70 salî ye, bêhed hatiye binçavkirin û cara 6'emîn e tê girtin

  • rojane
  • 09:21 12 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Şafî Hayme yê 70 salî di sala 1992'yan de ji ber zextên dewletê ji gundê Kemûkê ya Farqînê koçî Amedê kir. Ji sala 1992'yan ve heta 2020'an bêhesab hatiye binçavkirin. Hayme yê rêveberiya TUAY-DER'ê dikir cara 6'emîn hat girtin. 

 
Beriya em qala girtina Şafî Hayme yê 70 salî ku du roj berê hat girtin bikin, em hinek qala çîroka wî bikin. Şafî Hayme ji gundê Kemûkê ya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê ye. Di salên 1990'î de zextên li ser gundan zêde dibin, polîtîkaya koçberî, şewitandin, binçavkirin, îşkence, girtin û cînayetên kujer ne diyar ketibû dewrê û hema bêje her roj li ser gundan zext dihatin birêvebirin. Malbata Hayme jî para xwe ji van zextan girt û ji ber şewitandina gund di sala 1992'yan de neçar man ji koçî navenda Amedê bikin. Li navenda Amedê jî zextên li ser ferdên malbata Hayme kêm nebûn û bênavber heta roja îro didomin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de di 9'ê hezîranê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Mehmet Emîn Guzel, rêveberên komeleyê Şafî Hayme, Hanim Akay, Muşeher Ulker, rêveberên berê yên komeleyê Leyla Ayaz, Abdulmenaf Kur û Husamettîn Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiray, Rêzan Erîmfîk, Çekdar Çûbûk, Kazim Yayik, Selahattîn Çap, Haşîm Temîz, Îbrahîm Temîz, Mehmet Temîz, Huseyîn Temîz, Medenî Kirtay, Fatma Gul jî di nava de 22 kes hatibûn binçavkirin.   
 
Heta niha Hevserokê TUAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel, rêveberên komeleyê Şafî Hayme û Muşeher Ulker û rêveberê berê yê komeleyê Abdulmenaf Kur birin dadgehê û bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hat gotin ew ji ber xebatên xwe yên komeleyê hatine girtin. 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 9 kes jî li Emniyeta Amedê tên ragirtin. 
 
70 SALÎ YE Û CARA 6'AN E TÊ GIRTIN 
 
Di nav ên hatin girtin de Şafî Hayme yê 70 salî ku rêveberê TUAY-DER'ê ye bi vê biryara girtina dawî re jî ev bû cara 6'emîn e tê girtin. Piştî gundê Hayme ji aliyê cerdevanan ve hat şewitandin û zext li wan hat kirin di sala 1992'yan de koçî Amedê kir. Ji sala 1992'yan ve heta sala 2020'an ango roja me ya îro Şafî Hayme bêhed û bêhesab hatiye binçavkirin û derbarê wî de doz vebûne. 
 
CARA EWIL DI 1998'AN DE TÊ GIRTIN 
 
Şafî Hayme di sala 1998'an de piştî hat binçavkirin cara ewil hat girtin. Hayme piştî salek di hepsê de dimîne tê berdan. Pişt re di sala 1999'an de dîsa tê girtin vê carê ji salekê kêmtir di hepsê de dimîne. Piştî sala 99'an 8 sal azad dimîne di sala 2007'an de dîsa tê girtin û 6 mehan di hepsê de dimîne. 
 
Piştî du salan di sala 2009'an de dîsa tê girtin û vê carê salek û nîv girtî dimîne. Di sala 2010'an de polîs dîsa bi ser malbata Hayme de digirin û cara 5'emîn Şafî Hayme digirin û dişînin girtîgehê. Hayme wexta ku li Girtîgeha Amedê girtî ye di heman salê de 3 lawê wî jî tên girtin û li cem bavê xwe girtî dimînin. Şafî Hayme piştî sê sal û nîvan tê berdan, lê girtina 3 lawê wî didome. 
 
