Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman

  • jin
  • 13:55 4 Hezîran 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Li Qoserê hat îdîakirin ku jina bi navê Tuba Gorgun a 26 salî ya dayika 3 zarokan dawî li jiyana xwe aniye. 
 
Li gorî îdîayan, di bûyera ku duh li navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat de jina ciwan a 26 salî Tuba Gorgun a dayika 3 zarokan dawî li jiyana xwe anî. Xizmên Gorgun li dû guleyên çekê çûn cihê bûyerê, der barê bûyerê de ekîbên tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê Gorgun a bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Tevî hemû mudaxaleyan Tuba Gorgun a li nexweşxaneyê tedawî didît nehat rizgarkirin. 
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.