Colemêrgiyan: Leyla Guven vîna me ye

  • rojane
  • 11:33 6 Hezîran 2020
  • |
img

COLEMÊRG - Welatiyan bertek nîşanî betalkirina wekîlatiya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dan û gotin: “Leyla Guven vîn û wekîla me ye.”

 
Colemêrgiyan, bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) Leyla Guven û girtina wê dan. Welatiyan, diyar kirin ku wan li bajer bi 100 hezar dengî Guven hilbijartin û ji bo nûnertiya xwe bike şandin Meclîsê. Welatiyan dan zanîn ku ew ê xwedî vîna xwe derkevin û vê bêhiqûqiyê qebûl nekin. 
 
'LI HEMBERÎ VÎNA ME BÊ RÊZIN’
 
Welatiyê bi navê Cîhangir Yaşar, diyar kir ku li hemberî vîna wan bêrêziyê dikin û wiha axivî: “Em ji biryara hatiye girtin pir aciz bûn. Em pir bi bertekin. Teqez ev nayê qebûl kirin. Ev hikumet bi tu awayî rêzê nade vîna me. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Wekîltiya parlamentera me ku me bi 100 hezar dengî hilbijartibû betal kirin. Dûr jî girtin. Em li dijî vê pir bi hirsin.”
 
‘GUVEN VÎNA ME YE’ 
 
Omer Akbûlak jî, da zanîn ku Guven vîna wane û wiha got: “Leyla Guven vîna me ye. Colemêrgiya bi vîna xwe Leyla Guven hilbijartin. Ev du salin wekîltiya vî gelî dike. Gelo we nû ev yek sûc dît? Teqez emê van kiryaran qebûl nekin. Em tifaqa AKP û MHP’ê şermezar û lanet dikin.” 
 
Sînem Dûman jî, anî ziman ku jinên Colemêrgî vê rewşê qet qebûl nakin û wiha berteka xwe anî ziman: “Em jinên Colemêrgî, van kiryaran qebûl nakin. Di encamê de ew vîna me ye. Ew ne tenê vîna Colemêrgiyaye, di heman demê de vîna hemû kurdane. Em hikumetê şermezar dikin.” 
 
YEK BIÇE WÊ HEZAR WERIN
 
Welatî Mîkaîl Erdal jî, dest nîşan kir ku Leyla Guven bi têkoşîna xwe weke jineke siyasetmedara kurd tê naskirin û wiha axivî: “Leyla xwe bi tevahiya cîhanê daye naskirin. Îro Leylayek here, wê bi hezaran Leyla bikevin şûna wê. Em hemû jî baş dizanîn ku bloka AKP-MHP’ê nêzî dawiya xwe bûye. Dixwazin di siyasete de gelê kurd tesfiye bikin. Ligel hemû tiştî jî Leyla parlamentera me ye û vîna gelê kurde. Em bi wê serbilindin.” 
 
‘ME TU CARÎ DEST JI VÎNA XWE BERNEDA’
 
Omer Namoglû jî, bal kişand ser girtina Guven û wiha got: “Êrîşî vîna gelê Colemêrgê dikin û bêrêz nêz dibin. Me Colemêrgiya bi 100 hezar dengî Birêz Guven şand Meclîsê ji bo ku nûnertiya me bike. Ew taca werê me ye. Em her tim li dû wêne. Em hişmediya parlamenteran dixwin girtîgehan şermezar dikin. Em ê tu carî dest ji vîna xwe bernedin. Ji xwe me tu carî dest jê berne daye.” 
 
Rêveberiya HDP’ê Sînem Seven jî, qala cihê Leyla Guven a di têkoşîna jinên kurd de kir û bloka faşîst a AKP û MHP’ê şermezar û lanet kir. 
 
ÊRÎŞÎ DESTKETIYÊN JINAN DIKIN
 
Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin jî, bertek nîşan da û wiha got: “Bi van polîtîkayan êrîşî destkeftiyên gelê kurd û jinan dikin. Hejmera jinan a di Meclîsê de herî zêde ji HDP’iyan pêk tê. Vîna gel û jinan nas nakin. Ev bêhiqûye. Li dijî nirxane. Teqez em vê qebûl nakin.”

