêre azadî û mafên bingehîne.”
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

04/06/2020
12:49 QSD`ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyon pêk anî
12:03 Yenî Yaşam di 8'ê hezîranê de dîsa li bayiyan e
11:52 Qarantînaya li Weysel Qeranî bi dawî bû
11:45 Piştî şewbê rewşa aboriyê: Dê betalî derkeve 11,7 milyon kesan
11:28 Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî
09:03 'Îşkencekar êdî aşkere îşkenceyê dikin'
09:03 Karkerên çandiniyê: Şewb heye, lê mecbûr in bişixulin
09:03 Bi çandiniyê bêhna wan dertê
09:03 Surucu: Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne
09:03 Gora komî ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê
09:03 'Di 2015'an de jî mizgeft hilweşandibûn'
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:35 Malbatan ji bo zeviyê şer kirin: 3 kes ji hev kuştin
03/06/2020
20:20 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 24 mirî, 867 pêketî
17:18 Meclîsa Ciwanan: Hikûmeta desthilatdar polîtîkayên îmha û înkara Kurdî didomîne
16:38 Ji bo Bariş Çakan ‘Zimanê Kurdî’ strandin
15:50 Ji bo parêzerên di rojiya mirine de piştgiriya navneteweyî
15:49 Jinan ji Şirnexê bang kir: Ku zulum hebe berxwedan jî heye
15:22 Ji bo Kavala bang li KE’yê kirin: Peyamek zelal bidin Tirkiyê
15:11 Ewil îxbar kir û piştre xistin feqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:49 Beştaş: Di bûyera Çakan de gumanên me hene
14:45 Hêzên Rejîma Îranê kolberek din kuşt
14:25 Ji Walîtiyê daxuyaniya ‘îşkenceyê’: Kuçik refleks nîşan daye
13:26 'Karantîna êdî zilm e'
13:08 Tirkiye ava Firatê ji ser Rojava kêm kir
12:26 Zêdebûna şewba Covît-19 a li Amedê birin rojeva meclîsê
12:25 Çalakiyên li Amerîkayê qedexeyan guhdarî nakin
11:55 Rêwiyên M4 bi karwanî diçin û tên
11:21 Li warê windayan gora komî hat dîtin: Hestî aydê kê ne gelo?
10:04 Polîs tevî kuçikên xwe ketin hundir û îşkence kirin
09:50 Walîtiyê qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê berfireh kir
09:34 Tenê beşek pêşmerge ji Zînî Wertê vekişandin
09:28 Li Gundê Gozelî 59 kes bi şewba Covît-19 ketin
09:27 OHD: Li Licê 250 gor hatine rûxandin
09:11 Êrîşa li goristanan: Armanc bîra civakiyî ye
09:10 Ç.B.: Min hêz ji piştgiriya jinan girt
09:07 Civaknas Sûstam: Li Tirkiyeyê nîjadperestî sûc nayê hesibandin
09:07 Îdiayên ku Bekir Kaya dan girtin pûç bûn
09:07 Şaredariya Giyadînê bênavber dixebite
09:07 Pereyê ku bankayê neda wî ji PTT’ê stend
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
02/06/2020
20:44 M.E.C. û F.A. hatin girtin
20:34 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:38 Polîsan mudaxileyî Rêxistinên Ciwanan kir
16:46 DBP: Raperîna Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye
16:43 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:33 1273 kesan bang li Tîmtîk û Unsal kirin
16:30 Polisan nehişt ku ji bo Bariş Çakan daxuyaniyê bidin
16:16 ÎHD: Raporan li ber ber çav bigirin û girtiyên nexweş berdin
16:06 48 rêxistin û şexsiyet: Gelê kurd êdî êrişên li dijî zimanê xwe qebûl nake
15:20 Li Agiriyê di mehekê de 3 mirinên bi guman: Mal bûnê cihê cinayetê
15:11 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome
15:07 Dozgîn Temo nehat berdan
14:53 Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk bi bîr anîn
14:33 ‘Dev ji zimanê cudakariyê berdin’
14:17 Xwendekarên YYU'ê Bask-Der ava kirin
13:51 M.E.C. ê îşkence lê hat kirin derxistin edliyê
13:49 Hevseroka KESK'ê: Em nabin karmendên serî ditewîne
13:40 Ji bo Bariş bi kurdî gotin
13:36 Dolmişvanan li endamên komîsyona îhaleyê dan
13:33 Li Enqerê 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:13 Cendirmeyan meşa BTS'ê ya Enqereyê asteng kir
12:30 'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e'
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir