Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin

  • jin
  • 16:27 11 Îlon 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê yek jê cerdevan sê kesên ku bi awayek sîstematîk tecawizî jinek 22 salî kirin e hatin binçavkirin û der barê faîlekî de jî biryara zeftkirinê hat derxistin. 
 
Li Mêrdînê cerdevanê bi navê Yakup A. û hevalên xwe Çetîn T., Harûn Y. û Suud Ç., ji ber bi awayek sîstematîk tecawizî jinek 22 salî kirin e der barê wan de gilî hat kirin. Li ser gilîkirinê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê tecawizkaran de lêpirsîn aht destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Yakup A. û hevalên xwe Çetîn T. û Suud Ç. hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Der barê Harun Y. ê ne li mala xwe bû de jî biryara zeftkirinê hat derxistin. 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Yakup A. yê cerdevan û hevalên Çetîn T., Harun Y. û Suud Ç., hewldan tecawizî jinek 22 salî bikin. Van kesan xwestiye şantajê li vê jinê bikin. Li ser vê hewldana tecawizkaran di rojên bihûrî de jina ciwan hewl daye xwe bikuje. Wê rakirine nexweşxaneyê û tiştên hatine serê wê ji malbata xwe re vegotiye. Paşê ev jina ciwan çûye serdozgeriyê û giliyê van kesan kiriye. 
 
Li ser gilîkirina vê jinê ev tecawizkar hatin binçavkirin. 
 
Kar û barên binçavkirina faîlan li Midûriyeta Polîsan didome.