Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike

  • jin
  • 10:23 6 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk dê di 8-9’ê îlonê de li Enqereyê bi dirûşma “Em bi raperîna xwe, xwe bi rêxistin dikin û azadiya xwe diparêzin” konferansê li dar bixe. Hat diyarkirin ku wê gelek biryar bên girtin û pêşkêşî kongreyê bê kirin. 
 
Tê payîn Partiya Çepên Kesk dê li derdora nîvê meha cotmehê kongreya xwe li dar bixe. Ji bo kongre bi girseyî pêk were xebatên wê bênavber didomin. 
 
Piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê encamên ku derketin holê, bi civînên gel hatin nirxandin û nêrîn û pêşniyazên gel hatin girtin. Partiya Çepên Kesk van pêşniyaz û nêrînên ji gel girtiye, wê di du konferansên ku di meha îlonê de pêk bîne biryaran bigire. 
 
Ewilî wê Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk di 8-9’ê îlonê de Konferansa Jinan bi dirûşam “Em bi raperîna xwe, xwe bi rêxistin dikin û azadiya xwe diparêzin” konferansê li dar bixe. Paşê jî di 11-12’ê îlonê de jî wê Konferansa Mezin bê lidarxistin. 
 
PARASTINA AZADIYÊ 
 
Konferansa Jinan wê li Navenda Bazirganiya Dunya ya Enqereyê bê lidarxistin. Di konferansa ku dê 400 delegeyên jin beşdar bibin de, dê li ser gelek mijaran pêşniyazên biryarê bên girtin û pêşkêşî kongreyê bên kirin. Di konferansê de xurtkirina keda jinê, xebatên li dijî tecrîdê, çêkirina budçeya xwe ya ji aliyê Meclisa Jinan ve, pirsgirêkên jinên girtî, têkiliyên bi saziyên jinan ên navneteweyî re di rojeva konferansê de ne.
 
GIRÎNGIYA KONFERANSÊ 
 
Endama Koordînasyona Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semîha Şahîn têkildarî girîngiya konferansê axivî û destnîşan kir ku konferans girîngiyek mezin dide nîşandan û ew ê di komxebatên wan de xeta siyasî, xeta rêya sêyemîn û têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin. Şahîn anî ziman ku wê di konferansê de biryarên girîng bên girtin, ev biryar dê pêşkêşî kongreyê bên kirin û konferansên bên lidarxistin wê bibe destpêka pêvajoyek nû û hêz bide kongreyê. 
 
MA / Selman Guzelyuz