Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin

  • jin
  • 11:38 16 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 7 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê tên ragirtin, aşkerekirin ku bi armanca piştgiriyê bidin salvegera serhildanê çalakî dane destpêkirin û wiha gotin: “Baweriya me ya heta serkeftinê têkoşînê bimeşînin heye.”
 
7 girtiyên jin ên siyasî ku li Girtîgeha Evînê ya Îranê tên ragirtin, ragihandin ku ji ber kuştina Jîna Emînî û salvegera serhildana “Jin jiyan azadî” di hewşa girtîgehê de ji 14’ê Îlonê ve çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakiya girtiyên bi navê Azadeh Abedînî, Sepîdeh Qalîan, Şakîla Monfared, Golrokh Iraeî, Narges Mohammadî, Mahbobeh Rezaeî û Vîda Rabbanî parêzvana mafên mirovan Narges Mohammedî bi peyameke di hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de parve kir aşkere kir. 
 
‘HETA SERKEFTINÊ EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Daxuyaniya hatiye dayîn wiha ye: “Em weke girtiyên jin ên siyasî ku li Girtîgeha Evînê tên ragirtin, ji bo piştgiriya gelê xwe bikin û hikumetê şermezar bikin ji 14’ê îlonê ve li hewşa girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Bi ser kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê sîxurên Komara Îslamî ya Îranê ve salek derbas bû. Nefreta em li dijî kuştina keç û xortên welatên me yên li kolanan û girtîgehan, darvekirina wan, korkirina çalaggeran, girtina kesên serî hildan, îşkencekirina wan û girtina wan hîs dikin birîneke û êşeke. Baweriya me heye ku heta serkeftinê têbikoşin. Em weke girtiyên jin ên siyasî di têkoşîna azadî û wekheviyê de gelên Îranê diparêzin. Em polîtîkayên zextker û zalim ên tundker ên oldarên otorîter şermezar dikin. Em ê bi gelê kurd û Îranê re bin. Em ji raya giştî ya demokratîk û hemû gelan dixwazin ku bibin dengê gelê Îranê û berxwedêran.”