‘AKP ji dil be neçar e femînîst û rêxistinên jinan bike muxatabê xwe’

  • jin
  • 09:04 9 Tîrmeh 2018
  • |
img

STENBOL – Parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen têkildarî revandina zarokan û îstîsmarkirina li ser zarokan axivî û got: “AKP wisa jidil be neçar e femînîst û rêxistinên jinan bike muxatabê xwe.” 

Di demên dawî de revandin û îstîsmarkirina li dijî zarokan zêde bû. AKP û MHP dixwaze têkildarî vê îstîsmarkirin û revandinê cezayê darvekirinê û xesandinê derxe û nîqaş dike. Nîqaşê li ser vê mijarê didomin û bertek jî li dijî van cezayan zêde dibe. Bi taybetî sazî û rêxistinên jinan li dijî van cezayan derdikevin. 
 
'DARVEKIRIN Û XESANDIN NE ÇARESERÎ YE' 
 
Parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen a ku bi salan e dozên cînayetên jinan û îstîsmarkirina zarokan dişopîne têkildarî mijarê wiha got: “Salên dirêj e îstîsmar li ser vê axê heye. Cezayê darvekirin û xesandinê ji bingeha xwe dûr e û pirsgirêkê çareser nake. Bi salan em dibêjin darvekirina îstîsmarkaran ne çareserî ye. Tişta dixwazin bînin ne pêşî girtina îstîsmara zarokan, tundî, tacîz û tecawizê ye. Kesê dibin şîrikê vî sûcî divê hemû bên cezakirin. Lê holê rewşek ne jidil heye. Heke dixwazin bila cezayê herî giran bidin sûcdaran. AKP wisa jidil be neçar e femînîst û rêxistinên jinan bike muxatabê xwe. Bila kes ne li benda jinan be ku wê li dijî nîqaşên darvekirin û xesandinê bêdeng bimînin.” 
 
MA / Necla Demîr