Sernavên din

07/06/2020
09:00 Qeyûm vê carê 'bi dizîka' heqê avê biha kiriye!
09:00 Wê mêşên xwe bibin Zozana Feraşînê
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:49 Nexweşên Covît-19 li Riha û Şirnexê zêde dibin
06/06/2020
23:42 Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bikin
21:15 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 669
16:54 ‘Bila kujerên Aksoy û Cingoz bê darizandin'
16:34 Bertek zêde dibin: Em Leyla Guven in
16:27 Li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî pêk anîn
16:24 Rêxistinên civakî yên Amedê: Mafê bijartin û hilbijartinê xistin bin piyan
16:05 Bal kişandin ser rewşa Polat ê nexweş
16:04 Li Rezanê 18 kes bi vîrûsê ketin
15:38 'Bi girtina Guven di esasê xwe de dewlet ket'
15:00 Di Gulanê de 156 karker mirin: 29 karker bi Covît19 mirin
14:53 Bûldan: 26 sal in qatil di nava me de ne
14:41 Operasyona QSD'ê ya li diji DAIŞ'ê didome
14:13 Cenaze xistin baxaca maşinê û li gundan gerandin
Zarok jî di navde 7 welatî bi îşkenceyê binçav kirin
13:38 Girtiyê nexweş bi nivînan ve kelemçekirî kemoterapî kirine
13:37 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Şaşmaz berdin
13:33 Xizmên windayan aqûbeta Aydogan pirsîn
13:32 Derket holê ku tundî li Çakir hatiye kirin
13:19 Şivanê ciwan di Çemê Zilanê de xeniqî
13:04 'Leyla Guven remza berxewdana jinan e'
12:34 Li Çinarê 2 jê cerdevan 8 kes hatin girtin
12:20 HDP’ê biryar girt ku bimeşe Enqereyê
12:01 Xebata Tifaq a Kurdîstanî: Xistina parlamenteriya parlamenteran têkçûna demokrasiyê ye
11:35 Li Îzmîrê dengek hevpar: Em bi hev rê têbikoşin
11:34 Demirtaş xwest herkes li dora HDP’ê bibin xelek û glok
11:33 Colemêrgiyan: Leyla Guven vîna me ye
09:53 Hatîp Dîcle: Tu feydeya tirsê tuneye
09:44 Polîsan 10 kes li Edeneyê binçav kirin
09:39 Her sal 200 cotkarên Hewagê dest ji çandiniyê berdidin
09:30 Nivîskar Hamît Dilbahar serbest berdan
09:11 Armanca wan li kuçeyan piştevaniyê xurtir bikin
09:10 Esnafên Wanê: Rewş qet nebaş e
09:10 Tirkiye nahêle raporên der barê îşkenceyê de bên aşkerekirin
09:06 ‘Bi zêdekirina erka notirvanan armanc serweriya li ser kuçeyan e'
09:06 ‘Bila hemû malbat serlêdana sûc bikin'
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Li Rihayê çalakî qedexe kirin
08:00 Jinek li Bagcilarê kuştin
07:47 Dadgehê 6 gundiyên Şêba Jêr girtin
05/06/2020
22:10 Berberoglû yê CHP'î hat berdan
21:42 Li Meletiyê erd hejiya
21:33 Guvenê peyamek şandiye: Têkoşîn li ku be ez ê li wir bim
19:57 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:52 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em ê bitêkoşin heta dawiyê
19:34 Li Amedê bîranîna 5’ê Hezîranê
16:04 'Em li dijî talankirinê xwezayê hembêz bikin'
15:43 Muxalefeta Çep: Em ê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bêjin rawest e
15:00 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:55 Li gelek bajaran 'darbe' şermezar kirin: Berxwedan jiyan e
14:54 Mahmut Alinak: Tarî zêdetir dibe
14:16 Li Semsûrê 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Nûçegîhanê MA'yê ji ber nûçe çêkir li wî lêpirsîn vekirin
13:45 Dayika du zarokan li nava kolanê hat kuştin
13:26 Baroyên herêmê berteka hevpar nîşan dan: Em qebûl nakin
13:08 Ji HDK'ê peyama Roja Derdorê ya Cîhanê: Ji xeynî berxwedanê çare nîne
12:49 KESK: Îqtîdar vîna welatiyan binpê dike
12:47 Hiqûqzan: Li benda AYM’ê nesekinîn, biryar cudakariye
12:37 Polîsan li Amedê piştî daxuyaniyê êrîşi girsê kir
12:26 Kesek li Cizîrê hat binçavkirin
12:23 Piştî operasyonê herêm hat qedexekirin
12:20 TJA: Leyla Guven vîna jinan e
12:15 Waniyan: Ma eve vîna sindoqan?
11:51 Zarokê 14 salî di Çemê Êlihê de xeniqî
11:43 An wekîlên Kurd digirin anjî qeyûm tayîn dikin û hevşaredaran digirin
11:42 Li Meclîsê li dijî darbeya 3’yemîn meşiyan: Em ê çok ne danîn erdê
11:40 DFG: 105 rojnameger girtî ne
10:25 ‘Walîtî dixwaze ser îşkenceyê binuximîne, lê delîl di destê me de hene’
10:09 Guven: Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê şensek din tune
10:00 Parêzeran bertek nîşan da: Dixwazin baroyên spî ava bikin
09:08 Di 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jin serî li xeta îxbarê dane
09:07 Hêdî hêdî dest bi berhevkirina qatixên xwe dikin
09:06 Li ber avahiya HDP'ê rûnişt li şaredariyê dest bi kar kir
09:05 Bi qenala 60 sal berê avdaniyê dike
09:00 ROJEVA 5'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:24 Dê li 15 bajaran derketina derve qedexe bikin
07:53 Aydenîz: DAIŞ'ê diparezin, lê demokrasiyê naparêzin
00:24 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin girtin
00:13 Wekîlê CHPê Enîs Berberoglu hat girtin
04/06/2020
23:06 Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Guven binçav kirin
22:12 Wekilê HDP'ê Farisogullari binçav kirin
20:44 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 630
19:03 DBP: AKP-MHP'ê careke din piştrast kir ku lingê siyasî yê FETO'yê ne
18:44 Meclîsa Jina ya HDP'ê: Leyla Guven vîna me ye
16:57 'Li Meclisê darbe heye'
16:47 Li Giyadînê jinek bi awayek gumanbar mir
16:35 KCD: Vîna gel nayê darizandin
16:23 Navê 3 parlamenteran ji malpera meclîsê rakirin
16:01 Meclîsê parlamenteriya Leyla Guven xist
Leyla Guven: Berxwedan Jiyane
15:28 'Jimartina eskerî' li ser Girtîgeha Kirşehîrê ferz dikin
15:00 Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin
14:43 Rêxistinên elewiyan tundiya polîsan şermezar kirin
14:20 M.E.C: Ez tazî kirim û bi copan îşkence kirin
14:12 Endam û rêveberên BTS’ê li Enqereyê ne: Em sirgûnan qebûl nakin
13:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:39 Komên çekdar bav û 3 kur kuştin
13:33 Ji bo cenazeyên ku li peyarêyê hatibûn veşartin gilî hat kirin
13:25 Li Amedê hejmara nexweşên şewba coronayê zêde bûye