Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike

  • jin
  • 09:27 9 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê nêz dibe, lê rejîma Îranê binçavkirin û girtinan zêde dibe. Partiyên muxalif, gel û malbata Emîniyê biryara çalakiyê dan. Li Îranê gel amadekariya 16'ê Îlonê dike. 
 
Li Îranê di 16'ê Îlona 2022'yan de "polîsên exlaqê" yên bi navê Geşt-î Îrşad li Tehranê jina kurd Jîna Emînî ku gava ji bajarê Seqizê diçû cem xizmên xwe yên li Tehranê bi hinceta pîvanên sergirtinê binpêkiriye binçav kirin. Jîna Emînî ji ber îşkenceya di binçavan de jiyana xwe ji dest da. 
 
Rojnamevan Nîloofer Hamdeî û Elahe Mohammadî nûçeya der barê qetilkirina Jîna Emîniyê de belav kirin. Piştî ku raya giştî bi bûyerê hesiya, di 17'ê Îlonê de li Rojhilatê xwepêşandan dest pê kirin. Piştî ku çalakî di demeke kurt de belav bûn, her du rojnamevan hatin girtin. 
 
Çalakî di nava 2 rojan de li 31 parêzeghên Îranê belav bûn û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" bû dirûşmeya sereke ya çalakiyan. Ev dirûşme ji nişkê ve li seranserê cîhanê belav bû. Bi çalakiyên li kuçeyan di serî de jinên îranî bi giştî li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê jinan porên xwe kur kirin û qetilkirina Emîniyê protesto kirin. 
 
LI SERANSERÊ WELÊT PROTESTO
 
Çalakî tevî hemû zextên rejîma Îranê jî ji roja ewil ve bênavber dewam kirin. Çalakî li seranserê welêt 8 mehan dewam kirin. Lê rejîm jî ji bo tepisandina çalakiyan serî li hemû cureyên zordestiyê da û di meha ewil a çalakiyan de 121 jê kurd 481 kes qetil kirin. Rejîma Îranê di salekê de zêdetirî hezar û 500 kes qetil kirin û 60 hezar kesî jî girtin. Her wiha herî kêm 100 kes jî bi hinceta piştgiriya çalakiyan kirine hatin darvekirin û polîs û leşkeran jî di dema çalakiyan de zêdetirî 200 kesan revandin û îşkence li wan kirin.
 
 
Rejîma Îranê beriya salvegera serîhildanê bi mehekê li seranserê welêt zext û tahdeyên xwe zêde kirin. Bi sedan rojnamevan, hunermend û şanogerên piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê ragihandin hatin girtin. Rejîma Îranê bi hinceta hevpeyvîn bi bavê Jîna Emîniyê re kiribû di 30'ê cotmeha 2022'yan de rojnamevan Nazîla Maroofianê girtibû. Rejîmê piştî vê çar caran Maroofîanê girt. Maroofîan herî dawî di 30'ê tebaxê de hat girtin. Her wiha lîstikvan Taraneh Alîdostî, Taha Rasoûlîan û Mohammad Sadeghî yên piştgiriya çalakiyan kirin jî hatin girtin. Mehdî Yarrahiyê li dijî sergirtina mecbûrî stranek çêkir jî hat girtin û rojnamevan AL-Naz Mohammadî û Negîn Bagherî jî bi hinceta der barê çalakiyan de nûçe çêkirine hatin girtin. 
 
MALBAT HATIN GIRTIN
 
Li Îran û Rojhilatê her ku çalakî dewam kirin, zextên rejîmê jî dewam kirin. Di serdana gorên kesên di berxwedana "jin, jiyan, azadî" de jiyana xwe ji dest dan de kesên tevlî serdanê bûn hedef hatin girtin. Rejîm di serî de mamê Jîna Emîniyê Safî Alî, ji 39 malbatan ên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane herî kêm 80 kes girtin. 
 
 
Bi nêzîkbûna berxwedana "jin, jiyan, azadiyê" re jin amadekariyên çalakiyên nû dikin, lê rejîma Îranê jî ku dixwaze tola xwe hilgire di 16'ê tebaxê de operasyonek li dar xist. Di çarçoveya operasyonê de parêzvanên mafên mirovan Sepîdeh Qalîan, Mateen Yazdanî, Foroûgeh Samî-nîa, Yasamîn Hashdarî, Helveh Javaherî, Zahra Dadres û Negîn Rezaî jî di nav de li seranserê welêt herî kêm 50 aktivîst girtin. 
 
Her wiha rejîmê di 2'yê îlonê de bi hinceta piştgiriya berxwedana "jin, jiyan, azadiyê" kirine 58 akademîsyen ji peywirê girtin. 
 
 
Lê belê Îran û Rojhilat tevî hemû zextên rejîmê jî amadekariyên salvegera berxwedana "jin, jiyan, azadiyê" dikin. 
 
BABA EMÎNÎ: EM Ê MERASÎMA BÎRANÎNÊ LI DAR BIXIN
 
Bavê Jîna Emîniyê Amjad Emînî, daxuyand ku dê di 16'ê îlonê de merasîmeke bîranînê li dar bixin. Bav Emînî ku di ajanseke nûçeyan de axivî, got: "Em bibiryar in ku ji ruhê saf û pak ên keça min, di salvegerê de merasîmekê li dar bixin. Ev bîranîn dê malbatê, xizman û hemû piştgiran teselî bike. Lê gava mirov li şert û mercên heyî mêze dike, em nikarin bi awayekî fermî gel vexwînin vê merasîmê, lê em nikarin nebêjin neyên jî." 
 
BANGA JI BO GREVA GIŞTÎ
 
Her wiha partiyên kurdan ên Rojhilatê Partiya Jjiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Tevgera Demokrat a Kurdistanê li Îranê (HDKÎ), Komele, Sazimanî Xebat, Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar bang li gelê Rojhilatê kirin ku di 16'ê îlonê de tev li greva giştî bibin û serdana gorên kesên jiyana xwe ji dest dane bikin. 
 
 
GEL AMADEKARIYA 16'Ê ÎLONÊ DIKE
 
Her wiha li Îran û Rojhilatê ev hefteyeke bikaranînerên medyaya sanal jî bangawaziyên cur bi cur dikin. Welatî li ser medyaya sanal bang dikin ku di 16'ê îlonê de serdana gorên şehîdên berxwedana "jin, jiyan, azadî"yê bikin û di bin hastaga “#?????????” (Mahsamini) de bi hezaran peyam hatine belavkirin ku gel dakeve qadan. 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû