'Daxuyanî û fetwayên Diyanetê ne tesedufin'

  • jin
  • 10:22 8 Çile 2018
  • |
img

STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Ayfer Koçak, diyar kir ku AKP dixwaze civakek li gorî xwe ava bike û wiha got: “Dixwaze civakek di çarçoveya ol de ava bike. Diyanet ku hevpariya vê polîtîkayê dike, daxuyanî, fetwa û pênaseyên wê ne tesadufin.  

Bertekên li dijî daxuyaniya Serokatiya Karê Diyanetê ya di malpera xwe got “Di serdema balixbûyî ya li gorî hiqûqnasên Îslamê, zarokên kur di 12 salî û ên keç jî di 9 salî, dikarin bizewicin" didomin. Piştî rexneyên tund li Diyanetê hatin kirin, Serokê Giştî yê AKP Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da Diyanetê û xwest çapemeniyê sûcdar bike. Ev jî bû sedema bertekên mezin. Endama Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Ayfer Koçak, derbarê pênaseyên Serokatiya Karê Diyanetê û gotinên Erdogan de nêrînên xwe anî ziman û bertek nîşan da. 
 
‘DAXUYANÎ NE  TESADUFIN’
 
Koçak, diyar kir ku wan derbarê daxuyaniyên Diyanetê de rojên borî gilî kirye û wiha axivî: “Ev daxuyanî, fetva û pênasyên Diyanetê ne tesadufin. Me serlêdana sûc kir, lê em nafikirin ku di navenda vî karî de tenê Diyanet hebe. Di salên dawî de li dijî jin û zarokan tecawîzi tundî, tacîz û kuştin zêde bûne. Bi taybetê di demek wisan de daxuyaniyên wiha dayîn, zarokên keç bi darê zorê bi tecawîzkarê xwe re zewicandin re, dixwazin rewşek dijwar ava bikin. Dixwazin zarokên keç bi darê zorê bi tecawîzkarê xwe re bidin zewicandin. Bi vê yekê dixwazin têgîna ‘Emê namûsa wê paqij bikin’ di civakê de ava bikin.”
 
'DIYANET, HEVPARÊ POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ YE' 
 
Koçak, anî ziman ku hikûmet dixwaze civakek nû ava bike  û wiha got: “AKP bi rêya dîn dixwaze pêş bixwe. Diyanet jî hevparê vê polîtîkaya hikûmetê ye. Piştî erka zewicandinê dan miftiyan, Diyanetê jî xwest bi daxuyaniyên xwe vê yekê temam û kûrtir bike. Hemû neyîniyên heyî dibin banê Dîyanetê de kom dibin û em şahidê vê yekê ne. Ji bo em rastiya Diyanetê deşîfre bikin, em ê hewldanên xwe bidomînin. Karê Diyanekê sûc kiriye. Em ê jî şopdarê vî sûcî bin.”
 
'DIYANET LI GORÎ KARÊ XWE TEVNAGERE'
 
Koçak, da zanîn ku Diyanet li gorî kurê tevnagere û wiha bilêv kir: “Nêzîkatiya desthilatdariyê çibe, fikrekê çawan daniye holê, Diyanet jî bi şiroveyên olî piştgiriyê de van nêzîkatî û fikrên desthilatdariyê. Diyanet ji bo vîna jinê heya niha tu gotin nekiriye, lê îro dikare qala zewicandina zarokên 9 salî bike. Ji vê şerimtir tiştek din tuneye. Diyanet îro li kêleka AKP’ê disekine.”
 
‘GOTINÊN JIBER BIKARTÎNIN...'
 
Koçak, bal kişand ser gotinên Erdogan ên ji bo Diyanetê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gotinên jiber bikartînin. Ji bo çareserkirina tundiya li dijî jinê heya niha Erdogan tu hewldan nîşan nedaye. Ji bo tundiya li dijî jinê bi dawî bibe, pêwîstî bi hewldan û kedek mezin heye. Erdogan li şûna gotinan ji jinan re bêje, bila hinekê ji bo tundî û tecawîzên li dijî jinan bi dawî bibin, hewldan nîşan bide. Em tu carî pênase û daxuyaniyên li dijî jinan qebûl nekin û li dijî van nêzîkatiyan têbikoşin.”