‘Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan 50 sal li paş man’
- jin
- 10:38 08/12/2022
Ji damezrînerên VAKAD'ê Zozan Ozgokçe diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re destkeftiyên jinan 50 sal paş ve çûn.
Ji damezrînerên VAKAD'ê Zozan Ozgokçe diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re destkeftiyên jinan 50 sal paş ve çûn.
Hempîşeyên rêveberiya Şaxa ÎMO’yê Bahar Hezer ku li Rihayê hatibû qetilkirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku dê doza wê ji nêz ve bişopînin.
Dozger di danişîna doza endama Akademiya Jinan Fîgen Aras a hefteya borî bi 13 jinan re hatibû girtin a bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de xwest doza wê bi ya Enqereyê re bibe yek.
Endama Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û hevşaredarên wê der barê polîtîkayên qeyûman de axivîn û diyar kirin ku dewletê bi qeyûman rûye xwe careke din nîşanî civakê daye û wiha gotin: "Qeyûm, tunekirin û îmhakirin e. Lê li hemberî wê tekoşînek jî heye. Bi tayînkirina qeyûman re rejîma AKP'ê û MHP'ê teşhîr bû û negihîşt armanca xwe.”
Li Rihayê û Mêrdînê ji bo Bahar Hezer a hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn û bibîranîn û hat destnîşankirin divê bêcezahiştin wêrekiyê dide kujeran.
Wesayîta zirxî ya leşkerên artêşa tirk li bajarokê Etarib a Helebê da ser dayikek û keça wê. Di encamê de dayikê û keça wê jiyana xwe ji dest dan.
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya li Silopiyayê eşkere kir. Jinan, diyar kir ku siyaseta bêyî jinan rewa nîne û wiha got: “Em ê stratejiya xwe ya jinûveavakirinê li ser bingeha parastina destkeftiyên jinan û mezinkirina wan birêxistin bikin.”
Girtiya bi navê Zerrîn Yilmaz ku 24 sal in di girtîgehê de ye, xwestibû li ser telefonê bidîmen gel dayika xwe ya nexweş biaxive. Lê daxwaza wê nehat qebûlkirin û dayika wê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çeteleya tundiyê ya ku JINNEWS her meh amade dike, di meha mijdarê de 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 4 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
Hevşaredarên HDP’yî ku tev li civîna Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê bûn diyar kirin ku dewlet jinên ku nikare bêdeng bike dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet têk bibe û gotin: "Li dijî polîtîkayên şerê taybet, em ê li dora 'Jin jiyan azadî' xwe bi rêxistin bikin."
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku girtina aktîvîstên TJA'yê parçeyek ji polîtîkayên dijminatiya desthilatê ye û got: "Ev êriş nîşana tirsa desthilatdariyê ye."
Jina bi navê Gulcan A. li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas ku piştgirî didan çalakiyên protestoyî yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hatin girtin.
Cenazeyê Rêvebera Şaxa ÎMO’yê ya Rihayê Bahar Hezar ku hatibû qetilkirin, hat definkirin.
Xebatên jinên, qeydên HTS’ê, protestoyên li dijî DAIŞ’ê û tunebûna kirariyên bangêriyê weke hinceta girtina 8 jinên TJA’yî hatin nîşandan.