2 KURÊ WÎ GIRTÎ NE 
 
Hayme di sala 2013'yan de tê berdan. Kurek wî jî di sala 2015'an de tê berdan. Niha kurek wî di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de û kurek wî jî di Girtîgeha Tipa F a Bolûyê de du kurê wê girtî ne. Şafî 5 caran ku berê hatiye girtin bi giştî 7 sal û nîv di girtîgehê de maye. Herî dawî  di  9'ê Heziranê de hat binçavkirin û girtin û şandin Girtîgeha Tipa D a Amedê.
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

14/06/2020
20:39 Herêma Egeyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir
20:04 Li 11 gundên Dihê qedexeya derketina derve hat rakirin Qedexeya
20:00 Pervîn Bûldan destek da Başak Demîrtaş
19:11 Polîsan 13 karker binçav kirin
18:56 Li Çewligê erdhej: Qûleya nobetê hilweşiya û birîndar hene
17:55 Ji bo vemirandina şewata li Omeriyan banga lezgîn hat kirin
17:39 Li Kanîreşê erdheja hêza wê 5.9 pile çêbû
16:59 HDP'yî li Wanê bi horonê hatin pêşwazîkirin
16:38 Kesê êrîşa zayendperest kir hat binçavkirin
16:33 ‘Em ê ji bo jiyanek azad têbikoşin'
16:04 Meşvan wê li Amedê bi awayekê bi hêz bên pêşwazîkirin
15:53 Gundê Tewlê 3 rojin di qerantînayê de ye
Welatî nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin
15:40 Rêxistinên civakî: Rojên zor bi piştevaniya civakî derbas dibin
15:23 Şandeya Rûsyayê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir
15:15 Li Rihayê banga 'meşa demokrasiyê' hat kirin
14:57 Şenyaşar: Berê pirtûk didan, êdî pirtûkan jî nadin
14:44 ‘Em ê ji bo daxwaza bi mîlyonan bimeşin’
14:42 Komek çekdar êrîşî Kakeyiyan kirin û 7 welatî kuştin
14:08 Polîsan bi TOMA'yan avahiya HDP'ê ya Stenblê dorpêç kirin
13:54 Li Tûrgûtlûyê 15 xebatarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:42 TJA: Ji zimanê kîn û nefretê re êdî bese
13:33 Demîrtaş bi wêneyê dimeşe banga 'meşa demokrasiyê' kir
12:49 Ciwanê ku eskeran gule berdayê mir
12:48 Onlu: Meşa me dest pê kiriye
12:05 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:57 Gergerlîoglû giliyê dozger ji HSK'ê re kir
11:57 Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Armanca asayîbûnê vekirina demsala turîzmê ye
11:11 Ji TEV-DEM'ê hişyariya 'Qanûna Qeyserê'
10:55 Jinek li Bûrsayê hat qetilkirin
10:37 'Wan bi qedexeyan bû welatê OHAL'ê'
10:34 Li Omeryan şewatek din rû da: Bi zanebûn di şewitîn in
10:06 Parêzerên malbata Şenyaşar banga 'Li dozê xwedî derkevin' kir
09:13 Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina meşa HDP'ê dan
09:06 'Piştgiriya ji bo meşa demokrasiyê zêde dibe'
09:03 TUAY-DER: Tiştekê hevalên me sûcdar bikin tuneye
09:02 Ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinan kirin
09:02 Qeyûm alîkariya ji bo Amedsporê hatibû kirin xwest!
09:02 Ji ber tedawiya girtiyê nexweş bi derengî hatiye xistin tiliya wî hatiye jêkirin!
09:01 Piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket
09:01 Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
13/06/2020
20:43 Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine
17:08 Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir
16:51 Li Wanê bertek nîşanî mirinên jinan ên bi guman dan
16:19 Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an
16:19 Li qiraxa Çemê Firatê qêrîya: Her der ji bo jinê qada berxwedanê ye
15:57 Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare
15:50 Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin
15:49 Şewata li Omeryan ji nû de dest pê kir
15:49 Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin
15:35 Walîtiya Tekîrdagê jî ‘qedexe’ kir
15:22 Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike
15:14 HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir
15:04 Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn
14:23 Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir
14:19 Aqûbeta Guneyê ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin pirsîn
13:48 CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê
13:29 Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû
13:14 Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin
12:30 Demîrtaş: Ji bo Tirkiye ya herî xêr bi HDP'ê re diyalogê pêş bixin
12:06 Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê
12:05 BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir
10:52 Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin