Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
- jin
- 13:41 13/4/2023
Namzeta parlamenteriyê Adalet Kaya ku di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan a Bismilê ya Partiya Çep a Kesk de axivî, wiha got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tê pêkanîn li ser gelê kurd tê pêkanîn. Jin wê vê tecrîdê bişikînin.