Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê

  • jin
  • 16:53 7 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê li Stenbolê serdana Dayikên Aştiyê kir. 

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji ber Cejna Qurbanê Meclisa Dayikên Aştiyê ya li Stenbolê ziyaret kir. Di serdanê de Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Wekîla Stenbolê Kezîban Konukçu û gelek jin beşdar bûn. Dayikên Aştiyê di ketina avahiya komeleya xwe jin pêşwazî kirin.
 
Di serdanê de jinan ku xwestin cejn bibe sedema aştiyê, işaret bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û peyama ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin dan.