Jin bi saya bernameyên perwerdehiya kolektîf mafên xwe hîn dibin

  • jin
  • 09:10 13 Çile 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Konseya Bajêr a Îzmîrê, ji bo di warê mafên mirovan, riyên parastinê yên li hemberî şidetê û gelek mijarên din de perwerdehiyê bide "Bernameya Perwerdehiyê ya Mafên Mirovan a Jinê" da destpêkirin. Yek ji rêvebira bernameyê Kizbes Seyhan Aydin, got ku ev bername bernameyeke kolektîf e û hemû jin hevdu perwerde dikin. 

Jinên endamên Konseya Bajêr a Îzmîrê, bi Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) xebatên perwerdehiyê yên der barê mafên jinan de da destpêkirin. Wê bername 16 hefteyan bidome û wê rojê nêzî 4 saetan bidome. Wê di vê bernameyê de di warê mafên mirovan ên jinan, riyên parastinê yên li hebmerî şidetê û gelek mijarên din de perwerdehî bên dayîn. Wê di dawiya perwerdehiyê de sertîfîka bên dayîn û wê jin bi van sertîfîkayan karibin di bin banê rêxistinên civaka sivîl de wek parêzvanên mafên jinan bixebitin. Materyalên KÎHEP'ê bi kurdî û tirkî ne. 
 
Yek ji birêvebirin bernameyê Kizbes Seyhan Aydin û beşdarvan Şengul Tokyol behsa bernameyê kirin. 
 
Aydin bi lêv kir ku dema mesele tê ser jinê îktîdar bi rihetî mafên mirovan bin pê dike û ev tişt gotin: "Heke em zana bin, em ê hîn bibin. Heke em hîn bibin em ê xwe bi rêxistin bikin. Heke em xwe bi rêxistin bikin wê têkoşîna me bi ser bikeve." Aydin destnîşan kir ku ew bi vê perspektîfê xebatên xwe didomînin û jinên tev li perwerdehiyê dibin diçin kuderê bi awayekî çalak di nav têkoşîna jinê de cih digirin. Aydin got ku ji perwerdehiya xweparastinê bigire heta ya dîksiyonê ew perwerdehiyê didin. Aydin diyar kir ku ew di warê afetê de jî perwerdehiyê didin, da ku di dema rewşên lezgîn ên afetî de jin karibin mudaxileyê bikin. Her wiha Aydin destnîşan kir ku li hemberî şideta li dijî jin û zarokan ew amadekariyên avakirina komeke xebatê dikin û ew hewl didin bi projeyên bi vî rengî arasteyî jin û zarokan hayjixwebûnê biafirînin. Aydin anî ziman ku ziman, bawerî, nîjad, partiya siyasî, mezheb çi dibe bila bibe ew hewl didin jiyana rojane ya kesên li bajêr hêsan bikin. 
 
‘BERNAMEYEKE KOLEKTÎF' 
 
Aydin destnîşan kir ku ev bernameyeke kolektîf e û jin hevdu perwerde dikin û wiha domand: "Her kes bi zimanê xwe diaxive. Kes kesî ji ber fikrên wan nadarizîne. Her kes li her derî bi dirûşmeya demokrasiyê tev digere û fikrên xwe bi awayekî serbest vedibêje. Ez van mijaran ji hevalên tev li perwerdehiyê dibin hîn dibim. Di nav me de hiyerarşî tune ye. Niha jin ji sibehê heta êvarî bi feraseta nêrza re rû bi rû dimînin. Tu jinek tune ye ku bêje 'şidet li min nehatiye kirin'. Gotineke 'hûn ne berasteng in, lê dibe ku hûn ji nişkave bibin berasteng' heye. Li vî welatî we şidet nedîtiye, lê dibe ji nişkave hûn bibînin. Li kuçeyan, malê, wesayîtê, otobêsê..." Aydin balê kişand ser bûyerên îstismara zayendî ya jin û zarokan û got divê jin li hemberî zor û zehmetiyan bitêkoşin, da her kes bibihîse. Aydin destnîşan kir ku ji bo dengê jinan bê bihîstin ew hewl didin. 
 
Her wiha Aydin balê kişand ser pênaseyên di malpera Serokatiya Karên Diyanetê hatin weşandin de û got ku ev fikir, fikreke ku hewl dide mafên jinan desteser û bin pê bike. Aydin got ku ji bo mirov wek mirovan bijî divê hay ji mafên xwe hebe û divê di vî warî de perwerdehiyên hayjixwehebûnê bên dayîn. 
 
‘DIVÊ JIN HAY JI HÊZA XWE HEBIN' 
 
Şengul Tokyol a tev li perwerdehiyên KÎHEP'ê bû jî, got ku wê di warê jina polîtîk de perwerdehî wergirtiye. Goçmen bi lêv kir ku ji bo ew zanibe ka di qanûnan de mafên wan çi ne tev li van perwerdehiyan bûye û ev tişt gotin: "Dema em zanibin ka mafên me çi ne, ew çax em dikarin biparêzin û li wan bigerin." Goçmen got ku jin bi awayekî zêde bi şideta fizîkî siyasî, taciz û tecawizê re rû bi rû dimînin û tekane riya xelasiyê ew e ku jin hay ji hêza xwe û mafên xwe hebin. Goçmen diyar kir ku ew wisa difikire ku divê jin tev li perwerdehiyên bi vî rengî bibin. 
 
 
MA / Ayşe Surme - Ruken Demir