Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan

  • jin
  • 09:01 18 Îlon 2023
  • |
img
RIHA -  Jinên Rihayê ku der barê kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hat destpêkirin diyar kirin ku ew ê bi vê dirûşmeyê li dijî tundî û hişmendiya desthilatdariya mêr têbikoşin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 15'ê îlonê de li Rihayê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” starta kampanyaya xwe ya ku wê heta 8'ê Adara 2024'an a Roja Jinên Cîhanê bidome da destpêkirin. Di deklarasyona ku hat eşkerekirin de mijarên weke tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şerê taybet, tundiya li dijî jinan, talankirina xwezayê û mafê zimanê dayikê derket pêş. Jinên Rihayê ku beşdarî civîna eşkerekirina kampanyayê bûn anîn ziman ku ew ê di çarçoveya kampanyayê de bajar bi bajar, gund bi gund û kolan bi kolan bigerin û têkoşîna jinan berfireh bikin. 
 
Aktivîsta TJA’yê Sevda Çelîk Ozbîngol tekildarî kampanyayê axivî û anî ziman ku ew ê vê sedsalê bikin sedsala jinan û wiha got: "Em ê bi îlhama dirûşima, ‘Jin jiyan azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li tevahiya dinyayê belav bû, têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Em ê bi 'Jin Jjiyan azadî’ bibin bersiva hemû êrişên li dijî jinan. Têkoşîna jinan têkoşîna hebûnê ye. Li dijî hişmendiya mer û desthilatdariyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê mijarên weke tecrîda ku li Girava Îmraliyê dest pê dike û belavî hemû civakê dibe, polîtikayên qirêj, tundiya li dijî jinan, talankirina xwezayê û gelek mijarên bigrin dest û li dijî van têbikoşin." 
 
'GIRÎNGIYA RIHAYÊ'
 
Ozbîngol der barê eşkerekirina deklarasyonê ku li Rihayê pêk hat de jî wiha got: “Riha di warê çand û dîrokê de cihek girîng e. Hişmendiya desthilat bi zext û tundiyan dixwaze siyaseta li Rihayê bi pêlçiqîne. Em ê li dijî vê hişmendiyê jî têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Riha hem ji aliyê çandî û dîrokî ve hem jî ji bo hemû netew û pêkhateyên cuda ve di nav xwe de dihewîne. Ji ber wê jî bajarekî girîng e û me jî kampanyaya xwe li Rihayê da destpêkirin. Di avakirina jiyana demokratîk de Riahyê cihekî girîng digire. Em ê jî li ser van esasan xebatên xwe bidomînin."
 
'MIJARA SEREKE TECRÎD E'
 
Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Rihayê Hamîde Goktaş jî anî ziman ku ew ê li dijî zext û tundiya hişmendiya zilam a li ser jinan têbikoşin û wiha got: "Li her derê zext û zor li ser jinan heye. Me jî piştî hilbijartinan dest bi xebatên jinan kir û me li Rihayê starta kampanyaya xwe da. Em ê di çeçoveya kampayaya xwe de jî xebatên xwe bimeşînin. Îro mijara serekê yek jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd û têkoşîna jinan giredayî hev e. Tecrîd îro ne tenê li ser birêz Abdullah Ocalan e li ser hemû jin û civakê tecrîd heye. Em ê bi jinan re mil bi mil ji bo xweza û jiyaneke azad têbikoşin. Heke ev tecrîd rabe jin û civak jî wê azad bibe. Li dijî vê yekê em ê jî rêxistina xwe xurt bikin.” 
 
'EM Ê BI BERXWEDANEKE MEZIN BIBIN BERSIV'
 
Endama ciwanên Partiya Çepên Kesk a Rihayê Senem Erîş jî der barê mijarê axivî û diyar kir ku di kampanyayê de jinên ciwan jî wê bi rola xwe rabin û wiha axivî: "Pirsgirêka herî mezin ji bo jinan tecrîd û şerê taybet e. Polîtikayên tecrîd û şerê taybet jî herî zêde li Kurdistanê tên meşandin. Em ê jî li dijî van polîtikayên li zanîngehan heta fabrîkayan heta gund û bajaran bi jinan re bên cem hev û xwe bi rêxistin bikin. Her ku tecrîd tê dijwarkirin zextên li ser jinan jî hê zêdetir dibin. Jin li dijî tecrîdê, şerê taybet têdikoşin. Em jî li dijî vê yekê bi îdaiyek mezin bi rê ketin. Bi berxwedaneke mezin em ê ji van polîtikayan re bibin bersiv.”