Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin

  • jin
  • 12:06 27 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Parlamentera Tevgera Goran a Berê û Endama Civaka Neteweyî ya Kurdistanê Sûad Razzaq bal kişand ser yekitiya jinên kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Em jin ji bo mafên xwe hewceye qadan neterikînin. Jinên kurd li Bakur û Başûr xebatên xwe didomînin, li Rojhilat şoreşê dikin û li Rojava destanê dinivîsinin. Sedsala 21’emîn sedsala jinan e û divê jin yekitiya xwe ava bikin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 24’ê îlonê de bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê 4’emîn Konferansa Jinan li dar xist. Parlamentera Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê Samîra Adbullah Îsmaîl û Parlamentera Tevgera Goran a Berê û Endama Civaka Neteweyî ya Kurdistanê Sûad Razzaq Îbrahîm jî tev li konferansê bûbûn. Îsmaîl û Îbrahîm dan zanîn ku jinên li her çar parçeyên Kurdistanê jî pirsgirêkên mîna hev dijîn û bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinên kurd. 
 
Samîra Abdullah Îsmaîl di serî de Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin bi bîr anî û got: “Qetilkirina Jîna’yê, em pir bihêrs kirin.”  Îsmaîl diyar kir ku jin azad in û bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinan. 
 
DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA JINAN
 
Bi domdarî Îsmaîl diyar kir ku ji dîrokê heta niha êrişên li ser jiyana jinan berdewam in û wiha got: “Ji dîrokê ve bi sedhezaran jin hatin qetilkirin, rastî komkujiyan hatin û zext lê hat kirin. Bi hezaran jin bi bedelê pereyekê kêm hatin xebitandin. Mûçeyê jinan, bi qasî nîviya mûçeyê zilaman jî nebû. Lê belê jin êdî bo mafên xwe têdikoşin. Ev yek jî nîşaneya serkeftina şoreşa jinan e. Li her devera cîhanê jin, bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. Welatên weke Amerîka û yên ewropî weke welatên demokratîk xuya dikin lê dema em li îstatîstîkên tundiya li dijî jinan ên wan welatan dinihêrin, dibînin ku pirsgirêkên mezin hene. Tundiya li dijî jinan li her welatî heye û Kurdistan jî ji vê bêpar nîne.” 
 
'ME NÛNERTIYEKE JI SEDÎ 31 BI DEST XIST’
 
Di berdewamê de Îsmaîl bal kişand ser raperîna sala 1991’an û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî raperînê jin jî bo mafên xwe têkoşiyan. Jinan di nava civakê de gelek destkeftî bi dest xistin. Gelek wezîrên jin hene. Li parlamentoyê kotayeke ji sedî 25 bo jinan heye lê me ev rêje derbas kir û niha rêjeya nûnertiya jin derketiye ji sedî 31. Hem li Kurdistanê û hem jî li Bexdayê jinan bi ked û hewldanên xwe parlamenterî bi dest xistin. Konferansa TJA’yê di serdemeke jin ji bo parastina mafên xwe têdikoşin de hat kirin. Ev yek girîng e. Divê jin piştevaniya hev bikin û bibin yek. Ji Ewropayê heta Arjantîn û Sûdanê, gelek jin beşdarî konferansê bûn. Heke jin bibin yek deng dê bi ser kevin.” 
 
Sûad Razzaq Îbrahîm jî daxuyand ku jin li seranserî cîhanê di gelek qadan de li hev kirine û ev tişt anî ziman: “Di navbera me û jinên HDP’î, jinên azadîxwaz de peywendî hene. Lê heke em qala têkiliya hikûmetan bikin, bêguman her desthilatdarî ji ewil berjewendiyên xwe difikire. Li her çar parçeyên Kurdistanê hêzên serdest ên mîna hev hene. Heta duh jî me jinan nedikariya li dijî desthilatdariyan bisekinin lê belê jinan êdî yekitiya xwe ava kirine.” 
 
'REWŞA PARÇEBÛYÎ ZIYAN DA YEKITIYA JINAN JÎ’
 
Îbrahîm, diyar kir ku dabeşbûna Kurdistanê ziyaneke mezin da yekitiya jinên kurd jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman gelek sedemên din ên ziyan gihandiye vê yekitiyê hene. Lê belê zextên çandî, aborî û siyasî û êrişên ser azadiya wan jî ziyaneke mezin da vê yekitiyê. Van êrişan, kir ku têkoşîna jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê heta astekî bisekine. Em piştgiriyê didin hemû rêbazên ku ji bo azadiya jinên her çar parçeyên Kurdistanê tên ceribandin.”
 
'EM HÊJTA JI GELEK MAFAN BÊPARIN’ 
 
Bi domdarî Îbrahîm da zanîn ku li Rojava û Rojhilat bi pêşengtiya jinan şoreş hatiye kirin û wiha derbirî: “Ev şoreş bo me cihê serfiraziyê ye. Lê belê em jinên Başûr hêj ji gelek mafên xwe bêpar in. Divê em ji bo mafên xwe bêhtir bixebitin. Qanûn, ji bo parastina jinan bi têrî nakin. Ji ber ku zîhniyeta mêrê serdest di her firsendê de êriş dike. Divê jin ji bo mafên xwe bi tu awayî qadan neterikînin. Divê jin bi hêza xwe dakeve qadan û hêza xwe nîşan bide. Jinên kurd li Bakur û Başûr xebatên xwe didomînin, li Rojhilat şoreşê dikin û li Rojava destanê dinivîsinin. Sedsala 21’emîn sedsala jinan e û divê jin yekitiya xwe ava bikin.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Eylem Akdag