Platforma Jinan a Rihayê: Bila Komîsyona Îstîsmarkirina Zarokan bê avakirin

  • jin
  • 14:01 9 Tîrmeh 2018
  • |
img

RIHA – Platforma Jinan a Rihayê xwest ku demildest Komîsyona Îstîsmara Zarokan a TBMM’ê bê avakirin.  

 
Platforma Jinan a Bajarê Rihayê têkildarî istîsmarkirina zarokan a di van rojên dawî de zêde bûye civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê pêk hat û endamên platformê tev li bûn. 
 
Nahîde Polat Aslan li ser navê Platformê axivî û destnîşan kir ku ji bo ev pirsgirêka îstîsmarkirina zarokan û revandina wan bê çareserkirin Komîsyona Îstîsmarkirina Zarokan a TBMM’ê ya berê hatibû xwestin bê avakirin û pişt re hatibû redkirin demildest bê avakirin. Aslan got ku ew dixwazin hemû sûcdar hesab bidin û ji bo ev hesab pirsîn pêk bê xwest ku rayedar berpirsyariya xwe bicih bînin.