Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin

  • jin
  • 13:35 30 Hezîran 2024
  • |
img

EDENE - Çawişê pispor Gokhan Çelîk ê li navçeya Seyhanê hevjîna xwe qetil kirî û 3 kes jî birîndar kiribû, hate girtin. 

Çawişê pispor Gokhan Çelîk (27) di 28’ê hezîranê de li navçeya Seyhanê ya Edeneyê hevjîna xwe Hatîce Çelîk (29) qetil kir. Hat zanîn ku li ser giliyê Hatîce Çelîk, ji bo çawişê pispor Gokhan Çelîk biryara dûrxistinê hatibû dayîn û di qonaxa hevberdanê de bûn. Zavayê Hatîce Çelîk, Mûrat Akdoker û welatiyên bi navên Îsmaîl Hakki Agca û Can Alagoz jî di dema êrişê de birîndar bûn. 
 
Êrişkar Çelîk ê ji cihê bûyerê reviyayî, dema xwe li binbanê apartmaneke li Taxa Yeşîlyurtê ya Seyhanê vedişart hate binçavkirin. 
 
Piştî kar û barên li emniyetê û kontrola tenduristiyê, faîl Çelîk sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin û hate girtin. 
 
Hat zanîn ku rewşa Akdoger giran e û tedawiya birîndarên din jî didome.