Jinên HDP'î: Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê

  • jin
  • 09:23 15 Çile 2018
  • |
img

EDENE - Jinên Çukurovayî, diyar kirin ku dê mohra xwe li 3’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’ê bidin û wiha gotin: “Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê.”

Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte dê di 11’ê Sibatê li Enqerê pêk bîne. Jinên Çukurovayî, diyar kirin ku dê jin mohra xwe li Kongereya HDP’ê bidin.  Jina binavê Ferîde Işil Peynîrcî, diyar kir ku mîna jinek Elewiyên Ereb beşdarî HDP’ê dibe û wiha axivî: “Bang dikim ku hemû kest beşdarî kongreyê bibin. Ligel împaratoriya tirsê ya ku AKP dixwaze ava bike jî, em ê bi xurmexurm biçin kongreyê. Ji ber ku encex hişmedî û fikrên HDP’ê karibe civaka ku tê binpêkirin, derbixe holê û hebûna wê ava bike. Ligel hemû êrîşên heyî, tune hesibandinên heyî, bindestî û xizaniya heyî, emê xwe ava bikin. Ji bo em xwe ava bikin me gelek hedef dane pêşiya xwe.  Çawan ku Teyrê Enqe ji xweliya xwe, xwe avakir, em ê jî li dijî pergala ku dixwaze me tune bike, xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava bikin.” 
Peynîrcî, anî ziman ku HDP dengê hemû beşên civakê ye û wiha got: “Em jin dê bi seknek saxlem û  hêzek mezin beşdarî kongreyê bibin.”
 
'DIVÊ JIN XWEDÎ HDP’Ê DERKEVIN’ 
 
Hevseroka HDP’ê ya Osmaniyê Zarîf Çat jî, diyar kir ku ew jin çiqas li hev kom bibin û têbikoşin, dê ewqas bihêztir bibin û wiha axivî: “Ez bang li hemû jinan dikim ku beşdarî kongreyê biin. Êdî ji malên xwe derkevin. Em dixwazin hemû jin beşdarî me bibin û em bi hevre têbikoşin. Em mîna jinan, hebûna  jinan nîşan bidin. Werin em hîn zêdetir piştgiriyê bibin partiya jinan HDP’ê. Divê herî zêde jin xwedî HDP’ê derkevin.”
 
'JI BO JINAN SERDEMA  TÊKOŞÎNÊ YE'
 
Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sultan Baraşan jî, diyar kir ku êdî ne serdema tirsêye, serdema berxwedanêye û wiha got: “Di vê serdema siyasetmedar girtî de, jin hepsî malê bûyîn, faydeyê nade tu kesê. Bila kes nebêje dengên HDP’ê kêm bûne, berevajî dengên me zêdetir bûne. Tişta ji destê me were emê bikin û emê têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
Başaran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî me serî daniye ser vê rêyê. Em ê têkoşîna xwe bidomîn in. Nîvê hêjmara vî welatî ji jinan pêk tê. Ji ber vê divê hin zêdetir jin di qadan de cih bigirin. Di vê civakê de herî zêde jin eciqandin. Divê jin hebûna xwe ava bikin.  HDP projeyek girînge. Ger em dinava vê projeyê de hebin, em ê jinên din jî qaneh bikin û bi hêztir rêya têkoşîna xwe bidomînin.”