3 jinên kurd ên siyasetmedar li 29 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

  • jin
  • 18:51 6 Çile 2018
  • |
img
STENBOL - Jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan di 5'emîn sala qetilkirina xwe de li 29 navçeyên Stenbolê hatin bibîr anîn. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi minasebeta 5'emîn salvegera Kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan  ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin li 3 herêmên Stenbolê û 29 navçeyan bernameyên bibîranînê pêk anîn. Di bernameyên bîranînê yên navçeyên Kadikoy, Uskudar, Umraniye, Beykoz û Ataşehîrê de,  rêveberên HDP'ê yên Ataşehirê bername arganize kirin û pêk anîn. Bernameyê bi rêzgirtin û slayta der barê jiyana 3 jinên kurd de dest pêkir. Piştre axaftin hatin kirin. 
 
Rêvebera HDP'ê ya Ataşehîrê Şevîn Alaca, diyar kir ku Dîroka Kurdistanê diroka jinê ye û wiha got: "Ji ber vê yekê têkoşîna azadriyê her dem rastî eleqeyek mezin hatiye. Di dîroka cîhanê de neheqî û newekhevî di destpêkê de bi xistina jinê dest pê kiriye. Li dijî jinê dest pê kiriye."  Alaca, destnîşan kir ku Cansiz di her kêliya jiyana xwe de ji bo hemû kesî bû mînak." 
 
'EW PÊŞENGÊ TÊKOŞÎNÊ BÛN'
 
Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Çiçek Arinç jî axivî û wiha got: "Sakine Cansiz di têkşînê de her dem mînak bû. Mirova têkoşînê bû. Em bûn şahidê vê yekê. Divê em li têkoşîna wê û xeta wê xwedî derkevin û bibim layiqî wê. Ew pêşengê têkoşînê bû." 
 
Rêxistinên Avcilar, Bagcilar, Gungoren, Bakirkoy, Esenyurt, Silivri, Buyukçekmece, Kuçukçekmece, Başakşehîr û Bahçelievlerî li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bahçelievlerê bernameya bîranînê pêk anîn. 
 
Rêxistinên navçeyên Kartal, Maltepe, Sultanbeyli, Sancaktepe, Çekmekoy jî li avahiya HDP'ê ya Kartalê bernameya bîranînê pêk anîn. 
 
Rêxistinên Beşiktaş, Beyoglu, Kagithane, Sarıyer, Zeytinburnu, Bayrampaşa, Gaziosmanpaşa, Esenler, Fatih jî li avahiya HDP'ê ya Kagithaneyê bernameya bîranînê pêk anin. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî dê di 9'ê Çile de li avahiya HDP'ê ya Bajar a li Beyoglu saet di 15.00'an de bi tevlêbûna hemû herêmê dê bernameya bîranînê pêk bînin.