Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin

  • jin
  • 22:02 14 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL- TJA, têkildarî berdana 3 faîlên destdirêjiyê protesto kir û got: "Em ê dozê bişopînin." 
 
Lê Mêrdînê yek jê cerdevan 3 kesan bi awayekî sîstematîk dest dirêjî jineke 22 salî kirin. Her sê kes serbest hatin berdan. Tevgera Jinên Azad (TJA), serbestberdana faîlên destdirêjiyê li Avcilar û Kartala Stenbolê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Çeteyên tecawizkar neparêze, bidarizîne!” hat vekirin û tim dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. Gelek eks tevlî dauxyaniyê bûn. Dayik jî bi laçikên xwe yên spî li pêşiyê cih girtin. 
 
Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma 3'yem a Stenbolê Gulîstan Aydinê metna daxuyaniyê xwend. 
 
Aydinê anî ziman ku şerê taybet bi taybetî li hemberî kurdan û jinan tê pêkanîn û bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê. Aydinê diyar kir ku bi van polîtîjayan tahdeya li jinan tê kirin û kuştina jinan tê rewakirin. Aydinê wiha domand: "Em van polîtîkayên qirêj ji berdana faîlê Îperk Erê Mûsa Orhan û ji berdana Zaynal Abarov ê tiliya wî di windakirina Gulîstan Dokûyê de heye dizanin. Herî dawî li Mêrdînê yek jê cerdevan 3 kesên ku bi awayekî sîstematîk dest dirêjî jineke 22 salî kirin û hatin berdan." 
 
'EM Ê POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ TEŞHÎR BIKIN'
 
Aydinê ku got "Di dosyeyên tahdeyê û detsdirêjiyê de, gava kiryar kesên bi unîforma bin, ser wan tê girtin. Em ê nehêlin wiha bikin" detsnîşan kir ku ew ê li her derî "polîtîkayên qirêj" teşhîr bikin. Aydinê anî ziman ku demildest divê cerdevan Yakûp A. û Çetîn T. û Suûd O. bên girtin. 
 
KARTAL
 
Daxuyanî li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kartalê hat dayîn. Aktivîstên TJA'yê, rêveberên HDP û partiya Çepên Kesk, Hevseroka GOÇÎZDER'ê Kamîle Kandal, endamên ANYAKAY-DER û MATUHAY-DER'ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevberdveka DBP'ê ya Herêma Marmarayê Dîlber Demîrê metna daxuyaniyê xwend. 
 
Girseyê xwest daxuyaniyê li Qada Teyfîk Neyzen bide. Ji ber vê girse ji ber avahiya partiyê ber bi qadê ve meşiya. Lê belê polîsan bi hinceta "qedexe ye" nehiştin meş bê lidarxistin. Girseyê jî ji bo dayîna daxuyaniyê israr kir û bi berzkirina dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" ber bi avahiya navçeyê ve meşiya. Daxuyanî li ber avahiya partiyê hat dayîn.