Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
- jin
- 19:30 27/11/2022
Parêzer Elîf Taşdogen ku di panela 25’ê Mijdarê ya Komeleya Lêkolînên Kurd de axivî, bi lêv kir ku divê li dijî polîtîkaya dewletê ya “jina maqûl” têkoşîn bê dayîn.
Parêzer Elîf Taşdogen ku di panela 25’ê Mijdarê ya Komeleya Lêkolînên Kurd de axivî, bi lêv kir ku divê li dijî polîtîkaya dewletê ya “jina maqûl” têkoşîn bê dayîn.
Jinên ku ji bo 25’ê Mijdarê li Enqere û Stenbolê hatin gelhev, jinên li Îranê li ber xwe didin silavkirin.
Jinên ku li Antalyayê bi boneya 25’ê Mijdarê hatin ba hev, tundiya mêr-dewletê bi meşekê protesto kirin.
Endama TOMÎS’ê Dilbent Turker ku di dema Meşa 25’ê Mijdarê de piyê wê hat şikandin diyar kir ku bijîşkan hewl da tundiya polîsan veşêrin û wiha got: “Ez ê giliyê bijîşk û polîsan bikim.”
Jinan tevî hemû astengî û zextên dewletê jî di 25'ê Mijdarê de qad tije kirin. Jinên ku bi dirûşma "jin, jiyan, azadî" qad tije kirin, wiha gotin: "Em ê bi dirûşma 'jin, jiyan, azadî'yê desthilata zilamsalarî hilweşînin."
Jinan li bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û gotin ew ji xwişkên Mirabal heta Jîna Emînî têkoşîna xwe didomînin.
Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser binpêkirina mafê jinên girtî û tundiya li girtîgehan li jinan tê kirin nayê dîtin.
Ayşegul Gok a 9 mehî ducanî bû, li Silopiyayê di dema sezaryenê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê jî diyar kir ku ev yek "xemsarî” ye, nexweşxane berpirsiyar e û diyar kir ku dê gilî bikin.
Komxebata li ser “Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan” hat lidarxistin de Sekretara Jinan a KESK’e Done Gevher bal kişand ser berxwedana jinan a li Rojhilat Kurdistanê û Îranê û diyar kir ku ew hêza xwe ji jinên li Rojhilat li ber xwe didin digirin.
7 Jinên di çalakiya 25’ê Mijdarê de ji ber hilgirtina pankarta “Kurdistanê” hatibûn binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin.
Polîsên ku êrişî meşa jinan a 25’ê Mijdarê kirin, lingê rêvebera TOMÎS’ê Dilbent Turker şikandin. Nêzî 200 jinên ku di meşê de hatin binçavkirin jî hatin berdan.
KESK’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de panel li dar xist. Di panelê de li ser polîtîkayên tundiyê û bêcezakirinê hat sekinandin û hat gotin ku dê jin li hemû qadên jiyanê bitêkoşin.
Bi sedan jin ku bi munasebeta 25'ê Mijdarê li Kolana Îstîkalê kom bûn , bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li ber xwe dan.
Jinên ku li Cizîr û Wanê li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan, bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin li Cizîrê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.
Komîna Tevna Jinê strana bi navê “Jîna” ya gotin û muzîka wê aydê Saadet Akin e di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navnetewî ve, ji nû ve strandin û parve kirin.