Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
- jin
- 09:28 30/11/2021
Endama Meclîsa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd, destnîşan kir ku baweriya jinan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemaye û got: "Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê jinan xwe bi rêxistin kir û niha ji bo mafê xwe parastina xwe dikin, divê li Başûr jî ew hêvî û bawerî hebe ku jin bikaribin doza mafê xwe bikin. "