TJA: Saziyen zarokan ên hatin girtin divê bi lez bên vekirin.

  • jin
  • 13:15 5 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) bertek nîşanî windakirin û kuştina zarokan da û xwest bi lez saziyên zarokan ên bi KHK'ê hatin girtin bên vekirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), piştî li Agiriyê Leyla Aydemîr a 3.5 salî di 15'ê Heziranê de hat windakirin û 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin û li Enqereyê di 22'ê Hezîranê de Eylul hat revandin û cenazeyê wê hat dîtin, têkildarî windakirinan daxuyaniya nivîskî da. TJA da zanîn ku piştî Leyla û Eylul hat revandin û kuştin hêrsa gel zêde bûye û wiha got: "Divê zarok di nava civakek azad de azad bijîn. Ji bo vê yekê em têdikoşin. Daxuyaniyên hikûmetê zimanê mêrên serdest in. Bila baş bê zanîn tu kuştin, îstîsmar û binpêkirina mafên zarokan ne bûyerên ‘munferit’ ji rêzê û rewa ne. Lê hikûmet mafê zarokan nabîne û bi hişmeniya serdest a mêr tev digere. Polîtîkaya tundiyê rewa dide xuyakirin. Bi van daxuyaniyan hewl dide ser van bûyeran bigirin. Dixwazin bi pergala xesandinê sûc bike tiştekî şexsî. Di 10 salên dawî de sûcê li dijî zarokan ji sedî 700 zêde bûye. Di 8 salên dawî de 100 hezar zarok winda bûne. Piştî Leyla û Eylul hatin windakirin dixwazin pirsgirêkê bikin wekî tiştekî tekakesî. Lê pirsgirêk encama polîtîkaya pergalê ye. Dixwazin bi mijarên "Xesandina kîmyewî" û "Îdamê" rojevê biguherînin. Dixwazin bikin mijara  tekakesî. Dixwazin vê hişmendiyê rewa bikin. Lê ev hişmendî ne rewa ye."