Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
- jin
- 13:11 13/4/2022
Bi sûcdariya “Li dijî qanûn û ehlakê xebatan dimeşîne” doza fesihkirinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin hate vekirin.
Bi sûcdariya “Li dijî qanûn û ehlakê xebatan dimeşîne” doza fesihkirinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin hate vekirin.
Ji jinên ku 8 roj in li dijî kana mermeran a tê xwestin li bajaroka Komirê bê çêkirin li ber xwe didin Bahara Boz got: "Tenê ji bo hin kes qezenc bikin em nikarin dev ji çiyayên xwe, axa xwe û xwezaya xwe berdin."
Meclisa Jinan a HDP’ê bi parlamenter û rêveberên Partiya Çep a Almanyayê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de derheqê rewşa Aysel Tugluk de agahî hatin dayîn û Doza Kobanê hate nîqaşkirin.
Şefîka Gultekîn dayika xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a li Muglayê ji aliyê Cemal Metîn Avci û hevalbendên wî vî hatibû kuştin, beriya danişîn were lidarxistin, ji ser hişê xwe û wê rakirin nexweşxaneyê.
Jinên ku tev li Kongreya Awarte ya 4’emîn a Rêxistina HDP’a Enqereyê bûn, bang kişand ser rewşa girtiyên nexweş û tecrîdê û banga têkoşînê kirin.
Di ser mirina Uveyş Ocalan, dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 29 sal derbas bûn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dêya xwe dibêje, "Ew tam tûfaneke serîhildêriyê bû." Fatma Ocalan jî got: "Dêya min li ber neheqiyê serî neditewand."
Aktivîsta mafên jinan Canan Arin, diyar kir ku neberdana Aysel Tûglûk îşkence ye û got: "Hê jî şansê Aysel Tûglûk ê tedawîkirinê heye. Lewma demildest divê bê berdan û tedawîkirin."
Şandeyeke jinên HDP’î ku parlamentera HDP’ê Feleknas Uca jî di nav de bû, çûn serdana Sevda Ergun ku zilamekî hewl da bikuje.
Sevda Ergun ku ji aliyê zilamê dev jê berdayî ve xwest were qetilkirin ev bang kir: “Ez dixwazim bêtirs bijîm. Alîkariya min bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li civîna Hevserokên Jin ên Bajaran axivî û got: "Em xwe dispêrin hêza xwe. Jin wê siberojên ronî ava bikin."
Nûrhan Yilmaz a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin, ragihand ku girtiyên nexweş nayên dermankirin, bi awayekî keyfî cezayên dîsîplînê didin girtiyan û pirtûk û kovaran nadin wan.
Aktivîsta TJA'yê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku kesên biunîforma yên destdirêjiyê dikin nayên cezakirin û feraseta nêrza bi vî awayî hewl dide ku bi bedena jinan re tevna civakê parçe bike.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ji bo çîrokên girtiyên jin bikin pirtûk xebatek dane destpêkirin, bang li malbatan û girtiyên jin kirin: "Çîrokên xwe bigihînin me."
Parêzerên jin serdana Aysel Tugluk kirin. Parêzeran diyar kir ku nexweşiya Tugluk girantir bûye û Wezareta Dadê û meqamên edlî û îdarî ji vê yekê berpirsiyar in.
Welatiya bi navê Şukriye Sevînç li Edeneyê ji hêla zilamê bi navê Omer Sevînç ve hate qetilkirin.