Li Şemzînanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 11:48 5 Îlon 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Jina bi navê Keje S. li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina bi navê Keje S. (23), li mala xwe ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. 
 
Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.